Languages: English ‏سۆرانی‎

KNK avakirina Tevgera Azadî ya Kurdistanê silav dike û destek dike

Daxûyanîya Çapemenî 22.10.2014 – Gelê Kurd, di destpêka sedsala bîstûyekê de, pêvajoya destanan dijî. Dagirkerên Kurdistanê bi destê çeteyên DAIŞê wek hespê Truwa kirin herêmê û Kurdistan jî kirin navenda hovîtiya xwe. Faşîzma hêzên dagirker, bi pengava dîrokî ya Şoreşa Rojava re dest pê kir û giha qonaxa ku li Başûrê Kurdistanê wargehê pîroz Şingalê gelê Kurd qir bike. Li Kobanê jî, tê xwestin ku tevahiya mirovahiyê, nirx û pîroziyên mirovahiyê werê tunekirin. Balkêş e ku dagirkerên Kurdistanê, pirranî Komara Tirk, bûne parçeyek ji vê faşîzma reş.

Di vê pêvajoya ku gelê Kurd destanan dinivîsê de, PÇDKe di Kongreya xwe ya 6. de gaveke dîrokî avêt. PÇDK, di Kongrê de, pêşketinên li herêmê û derfetên dîrokî bi kûrayî û berfirehî nirxandin û destnîşan kir ku, piştî berxwedana li Kobanê, gelê Kurd û tevahiya cîhanê kete qonaxeke nû. Ev qonax, destpêka azadî û demokrasiya gelan e.

PÇDKe bi vê nirxandina dîrokî, destnîşan kir ku derfetên dîrokî derketina pêşiya gelê Kurd û piştî fesihkirina xwe, di avakirina Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê de roleke sereke lîst.

Biryara PÇDKe dîrokî ye. Pêwiste di serî de gelê Kurd, raya giştî ya cîhanê, entelektuel û feylesofên cîhanê, sosyolog û siyasetmedarên cîhanê, medya cîhanê teva li ser vê biryare rawestin.

Piştî ku encama Kongreya 6. mîn, di 11ê Cotmehê de ji raya giştî re hat deklere kirin; di 17ê Cotmahê de jî, bi slogana “Takekî azad û civakek demokratîk”, Kongreya xwe li darxist û bi daxuyaniyekê Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê ji raya giştî re deklere kir.

Di xaka ku bûye dergûşa şaristaniyê û bûye çavkaniya nirxên mirovahiyê, avakirina Tevgera Azadî ya Kurdistanê wê bibe bingeha karûxebatên avakirina jiyanek hevreyî û hevbeş.

KNKê, biryara PÇDKê bi dilsozî silav dike û destek dike.

Gelê Kurd, di têkoşîna azadî û demokrasî de, li gel doza azadî, demokrasî, aştî û jiyana bi rûmet; lêgerîna nasname, kesayetî, hişmendî, îradî jî kire armanca xwe û di encamê de sîstemek derxiste holê. Encama vê jî, Şoreşa Rojava, jiyana bi rûmet û parastina nirxên mirovahiyê ye. Di kesayeta Kobanê û Şingalê de cîhan teva giha hev.

Tevgera Azadî ya Kurdistanê serketina gelê Kurd e û divê ev xeta derketiye holê bê parastin û bê hêz kirin.

KONGREYA NETEWEYÎ A KURDISTANÊ KNK