Languages: English ‏سۆرانی‎

BEHÎNAME Li Ser Wefata Endamê KNK ê Birêz Fewzî Ozmen

Ji Bo Gelê Kurdistanê
Ji Bo malbata Fewzî Ozmen

Xebera xembar û dilsoj ya wefata endamê KNK ê Mamosta Fewzî Ozmen, gihişte me û em bi vê yêkê gelek xemgînin. Mamosta Fewzî Ozmen, li bakura Kurdistanê li Erzeromê, di nava xebat û sîyaseta welatparêzî de bû. Ji ber xebata û helwesta xwe ya welatparêzî, ji rejîma dagirker re bo hedef û çend caran hate girtin û bi îşkenceyan re rûbirû ma.

Ji ber êrîş û zextên dewleta Tirk, di sala 1993an de bi awayekî mecbûrî derket Ewropa. Li Ewropa jî xebatên xwe yên li hember dagirkeran berdewamkir û cihê xwe di nava xebata azadîya gelê Kurdistanê de girt. Weke mamostayekî zimanê Kurdî di xebatên pêşdebirina ziman û perwerdeya Kurdî de, bû xwedî cihekî diyar. Herweha Mamosta Fewzî Ozmen, di xebata yekîtîya neteweyî de jî de jî cihê xwe girt û bû endamekî çalak yê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê – KNKê.

Em ji ber wefata Birêz Fewzî Ozmen gelek xemgînin, xemgînîya malbatê û dostên wî parve dikin. Bi vê munasebetê em sersaxîyê didine hemî gelê Kurdistanê, xebatkarên şoreşê û malbatê.

Heval Fewzî, bila çavên te di şûnde nemînin, emê li ser şopa te bimeşin, emê axîn û wesyetên te pêkbînin.

Silav û rêz.

Konseya Rêvebir ya KNKê