Languages: English ‏سۆرانی‎

Hilbijartinên Kurdistan û Tirkîyê û Roja Cîhanî ya Kobanê

Roja 1ê mijdarê li Turkiyê û Kurdistanê hilbijatin hatin dubarekirin ve, herweha hemdem bû jî li gel roja bi Cîhanîkirina Kobanê.

Kurdistanî vê dizanin, ku ev hilbijartin di nava kîjan rewşê de hatin encamdan. Rewşek ne xwezayî, bi tehluke û pir giran, bi gef, şiddet, tris, astengkirina propagendeyên HDP ê, li alîkê û belavkirina derewan, zîndanîkirin, binçavkirin û kuştin li Kurdistanê li alîkê din. Ev hemû pêkve admosfera demokrasîyê ya dewleta AKPê bû ji bo hilbijartinan.

berya 24/7, lê bi taybetî di wê rojê de, bakûrê Kurdistanê bi temamî li bin desthelata leşkerî ya tirkan de ye, di heman demda Dewletê bi hemû hêza xwe ji bo lêdana Qendîlê bikartîne. Sereray banga Aşitî û rawestiyana şer ya KCK ê û hewlên ji bo pêxemet çareserî yê, bi rêya Aştî û demokrasî yê, û bang ji bo hatine deng a rêkxistinên nêvnetewî ku dewleta tirk deng û bersiva aşitî yê jê werê. Lê dewleta AKP ê li hember wan hewlan temamî hêza xwe li dijî xebat û tekoşînên ji bo aşitî yê mezaxt û şerê xwe xurttir kir.

Her ji binpêkirina rêkeftina Dolmebahçê ve heya karên terorî yên teqîna Amedê û şewitandina bîroyên HDP ê û teqînên Pirsûs û ya dawîyê jî ya li Ankarê û rê li ber girtina hevdîtinên bi berêz Abdulla Öcalan re, rêgirtina meting û civîn û meşan yên ji bo bangeşeyên hilbijartinê. Ev hemû gelerêzên pîlanên amadekirî ne ji bo merema rêgirtin ji hewlên xelkê me, ku bi xebatek yasayî û demokrasî jib o doza gelê xwe ber bi pêş biben.

Armanc û hêvî ya kurd û Kurdistaniyan eve ku di perlemantoya Tirkîyê de dengê aşitî û biratî yê bilind tir bikin û bersiveka rast û rewa jê re bê dan.

Lê mixabin Hilbijartin di nava rewşeka tevlîhev û temam ne adil û nerewa derbaz bû. Bi belge, ji bo gehiştine ser sinduqan rê li ber xelkê me hat girtin, sexte û dizî pir çêbûn, polîs û jendirme têkelî cihên sinduq û dengdanê, rastîya wê pîlan û dijminkarî û na demokratî ya dewleta AKP ê bû li dijî xelkê Kurdistanê û bi giştî demokratxwazên Tirkiya yê.

Weha xweya bû ku dewlet û Hikumeta Turkîyê tu tolêranseke siyasî ber bi pêşkeftin û azadîxwazî ya xelkê Kurdistan nîne.

Digel van hemû astengî, dijwarî û pîlanan, HDP ê karî beraşa 10% derbaz bike û 59 kursîyan bidest bîne. Lê bi berawird a şert û mercên rewşê, serkeftinek mezine û cihê şanazîyê ye. Di heman dem da rêjeya AKP ê dikeve bin şik û gumanan, bi awakî dirust ew anî ewa wê dixwest.

Bi hêvî ya ku hilbijartinên 1/11 derîyên aşitî û demokrasî û biratî ya dinava gelan de vebin û azadî ya gelê me misoger bike.

Em li Kongra Neteweyî ya Kurdistan – KNK ê li vê rojê de ku hemdem roja pîrozkirina berxwedan û bi cîhankirina Kobanê ye, xebat û tekoşîna Kobanê û Rojava pîroz dikin û daxwaza destek û hevkarîya Kurdistanî û Cîhanê jêre dikeyin. Herweha bang li xelkê Kurdistanê dikin ku yeketîya neteweyî û niştîmanî ya Kurdistanê û yekrêzî ya civaka xelkê Kurdistanê mukum û bi hêztir bikin, hevçeperî û hevkarî yê xurt ti bikin û li ser aşitî û bi hevrejîyanê û azadî yê tekeztir bikin. Roja îro Kurdistan ji her demekî ji serkeftinê nêzîktir bûye.

Bijî xebata gelê kurdistan ya ji bo aşitî û azadî û pêkvejîyanê.
Konseya Rêvebir ya KNKê