Languages: English ‏سۆرانی‎

Endamê Konseya Rêvebir ya KNKê Adem Uzun ji teref polîsê Fransayê ve bêyî sebeb hatîye girtin.

Daxûyanîya Çapemenî 10.10.2012 – Endamê Konseya Rêvebir ya KNKê Adem Uzun ji teref polîsê Fransayê ve bêyî sebeb hatîye girtin. Konseya Rêvebir ya KNKê gelek lezîn li ser vê pirsê rawesta û vê girtina neheq û bêqanûnî sermizar û protesto dike.

Adem Uzun wekî endamê Konseya Rêvebir ji ber karûbarên dîplomatîk û amadekarîya Konferansa 13ê mehê [13 Çirîya Pêsîn-October-2012] ya li ser Rojavaya Kurdistanê çûbû Parisê ku konferans dê li saloneke Parlementa Fransayê li Parîsê çêbe. Dewleta Tirk di her keysî da daxwazê ji dewletên Yêkitîya Ewrûpayê dike ku xebata polîtîkerên Kurd asteng bikin. Herî dawîyê serokwezîr Erdogan Almanya û Fransa bi nav kirin û got ku ev dewlete hevkarîya Tirkîyeyê nakin ku xebata Kurdan li saheya Ewrûpayê bloke bikin. Fransayê bi girtina Adem Uzun adeta dîrektîfa Erdoganî înaye cih ku eve dê zerarê bigihîne sîstemê demokratîk yê Fransayê. Dozgerê ku Adem Uzun daye girtin Thierry Fragnoli meshûr e bi girtina polîtîkerên Kurd û pistî girtina Adem Uzun jî got ku ew tênagihin boçi Tirkîye ji wan nerazî ye. Dozgerî bi zelalî got ku gotinên Erdoganî yên ku goya Fransa hevkarîya wan nake ne rast in û wan bi girtina polîtîkerê Kurd Adem Uzun nîsan daye ku ew hevkarê dewleta Tirkîyeyê ne. Ev axivtina bêtalih ya dozgerê Fransî  Thierry Fragnoli nîsan dide ku wan bi hevkarîya dewleta Tirk ev operasyone li ser polîtîkerê Kurd Adem Uzun pêkînane ku eve ji alîyê Kurd û Kurdistanîyan ve qetîyen nayê qebûl kirin.

Kurd bi nufûseke mezin li nav cografyaya YEyê kedeke mezin didine pêskevtina jîyana ekonomîk, polîtîk, sosyal û kulturî ya van dewletan. Herweha Kurd di nav sîstemê îdarî da kar û barên burokratîk û polîtîk jî dikin ku eve mafê wan yê rewa û demokratîk e. Kurd li goreyî qanûnên dewletên YEyê xebatên xwe dikin. Dewletên YEyê divêt li goreyî daxwazên dewleta Tirk hereket nekin û jîyanê li Kurdên cografyaya xwe teng nekin. Dewleta Tirk dixwaze sîstemê xwe yê antî demokratîk ixracî nav YEyê jî bike û mixabin hindek dewletên YEyê jî bi girtina polîtîkerên Kurd dibine sirîkê antî demokratîzma dewleta Tirkîyeyê. Dewletên YEyê û bi taybetî jî Fransa vê pratîka krîmînîzasyonîst ya li ser polîtîkerên Kurd divêt behemehal terk bikin.

KNK girtina Adem Uzun wekî êriskarîyeke beramberî xelkê Kurd dibîne. KNK li hêvîyê ye ku dewleta Fransayê zûtirîn dem Adem Uzun serbest bike û lêborîna xwe ji Adem Uzun, KNKê û xelkê Kurd bixwaze.

Adem Uzun divêt derhal bête berdan.

KNK li hêvîyê ye ku Kurd û Kurdistanî û herweha dostên xelkê Kurd yên li Fransa û herderê dinyayê vê êriskarîya dewleta Fransayê mehkûm bikin û fisarê bibine ser hukûmeta Fransayê ku Adem Uzun serbest bikin.

Konseya Rêvebir ya KNKê
10.10.2012