Languages: English ‏سۆرانی‎

Roboskê

Daxûyanîya Çapemenî 08.01.2014 – Dîroka Tirkiyê bi komkujiyan dagirtî ye. Her komkujiyê  nexseya Tirkiyê bêhtirîn bi xwîn bûye û weke komara gunehkariyan derketiye holê. Ev komara gunehkariyan, bi her saziyên xwe ve, bi her rêxistiniya xwe ve wek ucubeyek sermezariyê mezin bûye. Biryara Dozgeriya Eskerî,  ku ji bo Dosya Komkujiya Roboskê daye û pêdiviya lêpirsîn û sopandinê ne dîtiye mînaka vê rewsa sosret e. Ev tê wateya ku Tirkiye ne dewleteke hiquqî ye û îdeolojiya kujerî ya Ittîhadî, serdestî her tistî ye.

Komkujiya Roboskê li derî sînorên Tirkiyê û bi awayekî plankirî û bi zihniyeta jenosîda li dijî gelê kurd  hatiye pêkanîna. Ev biryar bi erêniya Serokwezîrê Tirk  û fermana Serfermandarê Artêsa Tirk hatiye dayin. Komkujî sucê mirovahiyê ye. Sucên wiha jî pêwiste li dadgehên navneteweyî werin lêpirsîn û sapandin. Muxatabê, sucên bi vî rengî, di radeya yekemîn de Neteweyên Yekbûyî  ye.

Em weke Kongreya Neteweyî a Kurdistanê, bang li Neteweyên Yekbûyî, sazî û dezgehên navneteweyî yên têkildarî sucên mirovahiyê dikin ku, komkujiya Roboskê bikin bin lêpirsînê. Pêwiste Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropa û saziyên navneteweyî yên têkildarî mijarê, Komara Tirkiyê di dadgehên navneteweyî de dadgeh bikin. Li Tirkiyê deriyên hiquqî li ber xizmên qurbanên komkujiyê ê gundiyên Roboskê hatine girtin.

Divê werê zanîn ku biryara Dozgeriya Eskerî, tê wateya mesruiyeta komkujiyên li dijî gelê kurd. Ji sedema ku komkujî li derî sînor pêk hatiye, biryara Dozgeriya Eskerî,  tê wateya ku bi tezkereyên operasyonên derî sînor,  dewleta Tirkiyê, komkujiyên li derî sînor û li dijî gelên li dewlet û welatên din jî mesrû dibîne.

Mîna her komkujiyê, Komkujiya Roboskê birîneke xedar û kûr di bedena gelê kurd de vekir Mixabin, komkujiyên li dijî gelê  kurd, li welat û derveyî welat û li darî çavên cîhanê berdewam dikin. Dagirkerên Kurdistanê, di serî de dewleta Tirkiyê,  naxwazin mafên jiyana azad û bi rûmet bidin gelê kurd. Îro, bêhtir ji her demê, di kiryarên Komara Tirkiyê de, ev rastî esker dibe. Di nava 11 salên desthilatdariya AKPê de, biqasî komkujiyên 70 salî komkujî, koçberî, wêranî, gorên komî pêkhatin. Biqasî serê Afganistanê, Iraqê, Libya û Suriye bombe bi ser xaka Kurdistanê de hatin barandin.

Biryara Dozgeriya Eskerî, di arefeya Komkujiya Parîsê de hate dayin.

Divê kurd, partiyên siyasî, entelektuel, kesayetiyên kurd û gelê kurd yên çar parçeyên Kurdistanê û kurdên li derveyî welat teva, bas zanibin ku, biryara Dozgeriya Eskerî, dubare kirina komkujiyê ye. Di vê qonaxa ku Konferansa Cineve 2 tê lidarxistin de, dubare kirina Komkujiya Roboskê û hewldanên dewleta Tirk ya li dijî Kurdên Rojava hevûdin temam dikin. Bi vê pêwanê em bang li huquqnasên kurd yên çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat dikin, ku di qada navneteweyî de, Neteweyên Yekbûyî jî di nav de, bibin sopdarê Komkujiya Roboskê. Em bang li partiyên siyasî yên kurd, siyasetmedarên kurd yên li welat û derveyî welat, sazî û dezgehên kurd yên li welat û derveyî welat dikin  ku, bi giyanekî welatparêzî, jenosîda li hemberî gelê kurd, di her têkiliyên dîplomatîk û siyasî de bînin ziman. Divê dewleta Tirkiyê bikin bin lêpirsînê.

Pêwiste medya kurd, rojnamevan, entelektuel û nivîskarên kurd jî, di aliyê hismendî û hewngîrî de pêsengîtiya gelê xwe bikin.

Em weke KNKê, biryara Dozgeriya Eskerî ya rwestandina lêpirsîn û sopandina Komkujiya Roboskê weke dubare kirina komkujiyê dibînin. Em bang li gelê kurd, li partiyên siyasî yên kurd teva dikin ku di vê qonaxa dîrokî de, bi dilsozî û li gorî berjewendiyên neteweyî hareket bikin. Ji bo Konferansa Neteweyî  a Kurdistanê gavan biavêjin. Pêwiste ti kurd,  nebin lîstika destên dijminên dagirker

Konseya Rêvebir ya KNKê