Languages: English ‏سۆرانی‎

14–15–16ê Gulanê, Cejna Zimanê Kurdî pîroz be !

Daxûyanîya Çapemenî 15.05.2009- Ji niha ve amadekarîya pîrozkirina Cejna Zimanê Kurdî bikin ! Bo xelkê Kurd û Kurdistanê, Bo hemû dem û dezgeh û rêxistinên Kurd û Kurdistanê

Zimanê Kurdî digel neteweyê Kurd, di nav mexdûrîyeta cîhanê da li rêza serî ye. Zimanê Kurdî hêj jî bi ber qedexeyan dikeve û zordestîya li ser zimanê Kurdî bi hemû reng û metodan didome. Serê vê êriskarîya bêyûm dewleta Tirk dikêse û dewletên Îran û Sûrîyeyê jî kêmî wê nînin. Li van dewletan, Kurdî, bi taybetî di pratîka polîtîk û wesangerîya bi gistî da bi hemû rengan hêj jî rastî hizaran astenga têt. Di nav sîstemê perwerdeya fermî da ji xwe nîne. Bi metod û teknîkên nû asîmîlasyon tête domandin. Zimanê Kurdî li van dewletan, bi manaya ku em têdigihin, hêj jî ne azad e. Ji ber vê yêkê, heta ku Kurd azad û Kurdistan rizgar dibe, heta ku zimanê Kurdî di nav sîstemê perwerdeyê da bi kar têt, heta ku zimanê Kurdî di nav mekanîzmayên dewletê da dibe fermî, têkosîna zimanê Kurdî dê dom bike û divêt bidome.

Yêk ji armanca bizava neteweyî ya xelkê Kurd jî ew e ku zimanê Kurdî ji vê rewsa bêhnçikêr xilas bike, rê li ber pêsveçûn û gesbûna zimanê Kurdî veke. Eve ji alîyê bingehîn ve bi xelkê Kurd ve girêdayîye. Anku xelkê Kurd di serî da divêt bi xwe li zimanê xwe xwudan derkeve, dijî hemû astengî û zordestîyan zimanê xwe, bi israr, di nav hemû xelekên jîyanê da bi kar bîne. Yêk ji çeperên xurt yê dijî dewletên kolonyalîst û asîmîlasyonîst jî parastina makzimanî ye. Lewma xelkê Kurd divêt dijî van dewletên asîmîlasyonîst, têkosîna ji çeperê ziman ve sist neke, zimanê xwe “de facto” di hemû dem û dezgehên fermî da bi kar bîne, li ser sîstemê ferz bike.

KNK wekî rêxistina bilind ya neteweyî, giringîyeke mezin dide bizava li ziman xwudan derketinê. KNKyê bi vê armancê, daku têkosîna dijî dewletên asîmîlasyonîst xurt bibe, çeperekî nû ava kir û di sala 2006ê da biryar da ku 14ê Gulanê wekî Cejna Zimanê Kurdî bête pîroz kirin. Ji sala 2007ê were jî Cejna Zimanê Kurdî bi suûreke mezin ya neteweyî tête pîroz kirin. KNKyê îsal li ser daxwaza xelkê Kurd, biryareke nû stand û Cejna Zimanê Kurdî kire sê roj. Ji îsal pêve, Cejna Zimanê Kurdî di 14-15-16ê Gulanê da dê bête pîroz kirin. KNK vê gazîya neteweyî digihîne xelkê xwe ku dijî bêdadîya dewleta Tirk û herweha dewletên Îran û Sûrîyeyê ya ku bi serê zimanê Kurdî tînin, têkosîna xwe bilind û xurttir bikin. Bila ev rojên Cejna Zimanê Kurdî bibine zemînê têkosîna antî asîmîlasyonîst û antî kolonyalîst. KNK di wê bawerîyê da ye ku, qonaxa îro ya têkosîna neteweyî têda, wezîfeyeke neteweyî li ser milê her Kurdî ferz dike ku alaya dengî ya neteweyê Kurd, anku zimanê Kurdî, hakimî jîyana xwe bikin û bi dewletên dagîrker û asîmîlasyonîst bidine qebûl kirin.

KNK hêvî dike ku Cejna Zimanê Kurdî di van hersê rojan da, li seranserê Kurdistanê, meydanên dîasporayê û her derê ku Kurd lê, bi cos û heyecaneke mezin bête pîroz kirin.

KNK bangî xelkê xwe dike ku vê cejna pîroz, Cejna Zimanê Kurdî, hêjayî têkosîna salan û bedelên giran pîroz bike.

Bi van bîr û bawerîyan, KNK Cejna Zimanê Kurdî li hemû neteweyê Kurd û Kurdistanîyan pîroz dike.

Konseya Rêvebir ya KNKyê
15.05.2009