Languages: English ‏سۆرانی‎

Encamnameya Civîna Konseya Rêvebir ya KNKê

Konseya Rêvebir ya KNKê, 11.04.2021an roja Yekşemê, bi awayekî online civina xwe ya asayî pêkanî. Di civînê de sêrîde bûyer û pêşketinên siyasî, rewşa Kurdistan û Cihanê, bi awayekî berfireh hate nirxandin. Piştre xebatên derbazbûyî, ji teref berpirsyarên komîsyon û komîteyan ve hatin pêşkêşkirin û li ser wan xebatan nirxandin pêkhatin. Civîn bi aweyekî teybet li ser karên KNKê yên rêxistinî rawesta, rewşa komîsyon û komîteyan li ber çavan re hate derbazkirin. Di rojeva civînê de xalek giring jî ew bû ku îsal sala hilbijartina endaman û nûkirina dezgehên KNKê ye. Civîn li ser wê xalê jî rawesta û gava nûkirinê da destpêkirin. Gorî rewşa pandemîyê ev kar wê bê meşandin. Peyre jî karên dema pêş hatin plankirin.

Kurdistan, Rojhilata Navîn û bi giştî Cihan, ber bi guhertinan ve diçin. Li Rojhilata Navîn alozî, şer û qeyranek mezin heye. Kurdistan jî weke welatên din di nava van alozî, şer û qeyranan re derbaz dibi. Heta mirov dikri bêji ku alozî, şer û qeyranên li Kurdistanê, ji yên gelek welatan zêdetir û girantirin. Ev rewş, hem metirsî hem jî derfetan bi xwe re tîni. Jibo vê yekê di gav avêhtinê de divê Kurd pir bi hesas û bi hesab tevbigerin.

Li bakurê Kurdistanê, şer û tekoşîna man û nemanê berdewame. Dewleta Tirk bi hemî îmkanên xwe ve êrîşê gelê Kurd û deskevtên Kurdan diki. Niha êrîşa mezin li ser siyaset û siyayetmedarane. Dixwazin HDPê bigrin û Kurdan ji qada siyasî durbixin. Dewleta Tirk ne tenê li Bakur, her weha li Başûr û li Rojava jî êrîş diki. Roja îro dewleta Tirk bûye dijminê me yê sereke, dijmin û dagirkerên din jî, li hember gelê Kurd rêk dixe û pêşkêşîyê ji wan re dike. Li hember êrîşên dewleta Tirk, berxwedana gel û xebatkarên şoreşê, li her cih û deverê berdewame. Berxwedanek bê hempa tê meşandin.
Têkbirina operasyona berfireh ya ordîya Tirk û serkevtina Garê, di şoreşa Kurdistanê de bû hemleyek mezin. Di pîrozbahîyên Newrozê de, di rewşa pandemîyê de derketina milyonan mirovan, di destpêka sala nû de bû serkevtina duyemîn. Ev didi nîşan ku yek rê li pêşîya me heye; ew jî xurtkirina hêzên berxwedêre û xurtkirina berxwedanê ye.

Li rojhilatê Kurdistanê, binpêkirina mafên mirovan, sêdaredana girtîyên siyasî, zext û êrîşên dewleta Îranê yên li ser gelê me berdewamin. Dewleta Îranê hêzên xwe yên leşkerî yên bijare li kurdistanê bi cihkirine. Dem dem jî li hember hêzên Kurdî operasyon û êrîşan dike. Herweha terorkirina xebatkar û kesayetîyên Rojhilatî, li derveyî sinorê Îranê jî, karekî sereke yê rejîmê ye. Ji ber siyaseta dewleta Îranê ya aborî ya ku gelê Kurdistanê feqîr dihêle û gel bê kar dihêle, rewşa aborî ya rojhilatê Kurdistanê hingî diçi xiraptir dibi. Encamên vê siyaseta birçî hiştinê, dibi sedemê pirsgirêkên civakî, koçberî û kolberî yê. Herweha hêzên dewleta Îranê, di bin navê parastina sînor de, rojane kolberên Kurd dikuji. Ev kesên henê jiber ku Kurdin têne kuştin.

Di civînê de, rewşa rojhilatê Kurdistanê bi berfirehî hate nîqaşkirin. Peymanên dewleta Îranê yên li gel Çîn û Rusya jî ahtin nirxandin. Herweha li ser encamên Konferansa Rojhilatê ya ku di meha Sibatê de hatî çêkirin hate rawestan û konferans bi awayekî serkeftî hete dîtin. Jibo biryarên Konferansê bêne cîbicîkirin, komîteyek hate erkdarkirin.
Li rojavayê Kurdistanê, rewşa hesas û êrîşên dewleta Tirk û hevkarên wê berdewamin. Dewleta Tirk, li derfetan digeri ku êrîşên xwe berfireh biki û deskeftên gelê me yê li Rojava têk bibi.
Ev metirsî û xeterî berdewame. Li alê din rejîma Şamê jî, nayê ser maseyê muzakereyan û gefan li Rêberîya Xweser ya Bakur-Rojhilatê Sûrî dixwe. Peywendîyên Rêveberîya Xweser yên navneteweyî, niha ji sala derbazbûyî baştirin. Lê li gel gelek peywendîyên navneteweyî jî, heta niha di asta Neteweyên Yekbûyî, rêxistinên din yên navneteweyî û dewletên mezin de, deskevtên gelê me yê li Rojava nehatine fermî kirin. Divê di hemî waran de Rêveberîya Xweser bê xurtkirin, di heman demê de divê dîplomasîyek xurt jî bê meşandin û statûya herêmê bê fermî kirin. Ev kar jî bû karekî dema pêş yê plansazîya civînê.

Mixabîn li başûrê Kurdistanê jî pirsgirêk berdewamin. Teybetî piştî referandûmê ku wê ve girêdayî deverên dabirayî (deverên Madeya 140) carek din ji teref hêzên Êraqê ve hatin dagirkirin; ji wê demê û heta niha li başûrê Kurdistanê, qeyran giran û kurtir bû. Ev qeyran siyasîye, aborîye, civakîye, dîplomatîke û di hemî warên jiyanê de derdikevi pêş. Peywendîyên li gel hukumeta Êraqê, weke tê xwestin nînin. Pirsgirêka petrol û budceyê de, her çend van rojên dawî de hinek gavên pozîtîv hatibin avêhtin jî, lê pirgirêk temamî nehatîne çareserkirin. Problema mezin ya deverên maddeya 140in. Sêrîde li Kerkûk, li deverên din yên germîyan û giştî li hemî deverên dabirayî, rewşa gelê me gelek xirabe. Êrîş li ser gel çêdibin, mal û milkên wan têne talankirin û niştecihên Kurd têne koçberkirin. Dever bi giştî tê Erebkirîn. Hingî diçe ev rewş girantir dibe. Tenê problem bi hukumeta merkezî re nînin. Êrîşên Tirkiyê û Îranê jî li ser Başûr hene. Ev êrîş rojane berdewam dikin û zererekî can û mal ya mezin didin gelê me.

Pirsgirêka Şingalê jî hingî diçi kûrtir dibi. Bê ku ji xelkê Şingalê bipirsin, li ser mesela Şingalê, di navbera Hevlêr û Bexdayê de peymanek hate çêkirin. Nûnerên xelkê Şingalê, peymana ku di navbera hukumetên Hevlêr û Bexdayê de li ser Şingalê hatî çêkrin, napejirînin û bertekan nîşan didin. Ev jî heqê wana ye. Pirs li wan nehatîye kirin û îradeya wan hatîye binpêkirin. Şingal bi pêkhateyên xwe ve herêmeke xwedî teybetmendîyên cuda ye.

Piranîya şêniyên wê Kurdên Êzidî ne û Şingal parçeyeke ji axa Kurdistanê ye. Jiber vê teybetmendîyê jî, serê sedan salane bûye hedef. Herî dawî jî, wehşeta ji alê DAIŞê ve li Şingalê hatî kirin, birînên kûr li laşê Şingalîyan de vekirine. Divê Şingal, rewşa xelkê Şingalê û pirsgirêkên Şingalê, bi awayeke teybet bêne destgirtin û çareserî jêre bêne dîtin. Divê îradeya xelkê Şingalê, esas bê girtin. Di civînê de, biryar hate dayîn ku di demeke nîzing de li ser rewşa Şingalê konferansek Onlîne bête çêkirin.

Li başûrê Kurdistanê, di van demên dawî de li ser rojnemevan, rewşenbîr, mûxalîf û kesên mafê mirovan diparêzin, zext zêde bûne û li gelek cihan jî girtî têne îşncekirin. Ji gelek girtîyan weke tê xwestin agahî nayên girtin. Hinek girtî ev demeke dirêje di greva birçîbûnê de ne. Ev rewş bi ti awayî nayê qebûl kirin. Em di vî warîde bang li Hukûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku vê rewşa xeter ji holê rakin, mirovên ji bo siyasetê û li ser nêrînên xwe hatine girtin, di demeke zûde werin azad kirin.

Rewşa Kurdên Feylî jî mijarek ya civînê bû. 41 sal pêş niha qetlîam, jenosid, talankirin û koçberkirina Kurdên Feylî, ji teref rejîma Baes ve, birînek mezin li laşê gelê me de vekir. Ew birîn heta niha jî, nehatîye dermankirin. Pêrsgirêka Kurdên Feylî berdewame. Biryar hate standin li ser rewşa Kurdên Feylî, di demeke nîzig de konferansek Onlîne bête çêkirin.

KNK, du salan carekî endamên xwe yên Civata Giştî ji nû ve hildibêjêre û organên xwe jî nû dike. Îsal sala hilbijartin û nûkirinê ye. Ev mijar jî weke mijareke sereke hate rojevê û hate nîqaşkirin. Di rewşa pandemîyê de ev kar wê çawa bê plankirin, emê bikarin di dema xwe de Civata Giştî kombikin an emê nekarin. Ev hemî pirs û gumanên dema pêşên. Lê gel vê rewşê jî, starta gava nûkirinê hate dayîn. Di dema pêşîya me de, wê li gel endaman, partî, sazî û kesayetan peywendî bêne danîn û nêrîn bêne komkirin. Gorî nêrîn û pêşniyaran gavên pêwîst wê bêne avêhtin.

Piştî van xalan, xebatên din yên dema pêş hatin nîqaşkirin û plansazîyek berfireh ya xebatê hate çêkirin.

Konseya Rêvebir ya KNKê