Languages: English ‏سۆرانی‎

Li ser sehîdbûna Servan Muslim

Daxûyanîya Çapemenî 10.10.2013 – Servanê doza Kurd û Kurdistanê, ciwanê egîd û mêrxas Servan Muslim di têkosîna dijî hêzên kevneperst û islamîst û çeteyên dagîrkeran da sehîd ket. Li Rojavaya Kurdistanê têkosîneke berfireh ya Kurd û Kurdistanîyan didome. Kurd û pêkve Kurdistanî li milekê welatî ava dikin, jîyana xelkê organîze dikin û bi rê ve dibin, li milekê jî dijî taseronên dagîrkeran axa welatî diparêzin. Di vê têkosîna piralî da mixabin ku sehîd têne dan, birîndarî çêdibin. Di seferberîya têkosîna parastina Rojavaya Kurdistanê da heta nihe gelek sehîd hatin dan, gelek têkoser birîndar bûn. Lê belê, rê nehate dan ku dagîrker û çeteyên wan, hêzên tarî û kirêgirtî li Kurdistanê bin bigirin.

Cesaret û fedakarîya xelkê me yê Rojavayê di dereceya herî bilind da ye. Xelkê me yê Rojavayê hem rûyê xwe hem jî rûyê hemû Kurdistanîyan spî kir di vê berxwedan û parastina welatî da. Xelkê me li Rojavayê serê man û nemanê dide û biçûk mezin, jin û mêr pêkve xelk di çeper da ye û berxwedaneke nedîtî nîsanî yar û neyaran dide. Di vî serî da bi taybetî ciwan û jinên Kurd û Kurdistanî di rêzên pêsîyê da ne û bi netirsîyeke mezin axa xwe diparêzin.

Di vê têkosîn û berxwedana doza Kurd û Kurdistanê da, di vê parastina mezin ya welatî, ya Rojavaya Kurdistanê da ciwanekî qehreman Servan Muslim jî duhî [9. 10. 2013] kete nav karwanê sehîdan. Servan Muslim wekî lawekî egîd û mêrxas, di vî jîyê xwe yê ter û taze da, di vê ciwanîya xwe da xwe fedayî xelkê xwe, welatê xwe kir. Wekî hemû sehîdên Kurd û Kurdistanî, sehîdbûna Servan Muslim jî windabûneke mezin û giran e. Cihê wan tijî nabe, lê çeperê wan vala namîne. Ciwanên Kurd û Kurdistanî dê alaya azadîyê ya di destê Servan Muslim da hilgirin û nahêlin ku bikeve erdî.

Em wekî KNK ji bo hemû sehîdên doza Kurd û Kurdistane xemeke mezin digirin. Bi sehîdbûna Servan Muslim jî xema me mezintir bû. Em ji ber sehîdbûna vî ciwanê Kurd, servanê YPGê sersaxîyê didine xelkê xwe yê Rojavayê, rêvebirîya polîtîk, Konseya Bilind ya Kurd, PYD û hêza leskerî YPGê. Bila serê xelkê me sax be.

Servan Muslim herwisa kurê endamê KNKê û Hevserokê PYDê birêz Salih Muslim e. Em sersaxîyê didine birêz Salih Muslim û malbata wî û hemû Kobanîyan. Bila serê Salih Muslim û malbata wî sax be. Em sirîkê xema wan e.

Servan Muslim, sehîdê doza Kurd û Kurdistanê, ciwanê egîd û mêrxas nemir e.

Konseya Rêvebir ya KNKê