Languages: English ‏سۆرانی‎

Encama Civîna Konseya Rêveber ya KNK´ê

Di roja 31.01.2016´an de Konseya Rêveber ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê civîna xwe ya asayî li Brukselê li navenda KNK´ê pêk anî. Di civînê de rewşa siyasî ya Kurdistanê û rûdanên buyerên nû hatin nirxandin û hatin şîrove kirin. Her wiha kar û xebatên KNK´ê, yên dema borî bi giştî di ber çavan re hatin derbaskirin û piştre li ser pilansazîya dema wêbê hat rawestîn û plansazî hat amadekirin.
Kurdistan di rewşeke aloz û giran de derbaz dibe. Gelê Kurdistanê bi qonaxeke mezin a dîrokî re rû bi rû ye. Ji ber vê yekê, divê her kes li gor girîngiya vê qonaxa hesas berpirsiyarîya xwe bi cih bîne û li gor şert û mercên vê berpirsiyariyê tev bigere.

Li Başûrê Kurdistanê kirîzeke mezin ya siyasî, rêveberî, aborî, civakî û jiyanî heye. Ji ber vê çendê, pêwîst e ku hemû hêzên Kurdistanî yên li hemû parçeyan û Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê ji bo çareseriya vê qeyranê bibin piştgir û alîkar, da ku Başûr karibe vê qeyranê rawêre. Ji ber ku destkeftîyên Başûrê Kurdistanê, destkeftîyên neteweyî ne û ji bo tevahiya gelê Kurdistanê girîng û pîroz in. Ji bo asayîkirina vê rewşê jî, Konseya Rêveber a KNK´ê çêtir dibîne ku Serokê Parlemena herêma Başûrê Kurdistanê vegere avahiya parlemanê û li wîr bi parlementaran re kar û xebata xwe bidomîne. Her wiha hemû alî heta dema hilbijartinê di hikumetê de cihê xwe bigrin. Dîsa divê dam û dezgehên rêvebriya Başûr bi yasa û dadmendiyê bên meşandin.

Dewleta Turk li Bakûrê Kurdistanê projeya qirkirina gelê Kurd daye destpêkirin û bi mehan e, bi hemû awayên hovane vê projeyê li ser gelê Kurdistanê yê demokrasîxwaz dimeşîne. Bi girtin, kuştin, eşkence, bajarwêrankirinê jenosîda dewletê bi hemû rengên hovane berdewam e.

KNK ji hemû kesayet, rewşenbîr, siyasetmedar, partî, sazî û bi giştî jî, ji hemû gelê Kurdistanê dixwaze ku li şoreş û berxwedana rûmetê ya Bakûrê Kurdistanê xwedî derkevin. Ev yek erkeke mirovatî, wijdanî, exlaqî, neteweyî, niştîmanî û her wiha dînî ye jî. Di heman demê de ev erka her mirovperwerekî cihanê ye jî.

Civîn li ser rewşa Rojhelata Kurdistanê jî rawestiya û rewş û xebata tekoşîna gel a li vê parçeyê Kurdistanê û bi taybetî jî hilbijartinên ku di meha Sibatê li Îranê pêk tên, nirxand. Wek tê zanîn, Dewleta Îranê merc û derfet ji bo gelê Kurdistanê neafirandîye ku gel karibe bi awayeke azad nûnerên xwe destnîşan bike û hilbibijêre. Di heman demê de li ser gelê Kurd û gelên din yên Îranê binpêkirina mafên mirovan û çewsandin bi hemû cureyan didome. Bi taybetî berdewamîya bidarvekirinê, siyaseta îdamê, zîndankirinê û binpêkirina mafê mirovan her diçe zêdetir dibe. Lewra em wek KNK vê siyaseta dewleta Îranê ya li hember gelê Kurdistanê bi tundî şermezar û red dikin. Divê Dewleta Îranê bi awayekî demokratî û pêşkeftinxwaz mafên hemû gel û neteweyan di destûra bîngehîn a Îranê da mîsoger bike.

Li Rojavaya Kurdistanê şoreş berdewam e, lê belê xetereya komployên herêmî û bi taybet pîlanên qirêj yên dewleta Turkiyeyê û hevalbendên wê jî, li ser hersê Kantonan hene. Pêwîst e ku gelê Kurd û Kurdistanê xwe ji bo her qewimînên jinişkavî re amade bike. Yekîtî û pêkvegirêdana hersê kantonan û bicihbûna yasa û destûran pêwîst e ku bi cî bên. Ji ber ku hereşeya(tehdîda) (DAÎŞ û dewleta AKP ya Turkiyayê ku di esas û pratîk de ”Du rûyên yek diravî ne”, li ser Rojava hêj heye û didome. Lewra xebateke leşkerî, siyasî, diplomasî û cemawerî ya parastinê ji bo rojava giring e û pêwîst e, xurtir bibe.

Heta niha li Rojava siyaseteke rast û dirust ji hemû aliyan ve dihat meşandin. Rojava şiyaye (dikare) modela rêvebriya xwe wek nimûneyeke hêja pêşkêşî cîhanê bike. Siyaset û diplomasîya Rojavayê ya navxweyî û Cîhanî bi awayekî dirust û serkeftî bi rêve diçe.

Civînê, rewşa îro ya siyasî ya Rojhelata Navîn û Kurdistanê hilda destê xwe û li ser 100 salîya Komploya Saykis Pîko (16.05.1916 – 16.05.2016) rawestiya. KNK dibîne ku ev komplo bê daxwaz, vîyan û razîbûna Kurd û Kurdistanîyan pêk hatiye û welatên wan bê vîna wan hatiye parçekirin û bûye mêtigeh. Lewra kurd û Kurdistanî van sînor û vê parçebûnê napejirînin. Divê tevahiya sînûrên li ser dilê Kurdistanê yên ku di encama vê koployê de hatîne xêzkirin, bên rakirin. Di vê rojê de pêwîst e ku gelê Kurdistanê bi îradeya xwe şopa wan sînoran nehêle û hemuyan ji holê rake.

Eve sed sal in, gelê Kurdistanê bi hemû awayan qurbanîyan dide û robarên xwînê dirijîne, da ku vê biryara neyasayî û şerî ya Emperyalî vala derbixe. Konseya Rêveber ya KNK´ê, diyar kir ku erkeke exlaqî, wijdanî û mirovayetiyê li ser milê civata navdewletî heye ku vê zulma dîrokî ya 100 salî ya li ser gel û niştîmanê Kurd û Kurdistanê rakin. Her wiha helwestê werbigirin û pozisiyona vî suç û tawana mirovayetî li ser gelê Kurd ji holê rakin. Erka wan ew e ku bibin alîkar, ji bo ku gelê Kurdistanê azad û rizgar bibe.

Dîsan di helsengandina karûbarên KNK´ê de, hemû xebat û karên derbazbûyî di ber çavanre hatin derbaskirin û nirxandin.

Di warê pilansazîyê de, bi projeyekê têr û tijî, pirsgirêkên neteweyî, niştîmanî, siyasî û diplomasî hatin pilankirin. Ji bo vê yekê jî hemû komîsiyon û komîteyên KNK´ê hatîn erkdarkirin.

Di encama Civîna Konseya Rêveber ya KNK ê de ev biryarên li jêr hatin girtin:
• KNK, ji bo çareseriyê, piştevaniya Sîstema Xweserîya Demokratîk ya li Bakûrê Kurdistanê dike û vê modelê wek çareseriya rast û dirust dizane, ji ber ku demokrasîbûna Turkiyeyê û azadîya Kurdistanê di vê sîstemê de dibîne.
• KNK, bang li hemû gelê Kurdistanê dike ku bi derbasbûna 100 saliya komploya şûm ya ”SAYKIS PÎKO” yê, êdî wan sînorên ku di navbera her çar parçeyên Kurdistanê de hene nas nekin û her yek; sazî, partî, rêkxistinên civaka sivîl … û yên Akademîk li dijî vê yekê dengê xwe bigihînin civatên navneteweyî.
• Ji bo tesbîtkirin û fermîkirina prosesa xwendinê ya bi zimanê Kurdî, Em KNK dîsan piştgiriya xwe nîşan didin û ji bo pêşketin û standardkirina felsefeya perwerdeyiya neteweyî û niştîmanî ya modern bi hemû hêz û şîyanên xwe destek dikin, dibin piştgir û hevkar.
• Zaraveyên Zimanê Kurdî nirx û bihayên giran yên dewlemendîya zimanê Kurdî ne. Parastin, werarkirin û giringîdana wan erkeke neteweyî ye. Lew KNK daxwaz li hikumeta herêma Başûr dike ku li wan deverên ku piranî zareveyek taybet mîna Hewramîaxêv lê bin, prosesa xwendinê û hokarên ragihandinê bi wî zareveyî bê şopandin û rêvebirin. Her wisa di destûra bingehîn ya herêmê de bê bicihkirn.
• KNK, daxwazê li sazîyên mafên mirovan yên Kurdistanî dike ku hemû keysên komkujiyên bi ser Kurdistanîyan de hatine, bi tawanên jenosîdê (qirkirinê) di navendên navneteweyî de bidin nasandin.
• Serûkanîyên ava Kurdistanê li her çar parçeyên Kurdistanê ji sedema siyasetên dewletên dagîrker bi çêkirina sikrên avê yên li ser çem û rûbaran ku bûye egerê têkçûna rêrewên xwezayî û zirargehandina jiyana xelkê, KNK bi tundî wan reftaran mehkûm û şermezar dike.

Konseya Rêveber ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê – KNK