Languages: English ‏سۆرانی‎

Bangewazîya Lezgînî!

Ji Bo raya giştî ya gelê Kurdistanê, welatparêz û kesayetîyên bi rûmet!

Arteşa dewleta dagerkir ya tirk di destpêka roja 24 nîsanê 2021 de operasyoneke leşkerî, ya bi tevlêbûna hêzên hewayî û bejahî li herêmên Metîna, Avaşîn û Zapê destpêkirî ye!

Bi taybet em dixwazin bidin dîyarkirin ku dewleta tirk di rojeke weha de ev operasyon daye destpêkirin ku bi armanc û mebesteke tyabetîye, êv roj, roja salwergera katlîam, jenosaide û qirkirina li hemberî gelê Ermenîye. Em baş dizanin ev peyam û mexseda dewleta tirk kû ev operesyon, operasyona katlîam, qirkirin ya li hemberî gelê kurd û kurdistanyane. Dewleta tirk bi vê mexsed û mebestê dest bi vê operasyonê kirîye û dixwaze vê peyamê bide gelê kurd.

Lewra em weke kongra neteweyî ya kurdistanê bangawazîyê li gelê kurd û kurdistanîyan dikin ku li kîjan beşê kurdistanê dibe û li kîjan devera cîhanê jî dibe, pêwîste em bêdeng nemînin û pertekên xwe bidin nîşandan.

Gelê kurd yê bi rûmet! Pêwîst tu bê deng nemîne û li hemberî vê operasyonê refleksa welatparêzîyê bide nîşandan. Peyama dewleta tirk, peyama destpêkirina katlîam û qikirnê ye! Herweha em bangawazîyê li NY, Yekîtîya Europa, Nato û sazîyên navdewlwetî dikin ku demildest bikevin nav liv û tevgêrê û li hemberî vê katlîamê ya li hemberî gelê kurd bêdeng nemîne û pêşî lê bigirtin.

Roj roja berxwedanê ye, roja parêstina hesîyet û keremata gelê kurd e! Pêwîste herkesê bi rûmet li erka xwe ya welatparêzî û paristina nirxên mafê mirovayê derkeve!

Ev bangawazîya me bo gelê me yê li her çar parçeyên Kurdistanê û li diasporêye!

Roj roja berxwedanêye!
Serkeftin bo şervanên azadîye
Serkeftin bo gelê kurd û kurdistanîyan

Ahmed Karamus
Hevserokê KNK