Languages: English ‏سۆرانی‎

Daxuyanîya Komisyona Ziman, Perwerde, Çand û Hunerê ya KNKyê

Daxûyanîya Çapemenî 04.03.2009 –  Komisyonê kombûna xwe di 4ê Nîsana 2009ê da kir û ev biryarên li jêr standin. Em bi giringî pêskêsî bîr û rehîya Kurdistanê dikin:

1. Digel hemû pêsveçûnên li Kurdistanê, ziman, kultur û hunera Kurdî hêj jî, bi gotina herî nerm, di bin tehlîkeya lawazkirinê da ye. Asîmîlasyona li ser ziman, bi metod û teknîkên nû tête domandin. Çand û hunera Kurdî herwisa di bin tedayeke jenosîdal da ye. Bi taybetî dewleta Tirk, herweha Îran û Sûrîye jî beramberî ziman, çand û hunera Kurdî hêj jî hemû rengên qedexetîyê didomînin. Li van dewletan perwerdeya bi Kurdî hêj jî qedexe ye.¬ Zimanê Kurdî heta ku nekeve nav sîstemê perwerdeya fermî ya dewletê pêsnakeve û ji ber asîmîlasyonê xilas nabe. Lewma divêt li van dewleta armanc ew be ku zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û ji dibistana seretayî heta zaningehê li hemû xelekên perwerdeyê û di nav sîstemê îdarî yê dewletê da bête bi kar înan. Heta ku digihine vê armancê divêt xebat û têkosîn neyê sist kirin û bi hemû rengan bête domandin. Digel vê prosesê, Kurd bi xwe jî divêt di nav parastin û jîyandina ziman da bin. Bi taybetî li bakur sehridarîyên Kurdistanê divêt hemû îmkanan bi kar bînin û li goreyî sert û îmkanan her bi çi rengî be zimanê Kurdî bi kar bînin.

2. Li Kurdistanê û meydanên dîasporayê ji bo bi kar înana ziman, divêt kar û xebatên perwerdeyî, çandî û hunerî bêne kirin û ji bo vê yêkê dezgeh û organîzasyon bêne ava kirin.

3. Di nava jîyanê da edetê Kurdî axivtinê divêt bête xurt kirin, pêsve birin û mayînde kirin.

4. Navên tax, gund, bajêrk û bajêran divêt bi Kurdî bêne gotin. Herwisa navê Kurdistanê divêt bi israr bête bi kar înan.

5. Dijî talankirina muzîka Kurdî divêt tedbîr bêne standin. Bi vê armancê dê li ser vê rewsa muzîka Kurdî sempozyumek bête organîze kirin. Herweha stranbêjên ku xizmeta talankirina muzîka Kurdî dikin û muzîka Kurdî dikine Tirkî, Farisî û Erebî divêt bêne boykot kirin.

6. Dîlan û govenda Kurdî divêt bête parastin û rê li ber Tirkkirin, Fariskirin anjî Erebkirinê bête girtin.

7. Hersal di peryoda ”Cejna Zimanê Kurdî” ya di rojên ”14 – 15 – 16ê Gulanê” da konferansa zimanê Kurdî û aktîvîteyên bi vî rengî bêne kirin.

8. Ji bo plankirina kar û xebatên li ser ziman, perwerdeya zimanê Kurdî û perwerdeya bi zimanê Kurdî, organîzekirina zimanî û amadekirina materyalên perwerdeyê, îsal li payîzê li Berlînê dê ”Sûraya zimanê Kurdî, perwerdeya zimanê Kurdî û perwerdeya bi zimanê Kurdî” bête kom kirin.

9. Medyaya Kurdî ya nivîskî û elektronîk ji bo agahdarkirin, hisyarkirin û serwextkirina xelkê Kurd ya di warê axivtin û bi kar înana zimanê Kurdî da divêt zêdetir program, nûçe û nivîsan biwesînin.

10. ”Cejna Zimanê Kurdî” ji îsal pêve bû sê roj. ”14ê Gulanê” wekî ”Roja Cejna Zimanê Kurdî” 2006ê bi biryara KNKyê hate qebûl û îlan kirin. Cara ewil 14ê Gulana 2007ê li seranserê Kurdistanê û meydanên dîasporayê hate pîroz kirin û ev edete di 14-15ê Gulana 2008ê da jî bi ”Konferansa Zimanê Kurdî ya li Berlînê” dom kir. Ji ber asîmîlasyona salan û qedexeya bêhnçikêr ya li ser zimanê Kurdî, ”14ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî” ji teref xelkê Kurd ve bi germî hate qebûl kirin û bi cos û heyecaneke mezin hate pîroz kirin. Xelkê Kurd ev cejne wekî çeperekî xurt yê parastina zimanê Kurdî qebûl kir û lê xwudan derket û di midehê du salan da bi bosahîyeke gelek mezin pîroz kir. Îro bi reng û metodên nû zulma li ser zimanê Kurdî bi israr tête domandin. Di rewseke wisa da xelkê me bi xwe bi suûra li ziman xwudanderketinê ji KNKyê daxwaz kir ku rojek têra nake û rojên ”Cejna Zimanê Kurdî” divêt bêne zêde kirin. Ji ber vê hewcehîyê, îsal komisyona me, ”Komisyona Ziman, Perwerde, Çand û Hunerê ya KNKyê” ”Cejna Zimanê Kurdî” bi armanca dijî her reng asîmîlasyonê û parastina zimanê Kurdî û pêsvebirina ziman û perwerdeya Kurdî, derêxiste ”sê rojan” ku bi berfirehtir bête pîroz kirin û li ser giringîya ziman bi zanahîtir û berpirsiyarîtir bête rawestan. Ji îsal (2009) pêve ”Cejna Zimanê Kurdî” dê di rojên ”14 -15 – 16ê Gulanê” da bi axivtin, sahî, resepsiyon, semîner, konferans û kombûnan bête pîroz kirin. Li seranserê Kurdistanê û meydanên dîasporayê, Kurd dê li goreyî sert û îmkanên xwe pîroz bikin û di nav aktîvîteyan da bin. Planê pîrozîya ”Cejna Zimanê Kurdî” jî bi vî rengî hatîye tesbît kirin:

• 14ê Gulanê: Destpêka pîrozîya ”Cejna Zimanê Kurdî” ye. Li ser zimanê Kurdî dê axivtin û sahî bêne kirin.
• 15ê Gulanê: Roja wesana kovara Hawarê ye. Hawarê ji bo parastin û jîyandina ziman û kultura Kurdî kedeke mezin daye. Ji ber vê yêkê, ji bo bîrînana kovara Hawarê dê rola wê ya di warê parastin û jîyandina ziman û kultura Kurdî da bête biha kirin û pîroz kirin.
• 16ê Gulanê: Ji bo giringîya perwerdeya bi zimanê Kurdî dê kombûn, semîner û konferans bêne kirin. Herweha ji bo xatiraya hemû sehîdên Kurdistanê, ku ji bo parastina ziman, kultur û hunera Kurdî, neteweyê Kurd û Kurdistanê canê xwe yê pîroz feda kirine, di roja dawîyê ya ”Cejna Zimanê Kurdi” da, dê hemû sehîdên Kurdistanê bêne bîrînan. Bi vê armancê xelkê Kurd dê bi gul û kulîlkan biçine ser av, çem û robarên Kurdistanê û wan qevdên gul û kulîlkan biavêjine nav av, çem û robarên Kurdistanê û rêzê li giyanê pak yê sehîdan bigirin.

Em hevî û bawer dikin ku xelkê me yê Kurd dê vê gava giring ya parastin û jîyandina zimanê Kurdî, wekî edetekî neteweyî pîroz bike û heta hetayê bidomîne. Em ji niha ve ”Cejna Zimanê Kurdî” ya neteweyê Kurd pîroz dikin.

11. Komisyona me, serkevtina di hilbijartinên sehridarîyan ya 29ê Adarê da hatîye bi destxistin jî bi giringî biha kir. Xelkê Kurd hem li Kurdistanê, hem jî li dîasporaya Tirkîyeyê serkevtineke balkês bi dest ve îna. Em xelkê xwe û DTPyê pîroz dikin. Van hilbijartina îradeya Kurd û Kurdistanê dubare derêxiste meydanê. Em hêvî dikin ku ev mesaja xurt ya xelkê me dê ji teref yar û neyaran ve bête wergirtin. Lê belê, bi vê mijarê ve girêdayî em bi giringî li hêvîyê ne ku sehridarên Kurd, di hemû kar û xebatên sehridariyê da li goreyî sert û îmkanan rê li ber bi kar înana Kurdî xwes bikin û kursên her reng hunerîyê yên bi zimanê Kurdî ji bo ciwan û jinan vekin.

12. Hemû rêxistinên civakî-polîtîk, civakî-kulturî, civakî-aborî û dem û dezgehên dî yên Kurd û helbet pêkve Kurd, divêt di hatina vê qonaxa nû da zimanê Kurdî bêyî dudilî di hemû kar û xebat û têkilîyan da, di jîyana rojane da, bi berpirsiyarîyeke neteweyî bi kar bînin.

13. Kombûna vê carê ya ”Komisyona Ziman, Perwerde, Çand û Hunerê ya KNKyê” ya asayî rastî roja bûyîna rêberê PKK & KCKyê Abdullah Ocalan, 4ê Nîsanê, hat. Ocalan di nav hemû sertan da bi israr li ser giringîya zimanê Kurdî rawestaye û niha di nav wan çar dîwarên dîlîyê da jî vê mesaja xwe daîm digihîne xelkê Kurd ku bi kar înana zimanê Kurdî îhmal nekin. Bi vê munasebeta kombûna komisyona me ya îro, em roja bûyîna 60. ya Abdullah Ocalan bi dilgermî pîroz dikin û jê ra jîyekî dirêj û bi saxî û silametî daxwaz dikin û herweha daxwaza azadîya wî dikin.

14. Di encam da, komisyona me hewce dît ku li ser ”bazara girtina ROJ TV”yê jî gotina xwe bêje: Buroya rêvebir ya ROJ TV li Danmarkê ye. Reftara hukûmeta Danmarkê ya beramberî ROJ TVyê heta îro bi basî dom dike. Serokwezîrê Danmarkê Anders Fogh Rasmussen namzetê sekreterîya NATOyê ye. Tirkîye jî endama NATOyê ye û dixwaze vê pozisyona xwe dijî serokwezîrê Danmarkê bike mijara bazarê û bi vê fisarê ROJ TVyê li Danmarkê bide girtin. Em vê reftara dewleta Tirk rûres û sermizar dikin. ROJ TV dengê xelkê Kurd e û di parastin û jîyandina zimanê Kurdî da roleke giring dileyize. Em hêvî û bawer dikin ku serokwezîrê Danmarkê dê li prensîb û huqûqa Danmarkê ya demokratîk xwudan derkeve û rê nade vê fisara hukûmeta Tirk.

Komisyona Ziman, Perwerde, Çand û Hunerê ya KNKyê
04 Nîsan 2009, Bruksel