Languages: English ‏سۆرانی‎

Encamnama Civîna Konseya KNKê

Encamnama Civîna Konseya KNKê 1ê Kanûn 2023

Di nirxandina Rojeva siyasî de guhertinên ku wek şerê Hamas-Israîl hatiye penasekirin de di bingehin de qonaxek nû li herema Rojhilata Navînê destpekiriye. Himber we guhertinê bi taybet dewleta Iran û Tirkiye xwestin deng û hêza xwe wek hêzên desthilatdar yên Herêma Rojhilata Navîn bidin diyarkirin. Her çiqwas ew herdû dewlet di şerê Hamas-Îsraîl ê de xwe wek xwediyê gelê Fîlîstînê dan diyarkirin jî, tu hêzekê ji wan bawer nekir. Çûnkû her du dewlet zilmê li ser gelê Kurd pêktînin. Li aliye din her du dewlet bi alikariyên cîddî hêzên wek Hamas li ser piyan dihêlin û wan ji bo berjewendiyên xwe bi kartînin.

Dewleta Iranê bi zext û erîşên leşkerî li ser Rojavayê Kurdistanê xwest Kurdan bikşîne aliye xwe û li ser Kurdan plan dikir nakokiyên xwe li gel Amerîka bixebitîne. Lê sîyaseta kamil ya Xweseriya Rojavayê Kurdistan neket nav wê lîstokê.

Bi taybet di wî şerê dawî yê di navbera Hamas-Îsraîlê de, metirsî hene ku guhertinên demografîk licîhên ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ne koçberên Xeza bên bi cîh kirin. KNK banga desthilatdar û rayedarên sîyasî û gelê Fîlîstîn dike ku bila nevekin xefika sîyaseta ku li ser wan tê meşandin. Kurd ji bo welatekî azad sedsal in têdikoşin û bi hezaran şehîd ji bo axa xwe dane. KNK her wiha banga hêzên navneteweyî yên ku hesabên guhertinên demografîk dikin, bila nekevin nav şaşîtiyên usa.

Di rojeva sîyasî de cîhekî taybet ji bo rewşa Rojhilatê Kurdistan û dewleta Îranê jî pek hat. Tekoşîna gelê me gelên Îranê li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê di bin duruşma Jin Jiyan Azadî de berdewame. Pewîstiya yekgirtina sîyasî di navbera hezên Kurd de îro ji her demê zedertir e. Her wihapêşxistina tifaqên li gel netewên din jî ji bo Kurdan karekî giring e, daku tifaq bi xwe re hêz bêyîne jî bi peş bixe.

Dewleta Îran mixabin ji bo hêza Kurd lewaz bikê bi zext û gefên li ser desthilatdariya Başûrê Kurdistanê ve encam girt. Hereketkirina hêzên sîyasî yên Rojhilatê Kurdistanê li Başûr êdî cîddî hatine sînordarkirin. Qetilkirina şoreşger û sîyasetmedarên Rojhilatê Kurdistan li Başûrê Kurdistan êdî pir asayî bûye. Mixabin hêzên desthilatdarên Başûrê Kurdistanê li gor erka xwe ya welatparêzî tevnegeriyan û zêdetir berjewendiyên dagirkeran berçav giritin û daxwaza dagirkeran pek anîn. Konseya Rêvebir xwedî biryare di pêşxistina yekgiritina sîyaseta Rojhilatê Kurdistan de erka xwe pek bîne û banga hêzên Rojhilatê Kurdistan dike bi lez û bez platformên xurtkirina yekgirtinê peş bixin.

Dewleta Tirk di wê qonaxê de xwest wekî dema şerê Ukranya sûd ji şerê Hamas-Îsraîlê bigre. Lê encam negirt. Hezên herêmî û kurevî dewleta Tirk di wî şerî de bê par hiştîn. Kesî guh neda gef û dîplomasîya tûcaran ya dewletê. Beriya şerê Hamas-Îsraîl dewleta Tirk di 5ê Cotmehê de xwest qezencên gelê Kurd li Rojava û gelên li Bakûr û Rojhilatê Sûrî bi êrîşên dijwar tek bibe. Bi erîşên havayî zerar da %50 binesazîya jiyana gelê me û gelên din. Armanc bê Kurd kirina Rojava bû. Lê gelê kurd cihê xwe berneda û hesabê dewlet bi ser neket. Rêvebiriya Xweser bi lez û bez pewîstiyên jiyanî zû rexistinkir û gelê me jî ji ber zanebûna bilind ya sîyasî armanca dewleta Tirk vala derxist.

Her wiha pêngava sîyaseta Kurd li Bakurê Kurdistanê jî dewleta Tirk tengav dike. Sîyaseta Bakûrê Kurdistanê îro di nav hameleyek giring deye. Di bin duruşma azadkirina Rêberê KCKê Abdullah Ocalan hêza sîyasî û cikavî îro li Bakûrê Kurdistan gelek erênî peşdikeve û rejîma faşîst a Tirk tengav dike. Berxwedana gerîlayên azadî jî heya niha mecal neda ku dewlet Başûrê Kurdistan dagîrbike. Dewleta Tirk li gel êrîşên leşkerî şerekî dijwar dijî civaka Kurd him li Bakûr û him jî Başûr dimeşîne. Di bin navê Îslamiyetê de li ser rêya hêzên noker wek Hûda Par dixwazê Kurdan bibinserdema navîn, Kurdan ji nasnameya neteweyî dûr bixin. Taybet jinên Kurd yên ku him dijîDAÎŞ serketin û him jî bi duruşma Jin Jiyan Azadî dijî rejîma Îranê serê gelê Kurd di asteyacîhanê de bilind kir tekbibin. Heger îro tundîtî jî dijî jinên Kurd di civakê de zêde dibe, yeksedem jî ev hêzên ku di bin maska dîn de pîyawsalarîyê ferz dikin. Ev îlankirina şer dijî jinên Kurd e.
Lê li aliye din tê zanîn ku wan hêzan di bin navê dîn de gelek melên welatparez, rewşenbîr û peşengên gelê Kurd bi hovane ji bo xizmeta dewleta dagirker kirin. Me terora Hizbîl Kontra û îro jî bi navê Hûda Par ya salên 90î de ji bîr nekiriye. Niha li ser rêya wan hêzên noker dijmin dest davêjin Başûrê Kurdistan jî. Di bin navê biratiyê de Îslamê tora dijî kurd li gor berjewendîyên dagirkeran li Başûrê Kurdistan li gel partî û sazîyên olî pek tînin.

Konseya KNKê di nîqaşên bi tayabetî li ser qetilkirina endam û nûnerê ofîsa KNKê de li Hewlerê şehît Deniz Bulbun bibîr xist. KNK bangê li huqumeta Herêm û Irakê dike bi lez û bez hêzên ku li pişt wê terorê ne eşkere bikin, kujeran dadgeh bike. KNK manîpulasyonên li ser tora civaka bi nîşankirina kujeran jî red dike û di şopandina doza şehîdên xwe de bi israr e.

Konseya KNKê her wiha derbarê azadiya Rêberê KCKê birêz Abdullah Ocalan jî nirxandin û tekoşîna azadkirine wek erkekî neteweyî destgirt.

KNK her wiha banga hêzên sîyasî yên Başûrê Kurdistan dike di hilbijartinên parezgahan de himli Iraq û hîm jî li Başûr pîvanên şefaf û demokratîk esas verbigrin, dakû gelê me bi azadî tercîha xwe pek bîne.

Di dawîye de Konseya KNKê biryar da ku Civata Gîştî ya 22mîn bi fîîlî sala 2024an de pek bîne. Her wiha biryar derket ku du şewirên giring ya jinan û rewşenbîr/akademîsyên Kurd jî çebike. Di çerçova biryarên Konferansa Lozan KNK Forumek yasayî dijî peymana Lozanê jî amadebike.

Konseya Rêvebir ya KNKê
3ê Kanûn 2023