Languages: English ‏سۆرانی‎

DAIŞ li Şingal êrîşî nirx û pîroziyên civaka Êzdî dikin

Daxûyanîya Çapemenî 03.08.2014 – Pêwiste hêzên siyasî yên Kurd teva, di vê qonaxa giring û dîrokî de, bi awayekî lezgînî parastina Neteweyî saz bikin.

Demeke dirêj e ku çeteyên DAIŞê amadekariyan dikin ku êrîşî Şingalê bikin û bi awayekî berdewamî, bi çekên giran gundên herêmê jî topbaran dikirin. Gelê Kurd çeteyên DAIŞê û kiryarên hovane baş nas dike. Gelê Kurd baş dizane ku çeteyên DAIŞê nirxên mirovahiyê, pîroziyên olî û sinorên ademiyetê nasnake.  Gelê Kurd baş dizane ku çeteyên DAIŞê ji aliyê hêzên global û hinek ji  diwlêtên heremê ve têne destek kirin. Çeteyên DAÎŞê bi senaryo û lîstikên stratejîk Musil dagir kirin û di heman çarçovê de êrîşî Rojava û Başûrê Kurdistanê jî dikin. Balkêş e ku Artêşa Iraqê çekên giran û cebilxane ji çeteyên DAIŞê re hiştin û reviyan.

Tê zanîn ku çeteyên DAIŞê çekên giran derbasî Rojavayê Kurdistanê kirin û xwestin Kantona Kobanê jî dagir bikin. Lê hêzên YPG, YPJê û gelê Rojavayê Kurdistanê, bi berxwedanek dîrokî êrîşên çeteyên DAIŞê berteref kirin û çete têk birin. Lê çeteyên DAIŞê berê xwe dane Hesekê û Şingalê.

Iro çeteyên DAIŞê Şingal dagir kirin û li kolanên navçê teva alên xwe daleqandin. Niha jî êrîşî nirx û pîroziyên civaka Êzdî, ku bingeha nirx û pîroziyên gelê Kurd in,  dikin û wêran dikin. Gelê Şengalê, bi awayekî hawarî bang li hêzên Kurdistanê kir ku gelê Şingalê biparêzin.

Parastina gelê Şingalê, gelê Kobanê, Gelê Hesekê û tevahiya Kurdistanê binbarî û berpirsiyariya hêzên çekdar yên Kurd e. Parastina Kurdistanê teva binbarî û berpirsiyariya hêzên siyasî û partiyan e.  Bi dagirkirina Şingalê careke din derkete holê ku, pêdivî bi stratejiyek hevbeş û hêza hevbaş ya parastinê heye. Pêwiste hêzên siyasî yên Kurd teva, di vê qonaxa giring û dîrokî de, bi awayekî lezgînî Yekîtiya Neteweyî saz bikin.

Divê gelê Kurd û hêzên siyasî yên  Kurd teva baş zanibin ku, ne tenê Şingal, ne tenê Koban û Hesekê, Hewlêr,  Duhok,  Amed, Saqiz û Mahabad jî di nav de, tevahiya Kurdistanê dibin tehdîdek mezin  de ye. Di vê qonaxa ku firsetek mezin û dîrokî derketiye holê, hêzên Kurd û Tevgerên Siyasî yên Kurd,  li arêna siyasî ya cîhanê xwedî gotin in, li Rojhilata  Navîn jî bûne hêzeke diyarker û xwedî gotin, divê tevahiya hêzên Kurd rojekê berî rojekê werin cem hev, yekîtiya neteweyî saz bikin, hêza xwe ya parastinê dibin yek sîwanê de kom bikin û vê firseta dîrokî baş bikarbînin.

Em weke KNK bang li hêzên siyasî yên kurd teva dikin ku, gelê Şingalê tenê ne hêlin. Eger gelê Şingalê bi komkujiyan rû bi rû werê hiştin, gelê Kurd jî, dîrok jî hêzên siyasî efû nake. Eger Şingal têk biçe û neyê parastin, Kurd nikarin  yek bajar û payîtexta xwe, yek çavkaniya dewlemendiyên xwe, yek nirx û destketiyên xwe dibin ewlekariyê de  bibîne. Dagirkirina  Şingalê, dagirkirina Kurdistanê ye, têkbirin û wêrankirina, nirx û pîroziyên Êzdiyên Şingalê, têkbirin û wêrankirina nirx û pîroziyên tevahiya Kurdistanê ye.

Şingal jî, Koban jî, Hesekê, Hewlêr,  Duhok,  Amed, Saqiz û Mahabad jî pirsgirêka neteweyî ne. Tu hêzên siyasî û hêzên çekdar yên Kurd, di kesayeta Şingalê de nikarin ji parastina Kurdistanê xwe bida alî. Em bang li tevahiya hêzên siyasî û hêzên çekdar yên Kurd dikin ku, ji bo parastina Şingalê bikin nava tevgerê û di çarçoveya parastina nirx û destketiyên gelê Kurd teva di kesayeta Şingalê de Kurdistanê biparêzin.

Konseya Rêvebir ya KNKê
03.08.2014