Languages: English ‏سۆرانی‎

Encamnameya Civîna Konseya Rêvebir ya KNKê

Konseya Rêvebir ya KNKê rojên 14-15.01.2023 an li navenda KNKê, bi beşdarîya piranîya endaman civîna xwe ya asayî, piştî cıvata giştî ya 21em pêkanî.

Konseya KNKê bi yek xuleke rêzgirtin bo cangorîyên Kurdistanê dest bi civîna xwe kir. Piştî nirxandinên rewşa siyasî li ser cîhanê, Rojhilatanaverast û Kurdistanê, di heman demê de nirxandinên li ser cıvata Gistî jî hatin Kirin. Konseyê ligor peyman û peyreva xwe erk û berpirsîyarên komisyon û komîteyan destnişan kirin. Nirxandinên siyasî bi aweyekî berfireh li ser rewşa siyasî, civakî û aborî ku li cîhanê, Rojhilatanaverast û bi taybetî li Kurdistanê rûdane hate rawestin û anlîz hatin kirin. Ev civîn hin taybetmendîyên xwe hebûn. Hin ji wan taybetmendîyan yek jê berdewamîya raperîn û serhildanên li Rojhilatê Kurdistanê ku her diçe berberfireh dibe û li tevaya Îranê belavbûye, ya ku bi slogana Jin Jiyan Azadî ketîye rojava cîhanê ye.

Tayebetmendîyek din ewe ku dewleta dagerker ya Tirk êrîş, gef û tehdîdên xwe li hemberî destkeftîyên Rojavayê Kurdistanê yên bê perwa berdewame û dixwaze bi tevahî Rojavayê Kurdistanê dager bike. Di heman demê de êrîşen dewleta dagerkir ya Tirk li ser Başûrê Kurdistanê jî berdewame û di van êrîşan de bi kar anîna çekên kîmyawî, yên ligor peymanên navdewletî qedexe kirîye.

Di asta navdewletî jî de pirsên weke şerê Ukraniya-Rusya, endametîya dû welatên Skandînavyan û helwesta Turkîye, krîza aborî ku bandora xwe li seranserê cihanê dike mijarên nirxandin û analîza bûn. Konsey bi tayebetî li ser bandora şerê Ukranya û Rusya ku em vî şerî weke şerê cihanî sêyem yê berfirehbûyî bi nav dikin ku bandora wê li ser rewşa siyasî, aborî û ewlekarîya pirsa kurd û Kurdistanê û ya cîhanê kirîye rawestîya. Bê şik û gûman bandora şer metirsîdarî li ser herêma Rojhilatanaverast û bi taybetî li Kurdistanê jî kirîye. Di vê çarçevê de dewleta turk bi aweyekî bê perwa û bê exlakî dixwaze sûdê jê wergire ku şerê xwe yê topyekûn li hemberî kurda rewa bike. Li hêleke din dixwaze kû pirsa serlêdana Swêd û Finlandîya bo endamatîya Nato yê bike mijara bazarê li ser pirsa kurd ku li gor xwe encamekê bidestxe. Di heman demêde dixwaze mijara endametîya Swêd û Finlandîya bo Nato yê li gel Emerîkayê jî bike mijara bazerê, da kû kurdan bê dosta û heval bihêle.

Konseya KNKê balkişand ser rewşa Turkiye, ku ber bi helbijartinên giştî ve diçe û bi berfirehî êrîşên li hemberî siyasetmedar û çalakvanên siyasî li Bakûrê Kurdistanê zêde kirine û dixwaze gelê kurd û tekoşîna azadîyê lawaz bike. Bi taybetî li Turkîye û bakurê Kurdistanê bi ti rengî nirxên demokrasîyê nehiştîye, rejîma diktatör ya AKP-MHP bi aweyekî sistematîk li hemberî gelê kurd, ziman û çanda wî qedexe dike û hebûna kurd red û înkar dike.

Li gel vêya jî êrîşen xwe li ser başûr û Rojavayê Kurdistanê, Şengal û wargeha Maxmûre berfireh kirîye û her cûreyên çekan, kû di nav de çekên kîmyawî jî bikar tîne. Gef û tehdîdan li ser Rojavayê Kurdistanê zêde kirine û amadekerîyên dagerkirîyeke nû dike. Deweleta tirk dixwaze di bin sîya vê rewşa aloz ya cîhanê sûd wergire û bi her şêwazî êrîşî destkeftîyên kurd dike, ku bi tundî ji holê rake.

Civîna konseyê bal kişand ser bê istikrarya siyasî ya li tevaya Irakê, alozyên li başurê kurdistanê û tehdîtên li ser Şengalê. Peymana 9 cotmeha 2020 ku ji terefê desthilatdarîya PDKê, hukutmeta navendî ya Irakê û bi tevlêbûna dewleta tirk gihîştîye astek gelekî metirsîdar ku dixwazin gelê me yê Êzîdî li Şengalê bê statu bihêle hate rawestîn û da dîyarkirin, ku em bi tê şêwazî çareserîyek bêyî îrade û tevlêbûna gelê me yê Êzîdî qabûl nakin.

Li Rojhilatê Kurdistanê jî bi heman şêwazî zordarîyek tund li hemberî serhildan û raperînên gelê me yê Rojhilat pêk tîne û rewşa Rojhilatê Kurdistanê jî gelek aloze. Konsey dixwaze bo raya giştî ya her çar beşên kurdistanê bide xuyakirin ku em di qonaxek gelekî metirsîdar û hesas de derbas dibin, gef û tehdîdên gelek cidî li hember destkeftîyên me hene û bi pêwîst dizana ku herkes di vê qonaxê de bi mesûlîyetke cidî li erkên xwe xwedî derkeve û bi mesûlîyetî tevbigere da ku em karibin yekrêzîya xwe pêk bînin.

Konsey bi taybetî li ser rewş û tecrîda li dijî rêberê gelê Kurd birêz Abdullah Öcalan jî rawestîya û bangewazîyê li sazîyên navdewletî yên weke, CPT û Konseya Yekîtîya Europa yê dike ku bi erkên xwe rabe, bi mebesta dawî anîna tecrîda li ser birêz Öcalan rabe û derfetên hevdîtinan yên ligel malbat û parêzerên wî pêk were.

Weke kû Konseyê berîya nûha jî dabû dîyarkirin ku KNKe di Pêvajoyeke xwe nûh kirinê de ye û amadekarîyên xwe di har warî de dike. Cıvata giştî ev mijar xistibû rojeva xwe û guhertinên pêwist pêk anîn. Bi mebesta cî bi cîh krina van guhertinan de, konseyê nirxandinên berfireh û cidî, di warê Peyman û peyrevê, struktur û guhertinên di belgeya stratêjîk ya KNKê de pêk anî. Konseyê di wê bawerîyê da ye piştî van guhertinan dê Kongreya Netweyî û Niştiman hîn bi hêztir û temsîlîyeteke hîn berfirehtir bike û dê karibe bibe bersîva pêwîstîya gelê Kurdistanê, da kû hemû katagorîyên civaka Kurdistanî bi her pêkhatîyên xwe pêk bîne. Bawerîya Konseyê ewe kû hemû derfet û îmkanên me hene ku vê ya pêk bîne.

Konseyê di roja dûyem de bi berfirehî tevî civîna komîteya diplomasîya Hevbeş ya Partî û Rêxistinên Siyasî yên Kurdistanî û komîteya kar û çalakiyên Sedsalîya Peymana Lozanê bû, li ser kar, xebat û plansazîya komîtê şirove kirin û hazirîyên xwe di ber çavan re derbeskirin.

Konseyê di dawîya civîna xwe de bi pêwîstî dît û dizane jibo ku em di kar û xebata xwe de bi serkevin xwedî israr û îrade bin û ev jî ligel me heye. Jibo serkeftinê jî gerek herkes bi şêwazekî seferberîyê kar û xebatê bike û bi vê mebestê jî gelek biryarên giring, hem li ser plansazîya kar û xebatên KNKê yên şeş heyvên pêş me û li ser xebatên sedsalîya peymana Lozanê hatin girtin.

Konseya Rêvebir ya KNK

Komisyon û Komîte

Komisyona Karê Derve
Berpirsîyar: Nilufer Koç

Komisyona Ziman, çand û Perwerde
Berpirsîyar: Dr. Sherko Mihemed Emin

Komisyona Jîngehê
Berpirsîyar: Shahla Hafid, Dr. Kamuran Berwarî

Komisyona Jinan
Berpirsyar: Sabrîye Sevgat, Amina Raad

Komita Aborî
Berpirsîyar: Zubeyir Aydar

Komîta kurdên Feylî
Berpirsyar: Shahla Hafid

Komita Bawerîyan
Numan Ugur, Mecid Heso

Komita Mafê Mirovan
Berpirsîyar: Said Senendejî, Kurda Omer

Komita Ragîhandinê
Berpirsîyar: Refik Gefur

Komîta şopandina rewşa Rojhilat
Said Sanandejî,Tahir Kamalizadeh, Ibrahim Alipour, Amina Raad, Zubeyir Aydar, Refiq Gafur