Languages: English ‏سۆرانی‎

Li ser serdana Hakan Fîdan ya Êraq û Başura Kurdistanê

Serdana wezîrê derve yê Tirkîyê Hakan Fîdan ya jibo Êraq û başûra Kurdistanê,lêgerîna meşrûkirin û berdewamkirina êrîşên Tirkîyê yên li ser Êraq û başûra Kurdistanêye.

Eve çend rojin wezîrê derve yê Tirkîyê Hakan Fîdan li Êraq û başûra Kurdistanê ye. Hakan Fîdan weke serokdewletekî hemî serok û rêvebiran re, weke berpirsekî îstîxbaratê jî hemî terefan re rûtîne û danûstandinan dike.

Ji vê serdanê amanca sereke ewe ku hukumeta Êraqê û Kurd jî navde hemî terefên Êraqî, li hember Tevgera Azadîya Kurdistanê helwest bigrin û alîkarîya dewleta Turkîyê bikin. jixwe vê amanca xwe venaşêre û di her axaftina xwe de vê mebestê têne ser zimên. Serê gohtina xwe de giringîya “tekoşîna dijê terorê” datîne holê û ji yên hemberê xwe jî hevkarî û alîkarîyê dixwaze. Jibo wê ji sêrîde ava çemên Dîcle û Firatê hemî qertên destê xwe de kartîne. Herkes baş dizani ku rayedarên dewleta Tirk gohtina “terorê” jibo Tevgera Azadîya Kurdistanê kartînin.

Di nav çar dewletên dagirker de Êraq tinê bi fermî heyîna Kurdan û mafê wan bi destûrî nas diki. Ji Êraqê jî dixwazin ku Tevgera Azadîya Kurdistanê weke teror navbikin û nasbikin. Dixwazin Êraq jî bê ser xeta wana û bizivire û bibe weke serdema rejîma Sadam. Mebesta dewleta Tirk tinê ne tekoşîna dijê PKKê ye, heman demê de têkbirina hemî deskevtên gelê Kurd e. Ne dûre şeş pêş sal niha di dema Referandûmê de me helwesta deleta Tirk dît. Yek jî aktorê destdanîna ser Kerkûkê de Hakan Fîdab bû. Peywendî û silavdana wana ya bi her Kurdî re sexteye û dixwazin wana di xizmeta xwe de bixebitînin.

Hakan Fidan piştî Baxda’yê derbazê Hewlêrê bû. Li Hewlêrê ne weke wezîrekî weke serok dewletekî hate pêşwazîkirin. Hakan Fîdan wezîrêdeve yê Tirkîyê ye û Tirkîye jî dijmîna Kurdan ya sereke ye. Hakan Fîdan jî endamê hukimeta şere, bi organîze û biryara wî gelek rêvebir û şervanên Kurd hatine qetilkirin. Lê mixabin Hakan Fîdan li Hevlêrê weke dostekî qedîm hate pêşwazîkirin û hate hembêzkirin. Ew dîmenên hembêzkirinê şermbûn û şermekî mezinbûn. Hakan Fîdan di civîna çapemenîyê de li huzûra serokwezîrê Herêma Kurdistanê de, ji ber helwest û hevkarîya wana ya li dijê “terorê” yanî ya li dijê Tevgera Azadîya Kurdistanê, dilxweşîya anî zimên û sipas kir. Eger dijmînekî te ji te re sipasîyên xwe pêşkêş dike divê tu deh caran bifikirî.

Mixabin di pênaskerin dost û dijminan de helwesta PDKê gorî pîvanên neteweyî nînin. Ve serê dehan sala ye ku dewleta Tirk êrîşê başûra Kurdistanê dike û Kurdan dikuje. Mixabin heta niha jî helwesteke PDKê ya dijê van êrîşan çênebûye. Berûvajîyê wê ji êrîşan re, rê hatîye xweşkirin. Niha jî li deverên Zap, Metîna û Avaşîn, êrîşên dijwar yên dewleta Tirk hene. Dewleta Tirk di wan deveran de tengîyê dikşîne. Ew dever çiyayên asê ne û rê naçinê. Lê mixabin jibo asankirina êrîşên dewleta Tirk, PDK rêyên nû vedike. Dema Hakan Fîdan li Hewlêrê bû, di heman demê de li Pencewîn, li Sîdekan û Li devera Bradostan di êrîşên Dronên Tirkan de însanên me şehîd ketin, lê deng ji rêveberîya Başûr derneket.

Li ser vê:
– Em bang li hukumeta Êraqê dikin ku ji planên dewleta Tirk re nebin hevkar û li hember êrîşên dewleta Tirk yên li ser xaka Êraqê helwest bigrin û hêzên Tirkîyê ji Êraqê derxin. Herweha di çareserîya pirsgirêka Kurdî de Êraqê bikin mînak û ji dewletên weke Tirkîyê jî heman helwestê bixwazin.

– Em bang li PDKê dikin ku ji dev helwesta rê xweşkirina ji dewleta Tirk re berdin û di xeta neteweyî de cihê xwe bigrin.

– Em bag li hemî hêzên Kurdistanî û hemî Kurdan dikin ku li hember dagirkeran rawestin û tekoşîna azadîya Kurdistanê de li gel berxwedêran cihê xwe bigrin.

– Em weke KNK sêrîde berxwedêrên li devera Zap, Metîna û Avaşîn, hemî hêzên berxwedana Kurdistanê silav dikin, cihê xwe li gel wana digrin û serkevtinê ji wan re dixwazin.

Konseya Rêvebir ya KNKê