Languages: English ‏سۆرانی‎

Roja Zimanê Kurdî pîroz be!

Bi diruşma zimanê me beşeke girîng a hebûna me ye Roja Zimanê Kurdî pîroz be!

15ê Gulanê, Roja Zimanê Kurdî ye, di dema ku em vê salvegerê pîroz dikin, dijminên gelê me yên li Tirkiye û Îranê bi awayekî hovane mafên me yên neteweyîî û di nav de mafê zimanê me yê zikmakî qedexe kirine û hewl didin ku ji holê rakin. Li rojhilatê welat şoreşa jîyanê “Jin, Jiyan, Azadî” parek giring jê jî bi vê doxê ve girêdayî ye. Her çiqas başûr û rojavayê Kurdistanê çend qonax li pêş be, tê de zimanê kurdî zimanê perwerde, fêrkirin û rêveberiyê be jî, ev nayê wê wateyê ku kêm û kasî û arîşe tê de nebin.

Gelê me ji bo berdewamiya hebûna xwe her tim têkoşiyaye. Di vê têkoşînê de çeperê berxwedana ziman her tim bûye sengerê man û neman û jiyanê. Ji ber vê yekê dagirkeran jinavbirin û lawazbûna gelê Kurd bi tinekirina ziman ve girê dane.

Ji bo vê jî girîng e ku Kurd di mijara ziman û perwerdeya bi zimanê xwe yê zikmakî ku kurdî ye de tekes û israr bikin û ji bo vê, têkoşîneke berdewam bikin.

Em li KNKê, bi vê hizr û baweriyê dîsan cejna zimanê kurdî bi dirûşma “Zimanê kurdî beşeke giring a hebûna me ye” pîroz dike û li gel alîyên taybetmend û pispor yên vî warî re bi plan xebateke berdewam dikin jibo pêşxistina zimanê kurdî di hemû biyav û astan de.

Em careke din Roja Zimanê Kurdî li hemû gelê Kurd û Kurdistanê pîroz dikin.

SORANI 

Komîsyona Ziman, Çand û Perwerdeyê
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê – KNK
15 Gulan 2023