Ji ber bûyerên sala 1952 an ya li Pakistanê, dema ku rayedarên wî welatî biryara sepandina zimanê Ûrdu li seranserî pakistana wî demî day. Komek xwendikar û siyasetvanên bengalî ” Bengiladişî ” li hemberî wê biryarê rabûn û daxwaz kirin ku zimanê Bengala ji bo wan bibe zimanê fermî. Di wê serhildanê de xwîn hat rijyan û çendîn xwendikar û hevwelatî yên Bengladişî şehîd ketin.
Ji sedema wê û tekoşîna gelên xwedî ziman û mafxwarîyên Cîhanê, Saziya Zanist, Çand û Perwerde ya neteweyên yekbûyî (( UNESCO )) piştî 47 salan li ser wê bûyerê da, li roja 17 ê Çirîya Paşîn ya sala 1999 an biryar da ku 21 ê Sibatê ya her sal bibe Roja Zimanê zikmakî ya Cîhanê.
Mixabin! Ji egera bindestiya gelê kurd û parçebûna Kurdistanê. Zimanê zikmakî yê Kurdan jî ji fermiyet û werarê dûr û paşket. Ji ber ku Gelê Kurd zimanê zikmakîyê xwe weke zimanê duwemîn yan bi nepenî bikarîna û zimanê dagîrkeran ” Erebî, Tirkî û Farisî ” bû zimanê yekemîn girt û li xwendingehan perwerde pê bû. Herwesa li jêr mehkumiyeta fakterên ayinî, civakî, aborî, siyasî û perwerdeyî û htd. bi giştî ew fakterên jiyara Kurdan bûne gef û metirsî li ser man û bi hêzbûna zimanê Kurdî. Lewma yek ji pêwîstiyên herî giring di xebat û tekoşîna rizgariya Kurdistanê da xebata Ziman û zimanê zikmakî yê ye.
Giringiya makzimanî yê ji alîyên civakî, kesayetî û perwerdeyî yê da, bi hêzbûna çand, bawerî, tîtal û adetên xwezayî û riha welatparêzî ya her neteweyekî ne.
Em di Komîsiyona Ziman, çand û perwerde ya KNK ê roja zimanê zikmakî pîroz dikeyin.
KNK, yek ji Sitûnên bingehîn yên xebata xwe, Ziman û perwerde kiriye armanc. lewra giringîyê dide parastin, werarkirin û pêşvebirina zimanê Kurdî û zimanên din yên gelên Kurdistanê.
Zimanê Kurdî yê dewlemend bi zaraveyên xwe û herwesa bi resenatiya xwe ve, bi temamî ev ziman Kepra hebûna Neteweya Kurdan e û zaraveyên cuda ji hev jî bi sitûnên bingehîn yên wê Keprê ne,. Li ser her sazîyeka fermî û rêveberîyên Kurdistanê, bi taybet li Başûr û Rojava erkekê Neteweyî û nîştimanî ye ku girngî yê bi hemû zaraveyan bide û giringîyê bi parastin û pêşketina wan bide û di warê perwerde û xwendin û mediyayê de bên bikarînan. Her sal jî Roja 21 ê Sibatê wek cejna makzimanên cîhanê bi bîr bînin.
Dîsan em vê rojê pîroz dikin.
Komîsiyona Ziman, Çand û perwerde
Kongreya Neteweyî ya Kurdistan KNK e
21 ê Sibat 2016