Languages: English ‏سۆرانی‎

Êrîsa li ser DTPê hovîtî ye!

Daxûyanîya Çapemenî 15.04.2009 – Êrîsa dewleta Tirkiyeyê, ya di kesayetiya DTP de ya li ser gele me, ne zagonî û ne jî însanî ye. Wisa diyare tolhildanî û dujminatiya nijadperestî ye.

Eskere xuya ye, ku dewlet, ji serkeftina Kurdan a hilbijartinên 29ê Adarê gelek û pir gelek aciz bûye. Destkeftina viyana siyasî ya gele Kurd, dewlet hêrs kiriye.

Lewma bê sedem û pirs û bersîv, di heman rojê û demê de, hêezên dewletê yên çekdar, li 15 bajaran avêtiye ser cih û warê DTPyiyan. Li gel sê cîgirên hevserokan, nêzîkî sed kesên rêvebirên DTPê desteser kirine û birine payigahên polîsan.

Ev helwesta êrîskarane, nîsanê pilangeriya siyaseteke xeternak dide xuya kirin.Bêgûman berpirsiyarê vê siyaseta xerab AKP û Artes e.Di heman rojê de, weke ku tistek ne qewimiye, Fermandarê Artesê Basbug mîna akademisyenekî ji çapemeniya xwe re nesiheta û quretiya dike û Serokwezîrê siyasi Receb Tayib jî bi malbatî li Antalyayê derketiye seyranê !

Polis û leskerên wan jî mîna seferberiyê di nava êriskariyê de ne.

Di demek wisa da, ku KCK, careke din biryara sernekirinê da, ji bo fersendê bide asbûnê û zemîna xebata kes û hêzên asîtîxwaz xwestir bike, Dewleta Tirkiyeyê dîsan weke carên berê yên serrawestandinê, dest bi êrîsan kir. Ev jî careke dide nîsandan ku, di nava dewletê de û ji derve jî hinek hêz hene naxwaze aramaî û asîtî hebe.

Em rêvebiriya KNK, vê siyaset û helwesta dewleta Tirkiyeyê pir xeter dibinin û sermezar dikin. Her wiha em bang li hevalbendên Dewleta Tirkiyeyê jî dikin, da ku ji vê siyaseta xerab bidin zîvirandin. Ji ber ku kezenca kesî di vê siyasetê de nîne.

Em weke KNK, biryara KCKe di cih de dibinin û destekê didinê û emê her pisgiriya DTPê jî bikin.

Em li sahiya jî û li suniya jî her bi gelê xwe re ne û em bawer dikin ku gelê me, dê di tekosîna xwe ya rewa û siyasî de bi serdikevin.

Konseya Rêvebira KNK
15.04.2009