Languages: English ‏سۆرانی‎

1ê Gulanê: Cejna Karker û Kedkarên Cihanê Pîroz be

Karker û kedkaran bi têkoşîna xwe, bi berxwedana xwe, bi xwuhdana enîya xwe, bi keda xwe, 1ê Gulanê kirine cejna xwe ya “Yêkîtî, Têkoşîn û Piştgirîyê”. Ev cejn vê gavê li seranserê Cıhanê tête pîroz kirin. Bila Cejna 1ê Gulanê li karker û kedkarên Kurdistanê û hemû Cîhanê pîroz be.

Cejna 1ê Gulanê ya hemû xelkê Kurd e, ya Kurdistanîyan e jî. Xelkê Kurd û hemû Kurdistanî eve serê sedan salan e, ji bo azadîyê, rizgarîyê, jîyaneke dilşa û serbilind têkoşînê dikin. Ev têkoşîn bi xwe kedeke mezin û bihadar e. Lewma Kurdistanî karker û kedkarên azadîyê û rizgarîyê ne. Pêkve xelkên Kurdistanî jî, bi vê keda mezin ya têkoşînê, cejna 1ê Gulanê heq kirine. Bila li wan jî pîroz be. Gerîlla û Pêşmergeyên û doza mezin ya Kurdistanê jî, bi fedakirina canê xwe, karker û kedkarên herî rêzdar yên1ê Gulanê ne, bila li wan jî pîroz be.

Rejimên zalim û zordar herdaîm pîrozkirina vê cejnê qedexe kirine, hezaran zor û zehmetî derêxistine pêşîya karker û kedkaran û hemû xelkê, da ku vê cejna kedê pîroz nekin. Lê ne karkeran, ne kedkaran, nejî xelkê, serê xwe li ber van zulmên serdestan şor nekirine û têkoşîn û berxwedana xwe domandine û ev cejn li ser çeperê têkoşînê bi dest ve anîne. Gelê Kurd ji kevin were, ev cejna kar û kedê wekî cejna xwe qebûl kirîye û bi dilgermî, coş û heyecaneke mezin pîroz kirîye.

Em îsal jî cejna 1ê Gulanê, di rewşeke giran de pêşwazî dikin. Li çar alîyên Kurdistanê, êrîş û planên dijê gelê Kurd berdewamin. Projên dijminan mezinin û hemî deskeftên Kurdan di bin xeterîyek mezin de ne. Divê hemî hêzên Kurdistanî, yekîtîya xwe xurttir bikin û bi hevre bi yek dengî dijê van planan derkevin.

Li Turkîya û bakura Kurdistanê niha hilbijartinek di rojevê de ye. Kurdan jî bi dostên xwe ve, lîsteyek çêkirine û tevlî hilbijartinan dibin. Ev hilbijartin giringin. Di seranserê welêt de bayeke xurt yê guhertinê heye. Di van hilbijartinan de amanca tifaqa Kurdistanî ewe ku rejîma şerxwaz û faşîst têkbibin û bi êjmarek mezin nûneran bişînin parlamentoyê. Em weke KNK, piştgirîya lîsteya Kurdistanî (HDP – Partîya Çepên Kesk) dikin û bang li gelê xwe dikin ku biçin ser sindoqan û vê derfetê karbînin.

Divê hemî hêzên Kurdistanê dijê êrîş û planên dagirkeran derkevin. Bi vê munasebetê em bang li hemî Kurd û Kurdistanîyan dikin ku li herderî tevlî çalkîyên pîrozbahîya 1ê Gukanê bibin, di van çalakîyan de, li hember êrîş û dagirkerîyê derkevin û dengên nerazîbûna xwe ya li hember dagirkeran bilind bikin û li tenişta hêzên parastina Kurdistanê cihê xwe bigrin.
KNK 1ê Gulanê, vê cejna karker û kedkarên Cihanê, li gelên Kurdistanê û hemû xelkên Cihanê pîroz dike.

1ê Gulanê, Cejna Karker û Kedkaran pîroz be!

Konseya Rêvebir ya KNKê
30 Nisan 2023