Languages: English ‏سۆرانی‎

Cejna Qurbanê li bawermendên misilman piroz be

Daxûyanîya Çapemenî 14.11.2010 – Di pêvajoya ku gelê Kurd herî zêde nêzîkî azadiyê bûye, lê hewqasî jî, lîstikên tunekirin û qirkirinên kulturî, siyasî û fizîkî jî zêde bûne de, cîhana misilman cejna Qurbanê pîroz dike.

Kongreya Neteweyî a Kurdistanê KNKe, di vê qonaxa dîrokî de, cihê çanazî û tirsê jî beramberî hev tîne ziman û bang li tevahiya gelê Kurd dike ku, bêhtir ji her demê, yekjîtiya xwe sazkar bike û li dijî lîstik û kiryarên tunekirinên fasîzan dijberiya xwe bi tundî nîsan bide.

Dadgehên dewleta Tirk, hîna ideolojiya fasîzan û berhemên wê, Kanunên Ceza yên ku inkara gelê Kurd, kultur û zimanê Kurd red dikin diparêzin û dixwazin, di doza dîrokî ya KCKê de, li Amedê, vê îdeolojiya kujer mesrû bikin. Em weke KNKê, doza KCKê ya li Amedê, operasyona li dijî zihniyeta inkar û tunekirinê dinirxînin û berxwedana siyasetmedarên Kurd ya parastina bi zimanê Kurdî silav dikin û bang li gelê Kurd teva dikin ku, li siyasetmedarên Kurd xwedî derbikevin û biryara wan ya axaftina bi zimanê Kurdî, di her qada jiyanê de, burokratîk, dibistan, bazar û kolanan de biparêzin .

Xeyal û utopya Kurdistana Azad, bi têkosîna Kurdan ve  girêdayî ye.

Lewma em weke KNKê, car din dubare dikin ku hêza Kurdan û azadiya Kurdan,  di yekîtiya Kurdan de ye. Eger Yekîtiya çar parçeyên Kurdistanê sazkar bibe, wê bandora Kurdan li tevahiya Rojhilata Navîn û di qada navneteweyî de jî bandoreke erênî nîsan bide. Kurdan, her dem hêza xwe, ji bo astiyê û jiyaneke hevpar  bikaranîne, hêvî ewe ku îro jî, hêzên Kurd, yên çar parçeyên Kurdistanê, rojekê berî rojekê Yekîtiya Neteweyî sazkar bikin û hêza xwe, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û gelên herêmê û astiya herêmê bikarbînin.

Bi sazkariya Yekîtiya Neteweyî jî,  wê Kurd bibin xwediyê xwe û cografya xwe, wê bibin xwediyê çarenûsa xwe. Bi van hêviyên dilsozî, em weke Kongra Neteweyî a Kurdistanê KNKê, di cejna Qurbanê de, car din bang li hêzên Kurd teva dikin ku azadî û jiyana bi rûmet ya paserojan di Yekîtiya Neteweyî de bibînin û gavên ciddî biavêjin. Pêwiste her Kurd zanibe ku bêtifaqî, bindestî û esaret e.

Bi vê pêwanê, em cejna Qurbanê, li bawermendên Misilman, li dilsozên Kurd û li dilsozên doza Kurd  teva pîroz dikin.

Konseya Rêvebir ya KNK
14.11.2010