Languages: English ‏سۆرانی‎

Salvegera Şorşa Jin – Jiyan – Azadî

Salek pêş niha bi îşkenceyek hovane keça Kurd Jîna Emînî, ji teref hêzên rejîma Îranê ve hate qetilkirin. Piştî vê boyera hovane li rojhilata Kurdistanê û seranserê Îranê, bi pêşengîya jinan de, bi durişma “Jin – Jiyan – Azadî” gelên Îranê rabîn ser piya û li hember zext û zilma rejîmê xwepêşandanên girseyî û mezin pêkanîn. Di van xwepêşandanan de hêzên rejîmê bi awayeke hovane êrîşê çalakvanan kirin û di van êrîşan de sedan kesan jiyana xwe ji destdan, hezaran kes birîndar bûn û deh hezaran kes jî hatin girtin. Hinek girtî bêserûçûnin û paşeroja wan nediyare û herweha gelek çalakvan hatin îdam kirin û ev îdam hêjî berdewamin.
Eve ji 40 salan zêdetire Komara Islamî ya Îranê, sêrîde mafên jinan û mafên demokratîk yên hemî gelên Îranê, binpê dike û kesên muxalîf serkut dike. Îran sêrîde jibo jinan û jibo hemî gelên Îranê bûye zîndaneke vekirî. Gelên Îranê, ne rehetin, ne razî ne û daweya azadî û welateke demokratîk dikin. Ev xwepêşandan jî nîşaneyê vê nerehetî û nerazîbûnê ne.

Em weke KNK, taleb û xwestinên gel yên azadî û avakirina welatekî demokratîk, heq û meşrû dibînin, piştgirî didin xwepêşanderan û hemî çalkvanan. Herweha em êrîşên rejîma Îranê yên li ser xwepêşanderan û îdamkirina çalakvanan şermezar û mehkum dikin.

Niha em di pêvajoya salvegera Şoreşa Jin – Jiyan – Azadî de ne û salveger di 16ê Îlonê de ye. Li hindûr li derve, gelên Îranê xwe ji salvegerê re amade dikin. Partîyên Kurdistanî yên rojhilata Kurdistanê jî, bi yek dengî heman bangê dikin. Yekdengîya hêzên Kurdistanî me dilxweş dike. Em jî weke KNK, bang li hemî Kurdan û hemî gelên Îranê dikin ku di salvegerê de tevlî çalakîyan bibin û bi hemî awayî xwedî li Şoraşa Jin – Jiyan – Azadî derkevin. Herweha em bang li hêzên Cihana demokratîk jî dikin ku gelên Îranê tenê nehêlên û li hember despotan çalakvanan destek bikin.

Tam jî di vê demê de gefên dewleta Îranê li ser hêzên Kurdistanî zêdebûne. Îran gefan li hêzên rojhilata Kurdistanê dike ku heta 19ê Îlonê çek danin û baregehên xwe yên li başûra Kurdistanê vale bikin. Ev rewşeke xetrnake û nayê qebûlkirin. Li ser vê mijarê peymana di navbera Êraq û Îranê de hatî çêkirin û daxuyanîyên vê demê yên hukumeta Êraqê jî, vê rewşa xeter kûrtir dike. Divê hukumeta Êraqê û teybetî jî rêvebrîya Herêma Kurdistanê, nekevin dabên Îranê û vê rewşê qebûl nekin.

Bi vê munasebetê, em bang li hemî hizb û rêxistinên siyasî yên li rojhilata Kurdistanê dikin ku demeke zûtir enîyekî (bereyekî) di nav xwe de pêkbînin û li hember êrîşan tevbigerîn. Herweha em bang li hemî hêzên muxalîf yên Îranê jî dikin ku jibo avakirina welatek azad û demokrat, enîyekî hevbeş pêkbînin û li hember rejîmê bi yek deng derkevin.

Em weke KNK carek dî diyar dikin ku em cihê xwe li gelê me yê rojhilata Kurdistanê û gelên Îranê digrin û herweha em bang li hemî Kurdistanîyan dikin ku gelê rojhilata Kurdistanê tenê nehêlên û tevlî çalakîyên salvegera Şoreşa Jin – Jiyan – Azadî bibin.

Konseya Rêvebira ya KNKê