Daxûyanîya Çapemenî 09.05.2009 – Weke tê zanîn, ev demeke(24.04.2009)du siyasetmedar û endamên Kongreya me; Remzi Kartal û Eyup Duru li Ispanya, bi biryara dadigeha vê dewletê hatinin ragirtin. Pêsî hatin girtin, pist re hatin berdan; lê her roj diçin imze didin.
Nuha me agahî stand, ku, Dewleta Ispanyayê, daxwaziya teslimkirina endamên me yaTirkiyeyê qebûl kiriye û prosedura sandina Tirkiyeyê daye despêkirin.
Em vê helwesta Dewleta Ispanyayê, ji despêkê de mafdar nabînin, dijî yasayî dibînin, belê siyasî dibînin.
Em vê siyaseta li dijî mafên mirovan û li dijî yasayên navnetewî, ku endamên me radigre û nuha jî hez dikin helwesteke hîn xerbtir li ser wan bikarbînin, em sermezar dikin.
Berî nuha jî. van endamên me li hinek dewletên Avrupa rastî/laqayî hinek helwestên wisa hatibûn. Belê hate diyarbûn ku endamên me mafdar bûn û ji alî wan dewletan azad bûn.
Lewma em, careke din van mînakan destnîsan dikin û Dewleta Ispanya jî bi bîrdixin ku ev neheqiyeke gelek mezin e; di kesayetiya van endamên me û saziya me KNK de li dijî mafê gelê Kurdistanê ye. Banga me eve ku, ji bedjewendiyên Dewletên xwe(Ispanya û Tirkiye) re, mafê gelê me yê demokratik û mirovatî neke qurban/boraq.
Her wiha em bang li hemî sazî û dezgehên navnetewî jî dikin, da ku li dijî vê helwesta ne yasayî û ne mirovahî bi erkên xwe rabin.
Bêgûman banga me ya bingehîn li gelê me ye û divêt li her welatê ku lê dijît, bi her awayê yasayî û mesrû pisgiriya siyasetmedarên xwe bikin.
Dewleta Tirkiyeyê, dixwaze gelek dewletan besdarî gunehbariya xwe bike.
Bang û daxwaziya me di dawiyê de ji Dewleta Ispanya jî dê ev be; ne be sirîkê sûcê Dewleta Tirkiyêyê û ya rast û ya berjewendê mirovatiya cihanê tê de heye azadbûna endamên me Remzi Kartal û Eyup Duru ye.
Konseya Rêvebir a KNK
09.05.2009