Languages: English ‏سۆرانی‎

BEHÎNAME Li Ser Wefata Endama Konseya Rêvebir ya KNK ê Birêz Kwêstan Dawudî

Ji Bo Gelê Kurdistanê
Ji Bo malbata Kwêstan Dawudî

Xebera xembar û dilsoj ya wefata Endama Konseya Rêvebir ya KNK ê Birêz Kwêstan Dawudî, gihişte me û em bi vê yêkê gelek xemgînin. Bîrêz Kwêstan Dawudî, di destpêka şoreşa rojhilata Kurdistanê de cihê xwe girt û jiber wê xebata xwe kete zîndanên rejîma Îran ê. Demeke dirêj di zîndanên rejîmê de ma. Piştî ji zîndanê derket, xebata xwe berdewamkir û derket derveyî welat. Li derveyî welata jî, heta roja dawî ya jiyana xwe, bi temamî di xeta welatparêzî de xebatkarek çalak bû.

Birêz Kwêstan Dawudî, ji pazdeh salan zêdetire endamekî çalak ya KNKê bû û herweha endama Konseya Rêvebir ya KNKê bû. Di hemî kar, çalakî û civînên KNKê de weke endamekî serkêş amade bû. Teybetî di xebatên jibo rojhilatê Kurdistanê de xwedî cihekî diyar bû. Dema ku serhildanên li ser şehadeta Jîna Emînî destpêkirin, Heval Kuwêstan bi wî halê xweyê nexweşîya giran de jî, tevlî çalakîyan bû û di nava serhildanê de cihê xwe girt.

Wefata Heval Kwêstan jibo me û jibo hemî gelê me, windayîyek mezin e. Em ji ber wefata Birêz Kwêstan Dawudî gelek xemgînin, xemgînîya malbatê û dost û hevalên wê parve dikin. Bi vê munasebetê em sersaxîyê didine hemî gelê Kurdistanê, xebatkarên şoreşê û malbatê.

Heval Kwêstan, bila çavên te di şûnde nemînin, emê li ser şopa te bimeşin, emê axîn û wesyetên te pêkbînin.

Silav û rêz.

Konseya Rêvebir ya KNKê