Languages: English ‏سۆرانی‎

1ê Mijdarê, Roja Kobanê ya Cîhanê li gelê Kurdistanê û li Cîhanê pîroz be

Îro 1ê Mijdarê, Roja Kobanê ya cîhanê ye. Di vê roja dîrokî de car din eşkere bû ku pêdiviya Kurdan demildest bi yekîtiya netewyeî heye.

Em weke Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), şehîdên Kobanê û tevahiya têkoşîna azadî û demokrasiyê bi bîrtînin û di vê roja dîrokî de, car din bang li hêzên siyasî yên Kurd teva dikin ku ji bo yekîtiya neteweyî haraket bikin.

Baş tê zanîn ku, çeteyên DAIŞê, bi desteka dewletên dagirker û paşverû yên wek Tirkiyê, êrîşî Kobanê kirin. Lê, berî êrîşî Kobanê bikin, çeteyên DAIŞê, li Musil, Şingal û gelek deverên din, kiryarên qirêj û faşîzan, wek firotina jinan û bazara koleyan dane dest pê kirin. Di heman demê de nirxên mirovahiyê yên deh hezar salan jî tune kirin.

Têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞ’ê û dewletên piştgiriya wan dikin, di dîroka Gelê Kurd û di parastina nirxên mirovahiyê de qonaxek nû da dest pê kirin. Têkoşîna li Kobanê, bû bingeha sîstema federalî ya demokratîk. Ev sîstema li bakurê Suirye, wek çareseriya krîz û kaosa li herêmê tê dîtin. Ev sîstema ku wek şoreşa sesala 21. Tê dîtin, hem faşîzma sedsalê mahkum kir, hem deriyê çareseriya kaos û krîza li herêmê vekir.

Piştî têkçûna çeteyên DAIŞê, balkêş e ku dewleta Tirkiyê, xaka Irak û Suriye dagir kirin. Em wek Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê, bang li hêzên navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropa, Emerîka û NATO dikin ku, li dijî dagirkeriya faşîzan ya Tirkiyê bigirin. Armanca dewleta Tirk tunekirina gelê Kurd e.

Dewleta Tirkiyê, dibin serokatiya Erdogan de, ne tenê li dijî gelê Kurd, li dijî gelên herêmê teva serî li kiryarên faşîzan û kirkirinê dide. Mînaka wê jî êrîşên li Bakurê Suriye û koçberkirina bi zorê, wêrankirina gundan, komkujiyên dike ye. Baş tê zanîn ku Tirkiye dibin serokatiya Erdogan de, dixwaze, kiryarên xwe yên faşîzan li Ewropa jî bike pratîkê. Divê destur neyê dayin.

Di salvagera 1ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê de, gelê Kurd di şerê li dijî çeteyên DAIŞê û rizgarkirina Reqayê de jî, da xuya kirin ku ew bi tu awayî rê nadê faşîzmê, ew ê destkeftiyên xwe û nirxên mirovahiyê biparêze.

Dîse di salvegera 1ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê de, li Başûrê Kurdistanê jî kaosek derketiye holê, û bi pêşengiya dewleta Tirk tê xwestin ku paktên wek Sadabadê werin ava kirin. Ev pakt, li dijî tevahiya gelên herêmê ne, li dijî demokrasî û aştiya herêmê ne. Divê berî her kesî Gelê Kurd û hêzên navneteweyî li dijî van pêkanînan dijberiya xwe nîşan bidin.

Em bang li hêzên siyasî yên Kurd teva dikin ku di roja 1ê Mijdarê, Roja Kobanê ya Cîhanê de, car din xwe dibin çavan re derbas bikin û bi ruhê Kobanê, bi seferberiyek dilsoz de haraket bikin û rojekê berî rojekê yekîtiya neteweyî ava bikin.

Kongreya Netewyeî ya Kurdistanê KNK