Languages: English ‏سۆرانی‎

Xwedîderketina Rojavaya Kurdîstanê îro erkê yekemîn yê sîyaseta nistimanperwerîyê ye

Daxûyanîya Çapemenî 28.06.2013 –  Konseya Revêbir ya KNKê li kombûna xwe ya 27.6.2013ê, li ser rewsa Rojavaya Kurdistanê bi taybet rawestaye û di vê derbarê da pêdivî dîtîye ku dubare bang li hemû hêzên Kurdistanê bike ku xwedî li serkeftinên gelên me yên li Rojavayê derkevin. Di van du salên dawî da Rojavaya Kurdistanê bûye cihe hêvîya tevahî Kurd û Kurdistanîyan.  Êdî di asteya sîyaseta navneteweyî da sekina îradedar ya gelên me li Rojavayê bi baldarî tête teqdîr kirin.

Lê mixabin bûyerên duhî êvarî li bajêrê Amûdê li Rojavaya Kurdistanê pêkhatî, bûne cihê xemgînîyê û metirsîyên sîyasî yên neteweyî.  Di demekî ku,  Rojavaya Kurdistanê bi giringîyek mezin ve di sîyaseta navneteweyî da tête dîtin,  rêdana bûyerên wekî li Amûdê pêkhatî dijî berjewendîyên neteweyî ye. Hêzên sîyasî yên Kurdistanî bi sêwazê siyaseteke yekgirtî lazim e pêsîya hêzên çekdar yên dijberê gele me bigrin. Hevkarîya bi hêzên dijberê gelê me ra tenê dikare dijminên me xurt bike. Ji bo vê yekê em wekî KNK bang li hemû hêzên Rojavaya Kurdistanê dikin ku,  pirsgirêkan bi rê û rêbazên demokratîk û dîyalogê çareser bikin. Bi taybêtî di vê mijarê da erkê sîyaseta ragihandina di nûçeyên Kurdî da,  berpirsiyarîtîyeke dîrokî ye. Nûçeyên ku dijberîyê di nav hêzên Kurdistanîyan da dikin di xizmeta Kurdistanê da nînin.

Em wekî KNK bang li Konseya Bilind ya Kurdî dikin ku bi lez û bez bi besdarîya tevahî hêzên sîyasî û civakî bûyerên li Amûdê di çarçoveya awarte da bigrine ber dest û rê nedin provokasyonan.
Her wiha em bang li hemû partîyên sereke û hêzên civakî yên Kurdistanê dikin ku, bi berpirsîyartîya dîrokî  xwedî li destketîyên rojavayê derkevin.

Di vê çarçoveyê da em hevîdar in ku revêbirîyên hêzên sîyasî yên Basûra Kurdistanê bi hewildanên erênî ve besdarî çareserîya pirsgirêkan bibin. Em bang li serokatîya Herêma Kurdîstanê dikin ku bi lez û bez derîyên sînor jî vebikin.

Serkeftina di warê parastina azadîya Rojavaya Kurdistanê da, dê xizmeta tevahî gelên Kurdistan bike.

Konseya Rêvebir ya KNKê