Languages: English ‏سۆرانی‎

JENOSÎDA BI DESTÊ ÎMPARATORÎYA OSMANÎ YA DI SALA 1915an DA HATÎYE KIRIN BILA BÊTE QEBUL KIRIN

Imparatorîya Osmanî û hevkarên wan di sala 1915an da, dijî gelên xwecihî yên Xiristiyan (Mesîhî) ku li cografyaya Mezopotamya û Anatolîya dijîn, qirkirinek mezin pêkanî.

Hejmareke bilind ya Kurdên Êzidî jî bi ber vê jenosîda wan ketin. Di vê qirkirine da rêvebirên Cemîyeta Ittihat Teraki, çeteyên Teşkîlata Mexsûsa, Alayên Hemîdîyê û Artêşa Osmanî, efserên (sobayên) di Artêşa Osmanî da kar dikirin, li hemberê mirovahîyê sûc kirin. Gelê Ermenî û Asûrî-Suryanî-Kildanî, bi armanca ku bi dirok û kultura wan ve ji holê rakin qir kirin. Ev qirkirin li dijî mirovahîyê sûcek e ku ne mumkun e bête inkar kirin. Belgeya berçav û heqîqî hejmara kuştina ji milyonek û nîvan zêdetir mirovan e. Qeydên nufûsa Împaratorîya Osmanîyan jî vê rastîyê teyîd dikin.

Ji gelê Asûrî-Suryani-Kildanî zêdetir ji nîv milyonê, ji gelê Ermenî jî di ser milyonekê mirov bi barbarî û bi rengên cuda û li cihên cuda hatin kuştin. Bi sed hezaran kes jî, ji cih û warên wan, bi Qanûna Tehcîrê hatin surgun (mişext) kirin. Bi deh hezaran, piranî zarokên keç û jinên ciwan, hatin misilman kirin û bi awayekî xeyrî insanî, bi zorê hatin zewicandin.

Bi hezaran warên bicihbûnê, dêr û manastir, dibistan û pirtûkxane, kargeh hatin wêran kirin. Hejmareke ne diyar mal û milk û dewlemendî hatin desteser kirin û xesp kirin. Kuştin û birandina gelên Asûrî-Suryanî-Kildanî û Ermenî û wêrankirina wargeh û şopên kulturî û dîrokî yên wan mubah hate ditin; bi bangên cîhadê û bi fermanan paksazîya etnîk û dînî hate kirin.

Împaratorîya Osmanî, axa Mezopotamya û Anatolîya dagîr kir û bi sedsalan talan kir û di sala 1915an da jî ev gel qir kirin ku ji vê birîna jenosîdê hêj jî xwûn têt. Ev travmaya ku bi serê van xelkan hatî eve sed û heşt sal in li ser nifşên nû bûye trajedî ku bi bîrhatinên gelek tahl ve tijî ye. Piştî jenosîda ku sed û heşt sal ji ser ra derbazbûyî, Komara Tirkîyeyê ku mîratxwera Imparatorîya Osmanîyan e, vê qirkirinê qebûl neke hingê dibe şirîkê vî sûcî ku eve tête manaya bi awayekî din domandina jenosîdê. Bi munasebeta 108. sala jenosîdê em bang li Komara Tirkîyeyê dikin ku qirkirinê qebûl bike û pêdivîyên wê jî bîne cih.

Em wek KNK, jenosîda sala 1915an careke dî bi xurtî şermizar dikin û daxwaz dikin ku ji alîyê tevahîya dem û dezgehên peywendîdar ve bête qebûl kirin.

Konseya Rêvebir ya KNKê
23.04.2023