Languages: English ‏سۆرانی‎

Deh salîya KNKyê pîroz be!

Daxûyanîya Çapemenî 22.05.2009- KNK bi armanca yêkitîya neteweyî li 24ê Gulana 1999ê hate damezrandin. Hewcehîya yêkitîya neteweyî ji kûrahîya salan were heye û ev daxwaze îro jî dom dike. Heta ku nîrê kolonyalîzmê tête skandin, Kurdistan tête rizgar kirin, xelkê Kurd û hemû Kurdistanî azad dibin, ev daxwaze dê daîm hebe. Ji daxwazên salan jî tête têgihistin ku neteweyê Kurd û Kurdistanîyan çu cara ev daxwaza gistî sar û sivik nekirine, di her sert û delîveyî da bilind kirine û bihayekî mezin dane vê armancê.

KNK wekî rêxistineke seranserî ya Kurdistanî di demekî wisa da hate ava kirin ku pêdivîya bi yêkitîyê, di dereceya lezînîyeta man û nemanê da bû. Terkîba KNKyê her ji destpêkê were bi temsîlîyeta piranîya maqûl ya Kurd û Kurdistanîyan pêkhat. KNK bi avabûn, terkîb, program û xebata xwe ve xwast bibe zemînekî saxlem yê yêkitîya neteweyî ku prosesa yêkitîya herî fireh ya ku tête xwastin, gav bi gav bête vehûnandin. KNKyê di vî warî da gavek avêt û vê hewildana xwe didomîne.

KNKyê di midehê van deh salan da daîm xwast ku çu kes û hêzên neteweyî li derveyî vê prosesê nemînin. Di vê çarçoveyê da gelek kar û xebatên di berjewendîyê neteweyî da pêkînan. Lê KNK vê prosesa vehûnandina yêkitîya neteweyî statîk nabîne, dînamîk qebûl dike û li goreyî vê rastîyê bizava xwe ya ji bo pêkînana mezin ya neteweyî didomîne. KNK bi bawerî ye ku ev xebat û têkosîna ji bo yêkitîya neteweyî ya ku tête xeyal kirin dê pêkbêt. Deh salên hatine jîyan bi van hêvîyan ve tijî ne.

Em wekî konseya rêvebir ya KNKyê girêdayî vê îdealê ne û herweha bangî hemû kes û hêzên neteweyî jî dikin ku her bi çi reng û awayî be, bi taybetî di van rojên teng û dijwar da ku kolonyalîst terora xwe li ser Kurd û Kurdistanê didomînin, mil bidine bizava vehûnandina yêkitîya mezin ya neteweyî ya Kurd û Kurdistanê. Bila bîr û hizira yêkitîya neteweyî her jînde bimîne di serê Kurd û Kurdistanîyan da. Bi van bîr û hiziran em deh salîya KNKyê li neteweyê xwe û hemû Kurdistanîyan pîroz dikin.

Hertist bo yêkitîya neteweyî!

Konseya Rêvebir ya KNKyê
22.05.2009