Languages: English ‏سۆرانی‎

Roja Rojnamegerîya Kûrdî piroz be

Her guhertineke afirêner guhertin pey xwe de ava dike. Derketina rojnameya “Kûrdistan” di 22 Nîsan 1898 de, ew vedîtin bû kû veghurîneke di alî rewşenberî û raya giştîya Kûrdistanî, di dema xwe de kir û bandor li ser roj û salên pey xwe de kir.

Rojnameya Kûrdistan kû bi destê Miqdad Midhet Berdirxan li Qahîreyê paytexta Misir ê derket, ji bo me Kurdan di wan rojan da, tenê karekî rojnamgerî ya ji rîzê nebû, lê ji bo gelek yê bin destê dagîrkeran de, nexwende û bê agah ji dîroka xwe, însîyatîfek tejî wêrekî û îrade bû. Ew rojname bi çend hejmarên kêm kû di diyaspora û li cihên cûda derket, vebûna pencereyek bû di dûnyayeke cûda û gavek bû ku Kûrd birin nava dîroka cîhanê.

Li gorî çavkanîyan, beşeke mezin ji rojnameya Kûrdistanê ji bo Kûrdistanê dihat şandin û bê beramber di nava civaka Kûrd de, dihat belavkirin. Bi vê tiştê karî zêdtir cihê xwe nava civakê de veke û hat nasîn. Bû çavkanîya nûçe û têgîneke cûda jî, li ser xwe nasîn û têkoşîna gelê Kûrdistanê hilbirand.

Eger di wan rojan da, di vê derfeta teng, tenê rojnameyek û karên rojnamegerî rol û bandoreke wisa kirbe, bêgûman di vê qonaxa aloz û hestîyar ya Kûrdistanê de, tevî astengîyên cûda pêşîya rojmegerîya Kûrdî, derfeteke zêdetir heye kû rojnamegerîya Kûrdî roleke mezin di tevgera azdîxwazîya Kûrdistanê bibîne.

Niha gelê Kûrdistanê bi amorên cûda yên teknelojî û çekên komkuj û siyasetên hûndûrîn, herêmî û navdewletî de, ji her demê zêdetir di bin gefa dagirkerî û komkûjîyan de ye. ji bo wê jî daxwaz li rojnamvanên Kûrdistanê têkirin kû bi erkên xwe ya piroz rabin. Pirsên netewî û nîştimanî yên Kûrdistanîyan, pirsgirêkên hûndûrîn, objêktiv û bi riheke kû ewlekarîya netewî gelên Kûrdistanê biparêze, bêxinn rojeva xwe û li gorê wê kar bikin.

Kongireya Neteweyî ya Kûrdistanê , tevî pirozkirina roja rojamgerîya Kûrdî li hemû gelê Kûrdistanê û hemû rojnamevanên welatparêz û wêrek, carêkî din bi îsrare kû rojnamevanî di piranî pirsgirêkan de dikarin rolên avaker bibînin û rêça bûyerên di berjwendîya civakê û welat bigorînin.

Em weke komîteya ragehandin ya KNKê, carêkî din silav li hemû rojnamevanên wêrek û drust dikin, bejna xwe ji bo hemû rojnamevanên kû di rêya îsrara li ser peyam û pirensîpên rojanamegerî de jîyana xwe ji dest dan ditewînin. Di heman demê de silav ji bo rihê Miqdad Midhet Bedirxan û hemû rojnamevanên wêrek yên çapemenî û ragehandina Kûrdî ku asoyeke li ser xwe birêvebirina civakê vekir.

Komîteya ragehandin ya Kongereya Neteweyî ya Kûrdistanê – KNKê

رۆژی رۆژنامەگەریی کوردی 22.04.2018