Languages: English ‏سۆرانی‎

Ji bo wexera Hozan Digeş, serê gelê me sax be!

Îro 12ê adara 2017 eyan, dengbêj û hunermendê kurd Hozan Dilgeş çû ber dilovaniya xwe. Hozan Dilgeş wek her hunermendekî welatparêz bi dil û can û wefadarî xizmetek mezin da huner û çanda kurdî.

Herwesa di jiyana xwe ya dengbêjîyê da di refên gel û bizava azadîxwazîya Kurdistanê ya rewa de cih vala nekir û her dem bi kar û erkên xwe yên pîşeyî û neteweyî de xwedî helwîst û soz bû. Lew wexera wî ya dawî cihekî berçav vala dike û şopa wî her dem li ber çav û hizra me de di mîne.

Em ji KNK ê peyamea serexoşîyê ji malbat, dost, hevalên Hozan Dilgeş re dikin û silav li riha Hunermend Hozan Dilgeş bin.

SORANI
Komîsyona ziman, çand û perwerdê
Kongreya Neteweyî ya Kurdistan – KNK
13 ê Adar 2017