Languages: English ‏سۆرانی‎

Kontrayên JITEMê wek “mangeyên mirinê” kar dikin

Daxûyanîya Çapemenî 16.12.2009 – Dewleta Tirk bi ‘vekirinan’ konsepta tesfiyekirinê da dest pê kirin û îro, konsept di çarçoveyeke kujerî de tê mesandin. Vekirî û li ber çavên cîhanê, konsept wek komkujiya li dijî gelê kurd dewam dike. Desthilatdariya AKP, di nava xeyalên “Osmaniyên Nû” de, bi zihniyeta nijadperestiya muxalafetê re bûye yek, bê perwa êrîsî îradeya gel Kurd, êrîsî nirx û pîroziyên gelê kurd dike.

Kontrayên JITEMê, li her cihî, li Amed, Mus, Colemêrg, Gever, Cizre û tevahiya bajar û navçeyên Kurdistanê û metropolên Tirkiyê, dibin navên cûda û rengên cûda de wek “mangeyên mirinê” kar dikin û ev kes, ji aliyê dewletê ve tên parastin û xwedî kirin.

Mînaka herî dawî jî, li navçeya Mus Qopê derkete holê. Ferdekî ji “Malbata Korucu” ku bi deh salan e, bi “dewleta kûr” re kar dike, li Qopê, li dijî girseyê ku mafê xwe yê demokratîk bikar dianî bi kar anî. Di encama gulebaran kirina kontrayê JITEMê, 2 kes hatin kustin, 8 kes jî bi giranî hatin birîndar kirin. Çavdêrên bûyerê, destnîsan kirin ku, ne tenê vî sexsî, polîs û tîmên teybet jî girse gulebaran kirin.

Ya balkês ewe ku, mêrkujê, ne hate girtin, bi helikoptera dewletê, birin Baregeha Eskerî ya herêmê.

Komara Tirkiyê, zarokên Kurd ku kevirekî diavêjin ji 10 salan, heya 27 salan ceza dike. Lê mêrkujê ku 2 kes kustin 8 kes birîndar kirin, serbest berdan, bi helîkoptera artêsê birin Baregeha Eskerî.. Kes nikarê vê hewldana dewletê, wek ewlekariyê bi nav bike.

Kontrayê JITEMê ku li Qopê, girse gulebaran kir, berdewama çeteyê li Semzînanê di ser suc de hate girtin e; berdewama polîsên ku li Cizîr û Sirnexê, li Gever û Çelê, panzêr ajotin ser zarok û ciwanên Kurde: berdewama fasîstên li Izmîrê êrîsî konvoya DTPê, li Çanakalê lînca Kurdan û li Stembolê Kurd gulerana kirin e.

Em wek KNKe, rewsa dawî, encama zihniyeta “yek welat, yek millet, yek al, yek ziman”, ku komkujiyên dîrokî pêkanîn û dibin sîwana parlamena Tirkiyê de hat parastin dbînin.

KNKe, helwesta Ewropa, ku wek dergusa mafên mirovan, azadî û demokrasî û xwediyê peymanên gerdûnî ye, ya bêdengiya li hemberî kiryarên sedsala navîn yên Tirkiyê ku di çarçoveya exlaqî, insanî, huquqî de nayên pejirandin, manîdar dibîne.

KNKe, bang li vijdanê mirovahiyê, sazî û dezgehên mafên mirovan û demokrasî, bang li pêsengên hêzên global, Ewropa û Emerîk dike ku, hawara gelê kurd ya jiyaneke bi rûmet û azad bibihîzin û li dijî bextresiya Komara Tirkiyê ya kujerî, bêdneg nemînin.

Konseya Revebir ye KNK
16.12.2009