Languages: English ‏سۆرانی‎

Komkujîya Roboskê

Daxûyanîya Çapemenî 28.12.2013- Roja 28.12.2011ê, rojeke res e di dîroka Kurdistanê û herweha bi gistî mirovahîyê da. Ertêsa dewleta Tirk bi biryara desthilata AKPê gundê Roboskê yê ser bi Qilaban di tarîya sevê da bombarduman kir û di encam da 34 kes hatin kustin. Gundê Roboskê di ”fermîyetê” da li ser tixûbê Tirkîye û Iraqê ye. Belêm di nexseyê Kurdistanê da li navçeya navîn ya Kurdistanê ye. Ertêsa dewleta Tirk bi armanca ku goya dorberê Roboskê ”herêma ser” e, lewma bombarduman kirîye. Hukûmeta AKPê û serokwezîr Teyîb Erdogan jî teyîda vê iddiaya ertêsê kir û lêpirsîna îdarî û huqûqî neda dest pê kirin.

Li goreyî ertêsa Tirk xelkê Kurd pêkve serhildêr e û ji ber vê jî herderê Kurdistanê dikare bête bombe kirin ku di rastîyê da jî çu derên ne bombe kirî yên Kurdistanê jî nehêlane. Sik tê da nîne ku gundê Roboskê ne cihê ser e û bi temamî warekî sivîlnisîn e. Ji ber polîtîka êriskar, asîmîlasyonîst û kolonyalîst ya dewleta Tirk û hukûmeta AKPê wekî cihên dî yên Kurdistanê, xelkê Roboskê jî di nav feqîrî û desttengîyê da dijî. Ji ber vê xizanîyê jî xelkê Roboskê di navbeyna gundê xwe û Zaxo [bajêrê Kurdistana Federal] da bazirganî dikir. Dewleta Tirkîyeyê, hukûmeta AKPê û herweha istasyona leskerî ya Roboskê dizanîn ku xelkê Roboskê ticareta ”ser tixûbî” dikin. Yên ku rojane diçûn ev kare dikirin jî piranî ciwan bûn. Bê îs û karîya li Tirkîyeyê ew mecbûrî vê ticareta serpêya dikir. Sebebê ku ciwanan ev kare dikirin polîtîka bêdadî û nedadyar ya dewleta Tirk û hukûmeta AKPê bû. Yên ku ew ciwan kustin jî dîsa her ev dewlet û hukûmete bû. Jîyê yên hatine kustin di navbeyna 19-25ê da bû. 34 ciwan û çil [40] hêstirên wan bi hovîtîyeke nedîtî, bi firokeyên cengî hatin bombe kirin. Roja 28. 12. 2011 sev seet 21:37ê van firokeyên cengî bi fermana serokatîya ertêsê û hukûmeta AKPê adeta agir barande ser van ciwanan û di encam da bedenên 34 ciwanan digel heywanên wan hatin paremparçe kirin.

Du sal derbaz bûn ji ser vê bûyera xembar û dilsoj. Heta nihe jî hukûmeta AKPê kirdarên vê komkujîyê askera nekirine û ne derêxistine ber dadgehê. Pîlotên van firokeyên cengî, serleskerên ku fermana bombekirinê dayî nehatine peyda kirin. Hukûmeta AKPê ji ber ku berpirsiyara îdarî ya vê komkujîyê ye naxwaze ev bûyere askera bibe û kirdarên wê bêne dadgeh kirin. Çiku hukûmeta AKPê û serokwezîr ji alîyê polîtîk û îdarî ve berpirsiyar in û giranîya vî sûcê mirovî di stuyê wan da ye, lewma hindî ji destê wan têt serê bûyerê dipeçinin û nahêlin ku ev bûyere bi hemû alîyan ve bête ron kirin.

Lê belê, dewleta Tirk, fermandarîya ertêsa Tirk û hukûmeta AKPê û serokwezîr Teyîb Erdogan sûcdarên vê komkujîyê ne û di wijdana xelkê Kurd û hemû mirovhezan da gunehkar in, sûcdar in û kirdarên vê kadastrofa mezin ew in.

Kurd û Kurdistanîyan ew di dil û wijdana xwe da dadgeh kirine û toka sûcê mirovahîyê kirine stuyê serokkomar, serfermandar û serokwezîrê dewleta Tirk. Ew sûcdar in, ew mehkûm in. Kurd, Kurdistanî û hemû mirovahî wan aza nake. Kurd û Kurdistanî û pêkve mirovahî dewleta Tirk û berpirsiyarên wan qehir, rûres û sermizar dike. Kurd û Kurdistanî û mirovahî vê komkujîyê ji bîr nakin û nadine ji bîr kirin.

Komkujîya Roboskê tenê ne ês û jana Roboskîyan e, ya hemû Kurd û Kurdistanîyan û herweha mirovahîyê ye.

Em bangî Kurd û Kurdistanîyan û hemû mirovahîya bi wijdan dikin ku dûvê vê bûyerê bernedin û fisara li ser dewleta Tirk sist nekin ku berpirsiyarên vê bûyerê yêk bi yêk bêne askera kirin, bêne dadgeh kirin û cezayê xwe bikêsin.

Kurd û Kurdistanî herweha divêt hewil bidin ku komkujîya Roboskê di meydana navneteweyî da jî wekî bûyereke giring ya kustina komî ya ciwanên sivîl bête qebûl kirin û her daîm bête bîrînan.

Em di salvegera vê komkujîya mezin ya bi kul û keser da, careke dî sersaxîyê didine kes û karên kustîyan, hemû Roboskîyan û temamî xelkê Kurdistanê.

Konseya Rêvebir ya KNKê
28.12.2013