Languages: English ‏سۆرانی‎

Belçîka, mafên gelê kurd bin pê neke

Daxûyanîya Çapemenî 2012 –

Desthilatdariya AKPê, ji aliyekî ve dibêje, ezê pirsgirêka kurd çareser bikim, ji aliyê din ve, serekî pirr dijwar û pirr alî li dijî gelê Kurd dide mesandin. AKPê, li welat û derveyî welat serê li dijî gelê Kurd, di çarçoveya antî huquqî û li dijî peymanên mafên mirovan de kiriye pratîkê. AKPê, li dijî gelê kurd, eniyek taybet  li Ewropa jî  vekiriye û dixwaze têkosîna gelê kurd ya demokratîk û rewa bi gistî ji holê rake.  Ev pêvajoyeke nû ye û pirr alî ye. Pistî komkujiya li Parîsê, alîkarê serokwezîrê Tirkiyê Mehmet Alî Sahîn, vekirî got; “bûyerên li Parîsê dikarin li Elmanya jî pêkwerin.” Ev gotin, siyaseta nû ya  rayedarên  AKPê ya  li Ewropa jî îsaret dikin. AKPe, eniyek pirr alî li Ewropa û li dijî gelê kurd, li dijî saziyên civakî, kulturî û dîplomatîk yên kurd daye destpêkirin. Sewitandina Komela Kurd li bajarê Genkê, êrîsên li Elmanya û Avusturya mînaka vê ne.

Bas tê zanîn ku dewleta Tirkiyê bi riya interpolê dewletên Ewropa dibin zext û zorekê de dihêle û li dijî siyasetmedarên kurd bikartîne.  Bi vî rengê, siyasetmedarên kurd dane girtin, yan jî di malan de dîl girtine. Bi vê riyê jî, gelê kurd ji mafên demokratîk bêpar dihêle. Herî dawî, bi hewldanên Tirkiyê, dinavbera wezîrê karên edaletê yên Tirkiyê û Belçîka de û di navbera wezîrê karên hundir yê Tirkiyê û Belçîka de 2 peyman hatin imze kirin. Bêguman têkiliya navbera dewletan û îmzekirina peymanan normall e. Lê, peymanên dawî, ku di navbera Belçîka û Tirkiyê de hatine imze kirin, gelê kurd ji nêzîk de alaqadar dikin. Ji ber ku gelê Kurd, ji bo mafên rewa û demokratîk têkosînê dike. Lê dewleta Tirkiyê di qada navneteweyî de, di têkiliyên bi dewletên cîhanê re, her cûre têkiliyên xwe, li dijî Haraketa Azadiya Kurd, li dijî siyasetmedarên kurd, li dijî sazî û dezgehên civakî û demokratîk yên gelê kurd  rûdinîne. Li Ewropa jî, di her firsetê de, têkiliyên xwe li ser binpêkirina mafên kurdan, li ser têkbirina destketiyên gelê kurd rûdinîne. Mînakên vê jî, li her welatê Ewropa ku dewleta Tirkiyê têkildar e, hatiye dîtin. Vê rewsê, herî bas dewleta Belçîka dizane. Bi vê mebestê  gelê kurd, peymanên herî dawî ku di navbera Tirkiyê û Belçîka de hatine imze kirin, hewldaneke nû ya dewleta Tirkiyê ku li dijî gelê kurd  bikar bîne dibîne û dinirxîne.

Bas tê zanîn ku, kurd li Belçîka xwedî sazî û dezgehên civakî, kulturî û dîplomatîk in. Heta îro jî, kurdên li Belçîka, ji çarçoveya kanunên Belçîka û berjewendiyên Belçîka ne ketine nava hewldanan. Hêviya Kurdan jî ew e ku dewleta Belçika dibin navê têkiliyên dewletî de, nebê amûr û alavê siyaseta dewleta Tirkiyê.

Dewleta Belçîka xwedî huquqekî ku li ser bingeha azadî û mafan, li ser bingeha  exlakê insanî û demokratîk hatiye runandin. Pêwiste Belçîka neyê lîstikên dewleta  Tirkiyê.

Em weke KNKê, bang li muxalefet û partiyên siyasî, huquqnas û raya gistî ya Belçîka teva dikin ku, di kiryarên dewleta Tirkiyê yên, li dijî gelê kurd, li dijî siyasetmedar û saziyên civakî û kulturî yên kurd siyar bin. Medya Belçîka jî bal kisandin ser peymanên nû gotin, li dijî siyastemedar û saziyên civakî û kulturî yên kurd in û nav jî dann.

Em bang li desthilatdariya Belçîka dikin ku, bi agahî û ragihandinên ne rast yên dewleta Tirkiyê, mafên gelê kurd bin pê nekin. Polîsên Belçîka, çend caran li dijî sazî û dezgehên kulturî û civakî yên Kurd ketin nava hewldanan. Lê heta niha tistekî li derî kanunên Belçîka û antî demokratîk nedîtine. Bi vê mebestê, pêwiste  her du peymanên dawî ku di navbera Tirkiyê û Belçîka de hatine imze kirin, car din dibin çavan re werin  derbas kirin û di pratîze kirina wan peymanan de, nebin lîstîk û amurê dewleta Tirkiyê.

Konseya Rêvebir a KNKê