Languages: English ‏سۆرانی‎

Bang bo Hêzên Parastina Neteweyî ya Hevbeş

Daxûyanîya Çapemenî 05.08.2014 – Em careke din bang li hêzên siyasî û tevahiya gelê Kurd dikin Hêzên Parastina Neteweyî ya Hevbeş rojekê berî rojekê saz bikin

Piştî êrîşa dagirkerî ya çeteyên DAIŞê li dijî Şingalê, giringiya Yekîtiya Neteweyî û dibin siwana vê yekîtiyê de, sazkirina Hêzên Parastina Neteweyî  ya Hevbeş derkete holê. Bi awayekî lezgîn heman mijar ketin rojeva Kurdan.

Êdî, eşkere bû ku, di şerê sêyemîn yê cîhanê de, gelê Kurd û Kurdistanê,  di hedefê de ye. Tê zanîn ku êrîşên pêşî, bi armanca têkbirina Şoreşa Rojava li Serêkanyiyê pêk hatin. Êrîşa din jî, piştî dagirkirina Musilê li dijî Kobanê hatin lidarxistin. Îro jî, li dijî Şingalê û destketiyên gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê êrîş têne lidarxistin. Êîrş jî her diçe berfireh û dijwar dibin.

Divê Kurd, partiyên Kurd û entelektueliya Kurd  çeteyên DAIŞê, weke komek fanatîkên olî û fantazî  nebînin û nenirxînin. DAIŞ encama stratejiyek qirêj ya li dijî gelên li Rojhilata Navîn teva ye. Lewma çeteyên DAIŞê, bi awayekî plan û program haraket dike.

Berî çend rojan, MÎTa Tirkiye ragihand ku Şingel bûye Qendîla duyemîn. Piştî vê daxuyaniyê bi çend rojan çeteyên DAIŞê êrîşî Şingalê kirin. Piştî hewldanên YPGê, hêzên ekserî yên Kurd teva di yek çeperê de kom bûn û li dijî çeteyên DAIŞê dest bi şer kirin..
Îro jî, êrîşên çeteyên DAIŞê ji ser sinorê Başûrê Kurdistanê Rebia, Hesekê,  heta bi Şingalê berfireh bûne. Ev jî dide xuya kirin ku Rojava, Başûr û tevahiya parçeyên Kurdistanê û tevahiya destketî, nirx û pîroziyên gelê Kurd û Asûrî-Suryanî-Kildanî, Ermenî, Tirkmen, Ereb dibin tehlokê de ne.

Bi vê mebestê em careke din bang li hêzên siyasî û tevahiya gelê Kurd dikin ku Yekîtiya Neteweyî saz bikin û dibin siwana vê yekîtiyê de, Hêêzên Parastina Neteweyî ya Hevbeş rojekê berî rojekê saz bikin.

Em weke KNKê, berxwedan û têkoşîna gelê Şingalê û helwesta ciwanên Kurd ku ji çar parçeyên Kurdistanê dengê xwe bilind dikin ku bi hawara Şingalê biçin silav dikin.

Dubare em bang li hêzên siyasî û pêşengên gelê Kurd teva dikin ku rojekê berî rojekê yekîtiya xwe saz bikin û ji bo parastina nirx û pîroziyên tevahiya gelê Kurd, mil bidin hev û bi yek deng û yek strajiyê têkoşîna li dijî dijmin bikin.

Konseya Rêvebir ya KNKê
05.08.2014