Languages: English ‏سۆرانی‎

Li Ser Sêdaredana Pêşewa Qazî û Hevalên wî

Berî 69 salan weke îro, di 31ê adar a 1947 an de piştî herifîna Komara Kurdistan li Mehabadê. Damezrêner û serokê Komarê pêşewa Qazî Mihemed û hevêlên wî jî li sêdarê dan.

Ew heyama nêzî salekê bû, Komara Kurdistanê hatibû îlan kirin û destkeftên mezin yên rêkxistina civaka kurdî û Kurdistanî, ferheng û çand, perwerde û hînkarî, aborî û bi giştî sazîkirina dewletdarî yê tê de. Lê mixabin bi palpiştîya kolonlizma nevneteweyî û êrîşên dewleta dagîrkera Îranê, dawî bi Komarê hat. Bi wê jî ne sekinîn heta damezrêner û serokê wê jî li sêdare dan. Dîsan bi pilan û pîlanên xwe kolonyalîzma nevnetewî ew xewn û hîviyên rizgarî û azadiyê wek mafên rewa yên Kurd û Kurdistanê bin pêkirin û di wî parçê Kurdistanê dagîrkerî heta roja îro domandin û berdewam dikin.

Di wî demî biryardan û îlankirina dewleta serbexwe, bi navê Komara Kurdistanê biryareke siyasî û civakî ya wêrek û çavnetirsane bû dinava wan şert û mercên giran yên bi dawîhatina şerê cîhanê yê duwemîn da. Lew ew hewl û cangorî ya ser û pêşengên komarê ji bo me û dîrokê bûne mînak û ders û pêşewa Qazî Mihemed jî wek sembolekî mezin di nava berperên dîrokê de cihê xwe girt û hat nivîsandin.

Îro jî, li hemberî desthilatdariya Melayên Îranê, ciwanên kurd, jinên kurd, bi rêxistin û saziyên xwe yên siyasî, civakî û leşkerî têkoşîneke destanî didine meşandin. Hemberî ku Melayên Îranê, cezayê dardekirina ciwanên kurd bi kar tine, ciwanên kurd di zindanan de rehîn digire û dibin navê qesabkariyê de komkujiyan pêktîne jî, gelê kurd têkoşîna xwe, bi xwedî derketina li doza Qazî Mihmmed û hevalên wî didomînin.  

Em weke KNK, di bîranîna 69 salîya li sêdaredana pêşewa Qazî Mihemmed,  Hacî Baba Şêx,  û Muhammed Huseyîn Xan Seyfi Qazi û hemî şehîdên Kurdistanê carekî din bi rêz û hurmet bîrtînin û li ber bîranîna wan bejana xwe ditewînin. Herweha sêrîde dakirkerên rejîma Îranê û hemî dakirkerên Kurdistanê şermezar dikin.

Konseya Rêvebir ya KNK ê