Languages: English ‏سۆرانی‎

Li ser êrisa terorîstî ya li Hewlêrê

Daxûyanîya Çapemenî 30.09.2013 – Duhî [29. 09. 2013] demê nîvro li ber derê Asayisa Hewlêrê êriseke bombeyî pêkhat û di encam da 6 welatî hatin kustin û gelek kes jî birîndar bûn. Di agahîyên destpêkê da kivs bû ku tîmeke terorîst ya Islamîst ev kiryare kirîye û terorîstên ku ev êrise pêkînayî xwe bi bombeyan teqandine. Bi sedasedî zelal nebûyî be jî El-Qaîdeyê ”destxwesî” li van terorîstan kirîye û grûba Islamîst ya ”Dewleta Îslamî ya Iraq û Samê-Sûrîye” jî ev karê dijmirovî hilgirtîye ser xwe.

Pistî êrisa Sibata 2007ê ev êrise jî ji teref terorîstên xwekuj ve hatîye kirin.

Êrisa 29ê Îlonê, pistî hilbijartinên Parlementê hate kirin. Ji demê êrisê xuya dibe ku ev teqandin bi plan hatîye kirin. Xwekuj kî bin, ji kîjan netewe an welatî bin, bi kîjan bîr û hizir û îdeolojîyê bi vî karê dijmirovî rabûyîbin ferq nake, karê ku hatîye kirin karekî terorîstî ye. Ev êrise ne karê çendek terorîstan e û tenê bi armanca ”çûyîna behestê” nehatîye kirin!. Li pas vê êrisê mexsedek heye, istixbarat hene, dewlet û hukûmet hene.

Kurdistana Federal bi avabûn û pêskevtina xwe di rojhilatanavîn da hem ji bo bi gistî Kurd û Kurdistanîyan, hem jî ji bo gelên navçeyê bû çirayekî azadîyê, bû destkevteke bihadar, bû nîmuneyek û motîvasyoneke têkosîna parçeyên dî yên Kurdistanê jî. Li dora Kurdistanê dewletên dagîrker toka agirî vêxistine û tehemmulî vê pêkhatina nakin. Her bi çi rengî be dixwazin li Kurdistanê têkvedan, ajawe û alozîyan derêxin ku tenahî û aramî pêkneyê. Hebûna istikrarê li Kurdistana Federal xewa xêrnexwazan direvîne. Ev xêrnexwaz gelek dûrî cografyaya Kurdistanê nînin, gelek nêzîk in hema li dora Kurdistanê ne. Di serê van da dewleta Tirkîyeyê heye, dagîrkerên dî hene. Bi taybetî pistî gesbûna têkosîna azadîyê ya li Rojavaya Kurdistanê van merkezên res û tarî, binkeyên fitne û fesadê hemû imkanên xwe ji bo van grûbên terorîstî yên Islamîst seferber kirin û ajotine saheya Rojavayê ku Kurd li Rojavayê jî rêvebirîya xwe ya neteweyî ava nekin. Tirkîye bi hemû hêz û imkanên xwe ve desteka leskerî, lojîstîk û malî dide van grûbên Islamîst. Grûba ku xwe wekî ” ”Dewleta Îslamî ya Iraq û Samê-Sûrîye” bi nav kirîye û çeteya bi navê ”Cepheyê El-Nusra” bi vê pistevanîya dewleta Tirkîyeyê êrisî Rojavayê dikin. Bi berxwedana xelkê me ya li Rojavayê van grûban skesteke mezin xwarin. Ev skeste herwisa ya Dewleta Tirkîyeyê ye jî.

Ev grûbên kevneperest yên Islamîst û destekdarên wan her bi çi rengî be li Kurdistanê û dijî Kurd û Kurdistanîyan êrisên tolhildanê dikin. Armanca wan ew e ku istikrara li Kurdistana Federal pêkhatî têkbibin. Niyeta wan ew e ku di navbeyna Rojavaya Kurdistanê û Kurdistana Federal da fitneyê derêxin. Hedefa wan ew e ku astî û aramîya navxweyî ya Kurdistanê jahrî bidin û di navbeyna Kurd û Kurdistanîyan da ajaweyê pêkbînin. Ew dixwazin bi van êrisan pêskevtina Kurdistana Federal sabote bikin, têkilîyên navxweyî yên Kurdistanîyan dînemît bikin.

Bi kurtî armanca van hêzên res û tarî digel dewletên destekdar ew e ku istikrar û stabîlîteya li Kurdistana Federal pêkhatî serûbin bikin. Kurdistan Federal di dinyayê da wekî hebûneke nû ya demokratîk, sosyal û sekular tête dîtin. Dagîrkerên dorberê û grûbên lolebkês yên van merkezên res û tarî çav bi pêskevtina Kurdistanê ranabin û bi hemû hewildanên xwe yên kevneperestane û dijminane dixwazin Kurdistanê bikine meydaneke ne ewle ya bi arêse.

Niyet û hedefa van merkezên neyaran kivs e, zelal e.

Beramberî van binkeyên res û tarî yên fitne û fesadê divêt hemû Kurd û Kurdistanî di nav alaremeke bilind da bin û tedbîrên ewlekarîya Kurdistanê temîn bikin.

Bi taybetî li Kurdistana Federal divêt zûtirîn dem ji hewayê rikeberîya hilbijartina derkevin û rojek zûtir hukûmeteke koalisyonel ava bikin û rêvebirîya demokratîk ya Kurdistane nîsanî yar û neyaran bidin. Di vî warî da hemû dînamîkên Kurdistana Federal divêt wê rikeberîya sar û hisk ya li hilbijartina  terk bikin û di zemînê berjewendîyên neteweyî û welatî da tifaqa navxweyî pêkbînin. Dijî van êrisên terorîstî zirhê herî saxlem tifaqa navxweyî ye.

Kurd û Kurdistanîyên parçeyên dî, yên dîasporayê jî li ser vê bûyera xembar ya Hewlêrê divêt pistevanîyeke xurt nîsanî Kurdistana Federal bidin ku yar û neyar pê bihesin ku ev êrise nikarin rê li ber yêkîtîya Kurd û Kurdistanîyan bigirin.

Em wekî KNK vê êrisê bi xurtî sermizar dikin, protseto dikin û bangî Kurd û Kurdistanîyan dikin ku nerazîbûna xwe diyar bikin, pistevanîya xwe ya digel Kurdistana Federal teyîd bikin.

Em wekî KNK sersaxîyê didine xelkê xwe yê Kurdistana Federal, parlementê, serokatîya herêmê, hukûmetê û binemal û kes û karên sehîdên Hewlêrê û ji bo birîndaran jî saxî, xêr û xwesîyê dixwazin. Bila serê xelkê me, yê binemal û kes û karên sehîdan sax be.

Dijmin, dewlet bin, grûb bin, kes bin, hêz bin, her çi bin bila rûres bin.

Konseya Rêvebir ya KNKê