Languages: English ‏سۆرانی‎

BANG: Bi Ruhê Berxwedana Kobanê Xwedî li Rojava Derkevîn!

Dewleta Tirk, eve roja sisaye bi hemî hemî hêza xwe ve, êrîşê Rojava dike. Di van êrîşên xwe de hemî pîvanên mirovî û huqoqî binpê dike. Dewleta Tirk bi giştî binesazîya Rojava û cihên jiyanê (depoyên avê, santralên elektrîkê, depoyên genim, kargeh, nexweşxane û cihên dî yê wekî wan) hedef digre. Gorî huqoqa navneteweyî ev êrîşên dewleta Tirk, sucên şerin û sucên dijî mirovatîyê ne.

Ev êrîş ne tasadûfin û plankirîne. 9 sal pêş niha ji teref DAIŞê ve êrîşek mezin li ser Kobanê hebû. Dewleta Tirk DAIŞ destek dikira. Tam van rojan de, Teyîp Erdogan derket bi dilekî xweş goht “Kobanî ha ket ha ket”. Gelê me li her derî xwedî li Kobanê derdiketa, lê axaftina Erdogan agir geşkir û li bakura Kurdistanê serhildana 6-8ê Cotmehê despêkir. Di encamê de Kobanê ne ket û rizgar bû. Piştî neh salan, tam jî di salvegera vê serhildanê de, hêzên girêdayî Erdogan dîsa êrîşê Kobanê dikin. Ev ne tesadûfe ev berdewama êrîşa DAIŞê ye.

Niha hêzên Rojava hêzên YPG/YPJê hêzên QSDê, Rêveberîya Xweser û gelê Rojava, bi hemî cepheyan de xwe diparêzên û bersiv didin dagirkeran. Divê Rojva tinê nemîni û divê Rojava bê parastin. Parastina Rojava parastina Kurdistanê ye. Divê bi ruhê berxwedana Kobanê, em xwedî li Rojava derkevin û Rojava biparêzin.

Niha li Kurdistanê û li seranserê Cihanê, çalakîyên 25. salvegera Komploya Navneteweyî (Koploya dijê Birêz Abdullah Ocalan) hatine plankirin. Bi vê munasebetê em bang li hemî Kurdistanî û dostên xwe dikin ku li her cih û deverê tevlî çalakîyan bibibn, hem dijê komployê rawestin û hem jî bi ruhê berxwedana Kobanê xwedî li Rojava derkevin.

Em weke KNK, parastina Rojava weke parastina hemî Kurdistanê dibînin û emê bi hemî awayî xwedî li deskevtên Rojava derkevin. Bi vê munasebetê em dewleta Tirk û hevkarên wê bi tundî şermezar û mehkum dikin. Em bang li hêzên Cihanî dikin û dibêjin, çavên xwe li êrîşên dewleta Tirk negrin û li hember van êrîşan bê deng nemînin. Herweha em berxwedana hêzên Rojava hêzên YPG/YPJê hêzên QSDê, Rêveberîya Xweser û gelê Rojava, pîroz dikin û silav dikin.

Konseya Rêvebir ya KNKê