Languages: English ‏سۆرانی‎

Cejna Êzî Pîroz Be

Îro cejne, cejna Êzî ye, cejna avakirinêye. Berî her tiştî em wek Kongreya Neteweyî ya Kurdistan – KNK, Cejna Êzî di serî de li Civaka Êzdiyan, li Gelên Kurdistanê û tevayî Mirovahiyê pîroz dikin. Her weha em hêvidar in ev cejn bibe wesîleya aştî, azadî û biratiya gelan.

Cejn di nava hemû baweriyan de xwedî cihekî watedarin. Cejnên Êzdiyan jî xwedî dîrokeke kevnarin. Dema mirov li dîrok û naveroka van Cejnan dinêre, jiyaneke nû û pîroziyan têde dibîne. Divê em Cejna Êzî, weke kevneşopiya xwedî derketina bawerî û ҫanda welatê xwe bibînin.

Pîroziya van cejnan di dema îro de, ji her wextî bêtir, ji bo bawerî û ҫanda Êzdiyatiyê hê watedar e. Ji ber ku ev ҫanda qedîm bi her awayî di bin metisîyeke mezin de ye. Girîng e civaka kurdên Êzdî û bi taybetî Êzdiyên derveyî welat, bawerî û Çanda xwe biparêzin û xwedî lê derkevin.

Salekî pêş niha bi berxwedaneke mezin, Şîngal hate azadkirin. Ew êşa mezin hinek be jî hate kêmkirin. Lê heta niha jî hinek deverên herêma Şingalê di destê dijminê xwînxwar DAIŞê da mane. Ev dever jî divê demeke zûtir bêne rizgarkirin û gel vegeri ser axa xwe. Niha dem dema vegera welate, dem dema avakirina Şingalê ye. Tê xwestin û pêwîste nasmeya Êzidîtahîyê li Şingalê bê parastin, pêwîste di nava Federasyona Kurdistanê da Gelê me yê Êzidî, bi awayeke xweser ew xwe bi xwe rêve bibin.

Li ser vî esasî em wek Kongreya Neteweyî ya Kurdistan, bang li hemî Gelê Kurdistanê, Civaka Êzdî û Dostên Gelê me dikin, werin em bi hevre Şingalê avabikin û bibin alîkar ku gelê me yê Êzidî bizivire ser axa xwe.

Bi van hêvîyan em cardin, Cejna Êzî li Civaka Êzdiyan û tevahiya Mirovahiyê pîroz dikin.

Cejna Ezi 2016-Sorani

Konseya Rêvebir ya KNKê