Languages: English ‏سۆرانی‎

12mîn salvegera Komploya Navneteweyî

Daxûyanîya Çapemenî 08.10.2010 – Gelê Kurd dîsa rojeke res pêswazî dike, ev roja 12mîn salvegera Komploya Navneteweyî ye. Beriya 12 salan di sexsîyeta Birêz Abdullah Ocalan de, hêzên navnetewî xestin Hereketa Azadiya Gelê Kurdistanê têkbibin û bi komployeke mezin Birêz Ocalan girtin û teslîmê dewleta Tirk kirin. Bi vê munasebetê em vê Komploya Navneteweyî bi nefret bîrtînin û sermezar dikin.

Di 12mîn salvegera Komploya Navneteweyî de, gelê Kurd hîna li hemberî tehlokeyên mezin e û dijminên dagirker, di nava lîstikên dijwar de ne.

Hewldanên dilsozî yên Haraketa Azadiya Kurd û Serokatiya Haraketa Kurd, ku gelek caran agirbest û bêçelekîtiyên yek alî îlan kirine û bi daxwazên herî maqul çareseriya pirsgirêka Kurd xwestiye; lê dagirkerên xaka Kurdistanê û pirranî dewleta Tirk, operasyonên eskerî, sifîl jî di nav de, peymanên stratejîk, hevkariyên stratejîk û sê alî sazkar dikin û dixwazin gelê Kurd di gora betonî de ”meftûn” bikin.

Êdî,  pirsgirêka Kurd, di qada navneteweyî  û li Tirkiyê bi berfirehî tê nîqas kirin û hevdîtin têne kirin. Bi vê mebestê KCKe bêçalekîtî jî dirêj  kir;  lê, girtina siyasetemdarên Kurd, operasyonên provakatorî li dijî gerila û sifîlan,  bi dawî nayên.

Bi van kiryarên metirsînî re, rayedarên siyasî û îstîxbarata Tirkiyê, diçine serdana Herêma Federal a Kurdistanê û dixwazin, car din birakujiya Kurdan bikin pratîkê. Bêguman rayedarên Herêma Federal a Kurdistanê, xwedî tecrube ne, dijminên dagirker jî bas nas kirine û nayên lîstikan. Car din, em dixwazin  balê bikisînin ser pêvajoya ku dijmin, bi lîstikên komplowarî kar dike û dixwaze destketiyên gelê Kurd teva têk bibe. Ji bo vê jî, bi serê psîkolojîk, serê aborî, eskerî, santaj û lîstikan jî dike pratîkê   û dixwaze, hewldanên yekîtiya Kurdan vala derbixe û pûç bike.

Tirkiye ne tenê li Herêma Federal a Kurdistanê, ne tenê li Suriye û Îranê; ji Brezîlya bigirin, heya bi Efrîka, Ewropa û Emerika trafîka dîplomasiya terorîze kirina gelê Kurd daye dest pê kirin. Helbet ev hewldanên dewleta Tirk, ne tenê li dijî Kurdên Bekur in, di heman demê de, tefsiyekirina destketî û rêxistiniya Kurdan teva ne. Bas tê zanîn ku, berî referanduma li Tirkiyê, hevdîtinên astiyane û çareseriya pirgsirêka Kurd bi Birêz Abdullah Ocalan re, BDPê re dihatin kirin. Pistî referandumê ku gelê Kurd daxwaza xwe ya Destura Bingehîn ya demoktratîk ji raya gistî re deklere kir; hukumeta Tirk kete nava leyztûkan û car din qirkirina siyasî dijwar kirin.

Bêguman, di 12mîn salvegera Komploya Navnetewî de, qonaxên giring û dîrokî hatine bidestxistin. Hevdîtina bi Birêz Ocalan û BDPê  re qonaxeke  dîrokî ye. Heyetên navneteweyî ku ji bo rê li ber çareseriya pirsgirêka Kurd werê vekirin têne Tirkiyê, serketina gelê Kurd e. Kongreyên Jinan û hewldanên Jinên Kurd ya pêkanîna Kongreya Neteweyî, qonaxeke dîrokî ye. Helwesta  Hêzên Basûr, serok û desthilatdariya Herêma Federal a Kurdistanê jî, hejayî pesindariyê ne. Lê hêvî ewe ku hêzên Basûrî û rêvebirên Herêma Federal a Kurdistanê, rol û misyona xwe, di sazkirina yekîtiya Kurdan û dîplomasiya qada navneteweyî de jî bînin cih.

Bi vê pêwanê, em weke KNK, Komploya navneteweyî bi tundî sermezar dikin û daxwaz dikin ku Birêz Abdullah Ocalan serbest were berdan.

Ji ku gelê Kurd dikaribe êrîsên komplowarî û êrîsên ji holê rakirina hêzên dagirker berteref bike, pêwiste hêzên gelên Kurd,  rojekê berî rojekê Yekîtiya Neteweyî sazkar bike.

Pistî 12 salan jî, Komploya Navneteweyî, ku di sexsê Birêz Abdullah Ocalan de li dijî gelê Kurd hate lidarxistin de, di rengên cûda de û bi dijwarî dewam dike; di vê ku ev  “roja res”, bi dijwarî û di radeya herî bilind de werê sermezar kirin. Li dijî  lîstik û koployan, rêxistiniya xwe sazkar bike û parastina xwe bi xwe bike.

Em weke KNKe, di 12mîn salvegera komploya navneteweyî  de, bang li dewleta Tirk û desthilatdariya AKPê dikin, ku ne li derve û ne bi riyên komplowarî û kiryarên terorane, li tesfiye kirina Haraketa Azadiya Kurd negere; li hundir û bi muxatabên pirsgirêkê re, bi riya hevdîtin û diyalogê çareseriyê bigere .

Em weke KNKe bang i tevahiya gelê kurd dikin ku d roja res de, her cûre têkiliya bi hêzên dagirker re qut bike û li dibistanan, li kolanan, li bazaran û di her qadên jiyanê de dijbeirya xwe nîsan bide û Koplo protetso bike.

Konseya Revebir ya KNK
08.10.2010