Languages: English ‏سۆرانی‎

Daxuyanîya Civîna 8min ya Komîteya Dîplomasîya Hevbeş ya Partî û Rêxistinên Siyasî yên Kurdistanî

Gelê me yê azadîxwaz yê Kurdistanê, gelên hevqeder û dostên hevçeper!

Di demê bîrînana jenosîda mezin ya li ser xelkên Ermenî û Asûrî-Suryanî-Kildanîyan û Kurdên Êzidî û bombardumana bajêrê Qeladizê da, Komîteya Dîplomasîya Hevbeş ya Partî û Rêxistinên Siyasî yên Kurdistanî, civîna xwe ya heştemîn li bajêrê Den Haag li Holanda pêkanî.

Şert û mercên heyî çend guhortin di siyaseta cîhanê da derêxistine meydanê. Naveroka vê siyasetê ew e ku berjewendiyên aborî, parastina asayişa cîhanê û Rojhilatanavîn, kirine esasê stratejîyên dewletên mezin û Konseya Ewlekarîyê ya Neteweyên Yêkbûyî.

Konferansa Cenevreyê û civînên veşartî yên dewletên mezin û herêmî, di pratîkê da tinê têkbirina rêxistina teroristî ya DAÎŞê û rexistinên dî yên teroristî kirine armanc. Bêyî ku bingehê derketina van pirsgirêkan vekolin, ku ew jî nebûna demokrasîyê ye, pirs û pirsgirêkên etnîk, dînî-mezhebî, sosyal, kulturî û ekonomîk in, pozisyona xwe ya dijî van organîzasyonên teroristî di çarçoveya binas [sebeb] û encamê da ranagirin, bes bi encamê ve mijûl in. Hal ew e ku divêt problem di dualîya hisaba binas û encamê da paralel bête dîtin û di vê çarçoveyê da li çareserîyê bête geryan.
Herwisa hêzên Kurdî yên li hemû beşên Kurdistanê jî heta niha ji bo çareserkirina pirsgirêkên navxweyî rê û metodên maqûl nedîtine, ku ev wekî qusûreke dîrokî îro jî didome. Li alîyê dî, hindek hêzên opozisyonê yên Sûrîye û Tirkîyeyê li ser pirsgirêk û rêyên çareserîyê li Bakur û Rojavayê Kurdistanê îro jî, ji perspektîva demê şerê sar li prosesê dinêrin.

Ji ber vê yêkê, hemû alîyên siyasî divêt nêrîn û pratîka xwe ya siyasî ya heta îro ji nû ve berçav bikin û ji bo amade kirina nexşeyekî nû yê siyasî yê li goreyî şertên heyî bi hev ra bixebitin ku eve erkekî herî giring yê vê prosesê ye. Serederîya ji vê pirsa giran hem li her beşê Kurdistanê hem jî li seranserê Kurdistanê bi danûstandin, hevxebat û pêkhatineke xurt ya siyasî mumkun dibe.

Dewlet û xelkên cîhanê!

Civîn, peyama neteweya Kurd dubare dike ku di nava van sed salan da bi peymana Sykes Picot, Kurd û gelên dî ji hemû mafên bingehîn û xwezayî yên mirovî, etnîk û demokrasîyê bê par hatin hêlan. Niha jî bi dubarekirina senaryoyên sedsala borî yên vala wext û enerjîya xelkan pûç û belaş tête xerc kirin ku çu manaya van siyasetan nemaye. Êdî siyaseta van dewlet û desthilatên heyî ya statukoperest li navçeyê û cîhanê bûye kana probleman ku Rojhilatanavîn mecbûrî guhorîneke esasî ye.

Beşdarnekirina nûnerên xwudan temsîl yên Kurdan û xelkên demokrasîxwaz yên Rojhilatanavîn konferansa Cenevreyê xiste nav şaşîyeke stratejîk û di pratîkê da jî konferans bê encam bû.
Nabe ku tinê hukûmetên herêmê û hindek hêzên ser bi van dewletên statukoperest bêne tercîh kirin û opozisyona xwudan hêz ya azadîxwaz bête berteref kirin. Di vê pirsê da li ser alternatîva ku opozisyona esasî ya Rojavaya Kurdistanê û Bakurê Sûrîyeyê organîze kirî divêt bête rawestan ku ew jî projeya Federalîya Rojavaya Kurdistanê û Bakurê Sûrîyeyê ye. Ev modelê ku xelkên Rojavaya Kurdistanê û Sûrîyeyê pêkînayî divêt bête destek kirin û derîyên tixûban jî bêne vekirin.

Civîn, bi giringî bangî dewletên demokratîk û konseya ewlekarîyê ya neteweyên yêkbûyî dike ku kêmasîyên konferansên navneteweyî bin rengekî demokratîk çareser bikin. Di van konferansan da divêt derî li çareserîyan bête vekirin neku bi biryarên xwe ferz kirinê pirsgirêk êcarî bêne kûr kirin.

Heştemîn civîna komîteya hevbeş ya diplomasîyê, bi biryar e ku hewildanên dîplomasîyê ji bo sekinandina êrişên dewleta Tirk ya li ser bajêrên Bakurê Kurdistanê xurt û zêde bike. Têkoşîneke xurt bête dan ku desttêwerdanên Tirkîye û hêzên paşverû yên herêmê yên li Kurdistanê bêne rawestandin. Herweha daxwaz ji xelkê Kurd û hêzên navneteweyî bête kirin ku karên ciddî ji bo pêkînana aştîyê li Tirkîye û Bakurê Kurdistanê bête kirin.

Civîn bi giringî daxwazê dike ku Partîya Karkerên Kurdistanê-PKK ji lîsteya terorê bête derêxistin û derfetên tenduristî, ewlekarî û serbest hereket kirinê ji bo Birêz Abdullah Öcalan bêne pêanîn daku ji aştîyê ra rê veke.

Civîn, daxwaz ji hemî partî, rêxistinên siyasî, medenî û pîşeyîyên Başûrê Kurdistanê diki ku bi dilsozî û berpirsane nêzê qeyrana li Başûr bibînin û destkeftên gelê me biparêzin. Herweha di atmosfereke dîmokrasî û şefaf de arîşeyên navxweyî çareser bikin. Pêwîst e rêz ji dem û dezgehên rewa (şer’î) yên îdarî yên herêmê bên girtin û her tişt di bin serwerîya qanûnê de derbaz bibin.
Komara Îslamîya Îranê li ser bi eskerîkirina Rojhelatê Kurdistanê û siyaset şiddet û tirsandin û îdamkirinê berdewam e. Herweha siyaseta bêkarkirin û berbilavkirina narkotîkê jî, li Rojhilatê Kurdistanê bi rêve dibe. Civîn, bi tundî wê siyaseta dewleta Îranê şermezar dike û daxwaz ji hemî hêzên sîyasî yên Rojhilatê Kurdistanê dike zêdetir bi hevre hevkar bin ji bo ku deng û rewatîya mafên xelkê Kurdistanê bi raya giştî ya cîhanê bigihînin.

Civîn, piştgşrî ya xwe ji bo gelê me yê Suryanî – Asurî – Kildanî û herweha gelê me yê Êzidî diyar dike, ji bo komkirin û dekomentkirina suç û tawanên komkujî û jenosidê ya çeteyên Daîş`ê, ku li hemberi gelê me pêkanîye û dane ber çavên civaka nêvneteweyî, biryar hate dayîn komîteya civîna pêncemîn da hatî avakirin bê xurtkirin û karên plankirî bêne berdewamkirin.
Jenosîda li ser xelkên Ermenî û Asûrî-Suryanî-Kildanîyan û Kurdên Êzidî hatî meşandin ku îro 101 salîya wêye, Civîn, bang li Dewleta Tirk û reya giştî ya navneteweyî dike ku vê jenosîdê bi fermî nasbikin û birînên van xelkan derman bikin.

Civîn di dawîyê da bang li tevahîya partî û rêxistinên Kurdistanî dike ku beşdarîyê di civînên komîteya hevbeş ya dîplomasîyê da bikin.

Silav li Gerîla, Pêşmerge û Şervanên ku xwe ji bo rizgarî, azadî û demokrasîyê feda dikin.
Silav li tevahî şehîd û pakrewanên ku bi gorîya canê xwe yê ezîz ser li gel bilind kirine.
Silav li malbatên Şehîdan jî ku zarokên wan karwanê xebatê bi heybet kirine.

Komîteya Dîplomasîya Hevbeş ya Partî û Rêxistinên Siyasî yên Kurdistanî
24ê Nîsanê, 2016 – Den Haag – Holanda

1. Komîsiyona Karê Derve ya KNK ê
2. YNK
3. PYD
4. GORAN
5. HSDK (Hizbî Sosyalîstî Demokratî Kurdistan)
6. Partîya Îslamîya Kurdistan –PÎK
7. KCD-E (Kongra Civaka Demokratîk – Ewropa)
8. Hizbî Şûî Kurdistan
9. Komelî Îslamî Kurdistan
10. TJKE – (Tevgera Jinên Kurdistan – Ewropa)
11. Federasyona Êzidîyên Kurdistan
12. E.S.U (Yekîtiya Suryaniyên Ewropa)
13. Partiya Yekîtîya Suryanî – Rojava
14. PJAK
15. Hizbî Zehmetkêşanî Kurdistan
16. Hizbî Ayindeyî Kurdistan
17. Nûnertiya HDP ya Ewropa
18. P.D.K.S (Partîya Demoqrata Kurdî Sûrîya)
19. P.Ç.D.K-S (Partîya Çepa Demokrata Kurd – Sûrîya)
20. PÇK-S (Partîya Çepa Kurd – Sûrîya)
21. PDK-S – El Partî (El Partî Demuqratî Kurd – Suri)
22. PRK (Partîya Rizgarîya Kurdistan)
23. Partîya Kaskên Kurdistanê – Rêkxrawa Sewza Ewropî Kurdistanî
24. Enstituya Kurdî ya Brukselê
25. Rêkxirawî Demokratîkî Yarsan
26. PYNA – Rojava (Partîya Yekîtîya Niştimanî Azad – Rojava)
27. T.N.K.S (Tevgera Nûjena Kurdistan – Surîye)
28. Meclisa Şengalê ya Derveyî Welat
29. Partî Sebixweyî Kurdistan
30. KKP (Partîya Komunîstên Kurdistan)
31. PYDK-S – El Wehde