Languages: English ‏سۆرانی‎

Biryara Meclisa Federal ya Almanya qirkirina-Jenoside ya li dijê Êzîdyan qebûl kir. Biryareke girîng e!

Di pê Konseya Yekîtîya Europa (YE) û deh dewletan re, Meclisa Federal ya Almanya jî qirkirina di sala 2014 de li dijî xelkê me yê Êzîdî pêk hatibû weke Jenoside qebûl kir. Kongra Neteweyî ya Kurdistanê vê biryarê bi girîngî dizane!

Di sala 2014 de xelkê me yê Êzîdî tûşî êrîşeke bi mebesta qirkirinê Êzîdîyan ya ji alyê DAIŞê û hin hevkarên wê pêk hatibû.

Armanc û hedefa vê qirkirnê, ku xelkê me yê Êzîdî ji holê rakirin bû û helbet DAIŞê bi tena serê xwe ne kiribû, hevkarên wê hin dewletên herêmî jî hebûn.

Biryara Meclisa Almanya bi danasîna Jenoside biryareke erênî ye, lê jibo çareserkirina pirs û dermankirina ku di dilê xelkê me yê Êzîdî de vekerîye têr nake!

Daxwaz û hêvîyên KNKê di serîde ji NY, YE û hemû sazîyên navdewletî yên di vê mijarêde biryar girtine, ku tişta bi serê xelkê me yê Êzîdî hatîye, weke Jenoside bi navkirinêe xûhê.
Lê biryar bi vî rengî têr nake. Pêwîstî bi hin biryarên din ligor prensibên dê çawa Jenoside dubare nebe û heta radeyekê zerar û zîyanên wan bête telafî kirin.

Ewlekarî û statuya xelkê mig yê Êzîdî bête misoger kirin!
KNK van daxwaz û hêvîya ji sazîyên navdewletî dike ku bi van erkên xwe rabe û li gor prensîben çareserkirin pirsên xelkê ku tûşî Jenoside bûn bi heman rengî jibo xelkêgere me jê Ezîd

  • Ewlekarîya xelkên Êzîdî li Şengal û weleatên ku lê nistecih bûne misoger cykel
  • Jibo qebûl kirina îrade xelkê Êzîd û nasîna statuyeke fermî bo herêma Şengalê
  • Dadgehkirina DAIŞ û hêzên tev li qirkirinê bûne li Dîwana Adeletê bêt qebûl kirin û bêne darezandin
  • Şengal û deverên xelkên Êzîdî lê niştecîhin ji êrîşan, di serîde ji alîyê Turkîye pêk tên bêtin paraztin
  • Jibo ji nûve avakirina Şengela projeyeke navdewletî bi pêşengîya xelkê Şengal bête dest pêkirin
  • Derfetan bo xelkê Êzîdî jibo vegerin ser cîh û warên xwe peyda cykel

Konseya Rêvebir ya KNKê