Languages: English ‏سۆرانی‎

Encamnameya 21. Civata Gîştî ya KNKê

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), 21. cîvîna Civata Gîştî ya xwe, 2-3-4.12.2022an, bi beşdarbûna piranîya endaman, li welatê Hollanda pêkanî. Li gel endaman gelek mêhvan (serok û rêvebirên partî û sazîyan û kesayetên serbîxwe) jî, beşdarê civînê bûn. Gorî rojevê roja pêşî civîn weke şêwireke neteweyî pêşket û di encamê de, li ser rewşa Kurdistan û Cihanê deklerasyonek hate bilavkirin. Ji ber sedemên vîze û sedemên bûrokratîk, teybetî gelek endamên li Kurdistanê (Başûr û Rojava) û yên li Rusya, nekarîn di civînê de amadebibin. Ji ber wê li Hewlêr, li Silêmanîyê, li Qamîşlo û li Moskova yê, endamên nîzingên wan herêman li salonekî kombûn û bi rêya tûra Zoom ê beşdarê civînê bûn.

Civîn, bi rêzgêrtina Şehîdan û bi sirûda Ey Reqîp û bi axaftina vekirinê ji teref hevserokan ve hate vekirin. Gorî rojevê, sêrîde peyamên mêhvan û peyamên serok û nûnerên partîyan hatin pêşkêş kirin. Piştre rapora xebatê ya salane hate xwendin û herweha ji teref Konseya Rêvebir ve ligel rapora xebatê, rewşa siyasî ya cîhanê, rojhilatanaverast û Kurdistanê, bi nivîskî hate pêşkeş kirin. Pey re, ji teref endamna ve nîqaşên berfireh li ser raporê hatin kirin. Piştî nîqaşan, li ser pêşniyar guhertinên Peyman û Peyrewa KNKê, li ser pêşniyar guhertinên Belgeya Stratejîk ya KNKê ku ev pêşniyar guhertin ji teref Konseya Rêvebir ve jibo Civata Giştî hatibûn pêşkêşkirin, nîqaş û guftûgoyên berfireh çêbûn û piştî nîqaş û pêşnîyarên endaman, xalên guhertinê hatin dengdanê û hatin pejirandin. Di civînê de kar û xebat û plansazîyên 100 salîya Peymana Lozanê jî weke rojevekî hate li destgirtin. Komîteya Kar û Çalakîyên 100 Salîya Peymana Lozanê, plansazîya xwe ji Civata Giştî re pêşkêş kir û pêşniyarên endaman li ser wê plansazîyê hatin standin. Piştre gorî rojevê hilbijartina Hevserokan û Konseya Rêvebir pêkhat. Piştî hilbijartinan di xala serbest de, jibo plansazîya dema pêş pêşniyarên endaman hatin girtin û civîn bi awayeke serkevtî gihişte encamê.

Di nîqaş û nirxandinên siyasî de, pêşketinên li Kurdistanê, li Rojhilata Navîn û li Cihanê, bi awayekî berfireh hatin nîqaş kirin.
Civata Giştî ya 21. ya KNKê di demekî wisa da kom bû, ku dewleta Tirkîyeyê bi hemî imkanên xwe ve qirkirin û birandina miletê Kurd û pêkhateyên Kurdistanê daye dest pê kirin. Dewleta Tirk, li dijî gelê me şerekî stratêjîk û plankirî dimeşîne. Dema ku mirov nexşe û plansaziya şerê dewleta Tirk ya li ser bakûr, rojava û başûra Kurdistanê meyze dike, pir zelal diyare ku ew dixwaze plana pratîk kirina Mîsak-î Mîllî ya sala 1920an bêxe merîyetê û Başûr û Rojava dagîr bike. Ji bo ku Mîsaqî Mîllî pêk bîne, stratejîya xwe li ser tunebûna gelê Kurd avakiriye. Şerê wê yê li dijê Kurdan bi hemi hêza xwe ve berdewame. Pêwîste hemî Kurd bizanin ku dewleta Tirk, bi Kurdan re şerê hebûn û nebûnê dike.

Deweleta Tirk jibo êrîşê rojavaya Kurdistanê bike, bi destê hêzên xwe yên tarî bi destê çeteyên xwe, li Stembolê bombeyek teqand û gelek mirovên bê xalîxerez da kuştin. Dinya alem dizane ku eleqeya hêzên Kurdistanî bi vê bûyerê re nînin. Lê dewleta Tirk hema di sêrîde ev bûyer kire stoyê Rêveberîya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Surîya yê û dest bi êrîşan kir. Niha dîsa rojavaya Kurdistanê, di bin êrîşên dewleta Tirk de ye. Cerablus, Ezaz, Efrîn, Girêspî û Serêkanîyê têrê nekir, niha jî dixwaze Kobanê û hemî deverên din dagir bike. Eve sê hefte ne, ji erd û ezman bombe û êgir dibarîne ser xelkên Kurdistanê. Tirkîye yê hedefa xwe hêj firehtir kirîye û çavê wê lê ye ku temamî “binxetê” anku rojavayê Kurdistanê dagîr bike.

Raste li rojavayê Kurdistanê êrîş û tehdîdên mezin ji alê dewleta Tirk ve têne. Lê problem bi wê ve sînordar nînin. Rejîma Şamê herçend lewaz be jî, heta niha bi awayekî pozîtîf nîzingê çareserîyê nebûye. Ew dixwazin hemî deskevtên gelê me ji nav bibin û bizivirên sîstema berê. Eger Rejîm problemên xwe yên devera Îdlibê çareser bike, wê berê xwe bide herêmên azad yên Rojava. Ji xwe niha jî hewl didin ku probleman derxin. Di vî warî de jî, hişyarî û amadekarî pêwîstin.

Rojava, di rewşeke hesas de derbaz dibe. Parastina deskevtên şoreşa Rojava, karekî serekeye. Weke berê ev rewş wê di rojev û plansazîya KNKê de cihê xwe bigre û wê bête şopandin.

Heke dewleta Tirk li Rojava gihişte mexseda xwe, bê şik ku plana duyemîn ya vê dewleta hov, dagîrîya başûra Kurdistanê ye. Ji xwe ji sedan zêdetir binkeyên leşkerî û sîxurî li Başûr bi cih kirine û ji sînorê Rojava heta sînorê Rojhilat bi kûrahîya dehan kîlomtreyan, gelek dever dagîr kirine, binkeyên leşkerî danîne û gav bi gav vê dagîrîyê firehtir dike. Ji 14ê Nîsanê ve operasyonek gelek mezin li deverên Metîna, Zap û Avaşîn dimeşîne. Di vê operasyonê de li pêş çavên Cihanê, çekên kîmyewî û hemî cure çekên qedexe kartîne. Mesele tenê hêzên gerîlla nîne, ew hêcete. Niyeta dewleta Tirkîye yê têkbirina destkevtên Kurd û Kurdistanîyan e û vê niyeta xwe ya qirêj êdî venaşêre û bi dengekî bilind dibêje û di pratîkê da jî dike.
Mixabin di operasyonên li deverên Metîna, Zap û Avaşîn û bi giştî operasyonên dewleta Tirk yên li wan herêman dimeşînî de, hêza Kurdî ya ku li wê herêmê desthilatdare, şûna dijê operasyonê derkevi û li hember dagirkeran li kêleka hêzên berxwedêr cihê xwe bigre, rê li ber hêzên dewleta Tirk xweş dike û hêzên berxwedêr tengav dike. Ev helwestek dijê berjewendîyên gelê Kurdistanê ye û bi çi awayî nayê qebûlkirin.
Dewleta Tirkîyeyê bi rêveberîya Erdogan û cebheya nijadperest û faşîst ya “AKP-MHP” ê, hem li nav hem jî li derve bi temamî polîtîkayeke leşkerî û dagîrkerî didomîne. Erdogan û Enîya xwe, seranserê Tirkîye yê kirine zîndan. Ji mesrefên şer û gendelîyê, dewleta Tirk krîzek mezin ya aborî jiyan dike. Erdogan û hevkarên xwe, daku rewşa ne asayî ya nava Tirkîye yê, krîza ekonomîk û civakî veşêrin, helwest û bertekên li hember sistema xwe ji ber çavên xelkên Tirkîye yê birevînin, çareyê di şer da dibînin û hem li nav welêt hem jî li derveyî welêt siyaseta şer wekî bizaveke pîroz ya dînî û nijadperistî nîşan didin ku xelkê nijadperest û paşkevtî destekê bidin wan. Bi vî rengî dixwaze temenê desthilata xwe dirêj bike. Bombeya li Stembolê hatî teqandin, ji alekî din ve despêka kampanya hilbijartina 2023a ye. Hemî lê pirsîn û rapirsîn didin nîşan, di hilbijartinekî normal de, Erdogan û hevkarên xwe winda dikin. Jiber vê ew dixwazin weke sala 2015an bi bombe û terorê, xelkê bitirsînin û manîpûle bikin û bi hîleyan serbikevin.

Em weke KNK, êrişên dewleta Turkiyê yên li ser hemî Kurdistanê, bi taybetî jî yên li ser gelên Bakûr û Rojhilata Suriyê, bi tundî şermezar dikin û bi hemî hêza xwe ve li hember radiwestin. Li hemberî van êrişan deng û bertekên saziyên navneteweyî û hêzên peywendîdar lewaz dibînin û rexne dikin, vê helwesta wan qebûl nakin. Bang dikin ku dijî êrişên dewleta Turkiyê helwesteke xurt nîşan bidin.

Em êrişên dewleta Turkiyê yên ku bi çekên kîmyewî û çekên qedexekirî li ser hêzên Gêrîlla kar tîne, bi tundî şermezar dikin. Li hemberî van çekên qedexekirî bêdengiya saziyên wek Neteweyên Yekbûyî, OPCW, Yekîtiya Ewropa, Konseya Ewropa û hêzên sereke yên Cihanî, nayê qebûlkirin. Kar anîna van çekan suçên mirovahiyê ye. Em van saziyan davet dikin ku bi awayekî lezgînî bi berpirsyariyên xwe ve rabin.
Li alê din rejîma Îranê jî di krîzek mezin de ye. Krîz hem ekonomîke hem civakî ye hem jî siyasîye. Rejîma Îranê jî, welat ji hemî neteweyên li Îranê, bawerîyên cuda û ji jinan re, kirîye zîndanek vekirî û li ser nefesa xelkê rûniştîye. Teybetî zext û zordarîya li ser jinan, hingî diçe zêdetir û girantir dibe. Ev rewş êdî nayê qebûlkirin û êdî gihiştîye qonaxa serhildanê. Piştî qetilkirina keça Kurd Jîna Emînî, di pêşkêşîya gelê me yê li rojhalata Kurdistanê de, li seranserê Îranê serhildan pêkhat. Ev serhildan ev e du meh û nîvin bê navber berdewamin.

Rejîm bi hemî îmkan û hêzên xwe ve, bi awayekî hovane êrîşê çalakvanan dike û heta niha sedan kes hatine qetilkirin, hezaran kes hatine birîndarkirin û bi deh hezaran jî hatine girtin. Lê Rejîm çi bike bila bike, hêdî nikare pêşîya xelkê bigre. Rejîm bi vî rengî berdewam nake û Îran ber bi guhertinê ve, ber bi şoreşeke nû ve diçe.

Rejîma Îranê, jibo bala xelkê bikşîne derve û jibo rewşa xwe ya xirab veşêre, meselê têxe stoyê hêzên biyanî û teybetî jî partî û rêxistinên Kurdî. Jiber vê yekê, eve demeke li rojhilata Kurdistanê hêzên xwe zêdekirine û dem dem jî êrîşê başura Kurdistanê dike. Rejîma Îranê jî, weke dewleta Tirk heyînên baregehên hinek hêzên Kurdî, ji êrîşên xwe re dike bahane. Di vî warî de agahdarî û hevkarîya Îran û Turkîyê ji hev heye û amancên wan jî yekin. Amanca sereke têkbirina hemî deskeftên Kurdistanê ne.

Civîn, serhîldana di pêşengîya jinan de ku rojhilata Kurdistanê destpêkir û li seranserê Îranê bilavbû, helwesteke rewa û pîroz dibîne û silav dike û piştgirîyê jêre dike. Em êrîşên hêzên dewleta Îranê yên li ser jinan û bi giştî gel û xwepêşandaran, bi tundî şermezar dikin.

Em êrişên dewleta Îranê yên ku li Başûra Kurdistanê li ser hêzên rojhilata Kurdîstanê pêk hatin, bi tundî şermezar dikin. Bang li partiy û rêxistinên siyasî, saziyên medenî, rewşenbîran û bi giştî gelê me, li hemberî êrişên dewletên Îran û Turkiyê li ser bingeha yekîtiya neteweyî rawestin û helwest bigrin.

Başûra Kurdistanê, deverek azadkirî û xwedî statûyek federale, ev rewş jibo hemî Kurdistanîyan hêvîyek mezine û cihê keyfxweşîyê ye. Çi dibe bila bibe divê ev deskevtin bê parastin û bê pêşxistin. Parastina deskevtên gelê me li Başûr, erkeke neteweyî ye. KNK, li ser parastina deskevtên Başûr hesase. Em dixwazin ev deskevt firehtir bibin û bikevin xizmeta hemî Kurdistanîyan.

Rewşeke ne diyar li seranserê Êraqê heye û ev rewş jibo statûtaya Kurdistan jî xeterîyan bi xwere tîne. Jiber ku Êraq di nava qeyranek mezin de ye, gelek destên biyanî jî dikevin nava Êraqê. Piştî hilbijartinan inceq salekî de serokkomar hate hilbijartin û hukumetek hate avakirin. Lê ne diyare ka wê rewş ber bi kûve biçi. Mixabin vê rewşa ne diyar de, hêzên Kurdî jî ne yek dengin û bilave ne. Di vê demêde jibo Êraqê behsa destûrek nû tê kirin. Eger em weke Kurd yekrêz nebin, ststûya federal û gelek deskeftên me dikarin têkbiçin. Heman demê de deverên dabirayî (deverên maddeya 140) jî dikarin bi temamî ji Kurdistanê bêne qetandin.
Li başûra Kurdistanê qeyranek mezin ya aborî heye. Sîstema aborî ya Başûr dibe sedemê wê ku êjmarek kêm gelek dewlûmend dibin, piranîya civakê jî feqîr dibin. Qeyrana aborî, dibe sedemê qeyranên civakî jî. Gelek kes jiber vê rewşê muhtacê nebaşan dibin, pê bawerî pêşdikeve û ehlaqê civakê têk diçe. Dibe sedemê nexweşîyên derûnî û xwe kuştinê. Herweha ev rewş dibe sedemê koçberîya xelkê ji Başûr. Dewleta Tirk jî vê rewşê weke derfetekî kar tîne û dixwazi Kurdistanê vale bike. Di vî warî de dewleta Tirk bi çete û qaçaxçîyên girêdayî xwe ve, dikeve hereketê û bi hevkarên xwe ve ciwanan hedef digrin. Teybetî koçkirina ciwanan li Başûr di astekî jor de ye û metirsîdare. Rewşa jinan jî li Başûr bi giştî nebaşe. Projên pêşxistina azadîya jinan ji alê hukumetê ve kêmên û heta mirov dikare bêje hukumet vî warî de bê projeye. Kuştina jinan li Başûr birînekî civakî ya reş û gelek kûre.

Peywendîyên li gel hukumeta Êraqê, weke tê xwestin nînin. Pirsgirêka petrol û budceyê nehatîye çareserkirin. Problema mezin ya deverên maddeya 140in. Sêrîde li Kerkûk, li deverên din yên germîyan û giştî li hemî deverên dabirayî, rewşa gelê me gelek xirabe. Êrîş li ser gel çêdibin, mal û milkên wan têne talankirin û niştecihên Kurd têne koçberkirin. Dever bi giştî tê Erebkirîn. Hingî diçe ev rewş girantir dibe.

Di civînê de rewşa Şingalê û bi giştî rewşa bawemendên Êzidî jî hate rojevê. Şingal xwedî erdnîgarîyek stratejîk e. Dewleta Tirk di her firsetê de êrîşê Şingalê dike û amadekariyên dagirkirina Şingalê dike. Projeya ku DAÎŞê ji ber berxwedana hêzên Gerila û berxwedêrên Şingalê nikaribû encamê bigire, niha Erdogan û hevkarên xwe dixwazin temam bikin. Şingal bi pêkhateyên xwe ve herêmeke xwedî teybetmendîyên cuda ye. Piranîya wê Kurdên Êzidî ne û Şingal parçeyeke ji axa Kurdistanê ye. Jiber vê teybetmendîyê jî, serê sedan salane bûye hedef. Herî dawî jî, wehşeta ji alê DAIŞê ve li Şingalê hatî kirin, birînên kûr li laşê Şingalîyan de vekirine. Divê Şingal, rewşa xelkê Şingalê û pirsgirêkên Şingalê, bi awayeke teybet bêne destgirtin û çareserî jêre bêne dîtin. Divê îradeya xelkê Şingalê, esas bê girtin.

Rewşa Kurdên Şebek û Kakeîyan jî, gelek xirabe û weke ya Êzidîya ne. Dema DAIŞ hate herêmê, êrîşê Kurdên Şebek û Kakeîyan jî kir. Bi destê DAIŞê li ser vî beşê gelê me jî qetlîam pêkhatin. Piştî têkçûna DAIŞê jî, rewşa wan baş nebû û teybetî piştî referandûmê ku herêmên Maddeya 140 ketin destê hukumeta Êraqê, rewşa wan hingî diçe xirabtir dibe. Em weke KNK, li ser vê rewşê hesasin û emê hewlên xwe yên çareserîyê berdewam bikin. Li ser vê yekê em bang li Hukumeta Herêmê û Hukumeta Bexdayê dikin ku xwedî vî beşê gelê me derkevin.

Rewşa Kurdên Feylî jî, di civînê de hate rojevê. Pirsgirêka Kurdên Feylî, ev demeke dirêje di rojeva KNKê de ye. Jibo li ser rewşa Kurdên Feylî raweste, KNKê komîteyek teybet avakirîye û ev komîte di nava xebatê de ye. Kurdên Feylî, di gelek waran de di bin zext û êrîşan de ne. Teybetî jî di bin êrîşa asîmîlasyonekî gelek mezin de ne. Ev mesele ne tenê mesela Kurdên Feylî ye, ne tenê mesela KNKê ye, heman demê de meseleyek neteweyîye û divê hemî hêzên Kurdistanî, li ser vê rewşa Kurdên Feylî rawestin û divê çareserîyek adilane ji vê meseleyê re bête dîtin.

Dema rewşa rojhilata Kurdistanê û Îranê tête rojevê, mixabin gelek caran rewşa Kurdên Xuresanê tête ji bîrkirin. Ev kêmahîyek piranîya rêxistinên Kurdistanî ye. KNK, ji damezrinê û heta niha hewl dide ku li ser rewşa Kurdên Xuresanê raweste û temsîla wan li KNKê de hebe. Eger ew bi awayekî kêm be jî temsîlîyeta Kurdên Xuresanê di KNKê de heye. Divê ev temsîlîyet bête xurtkirin. Divê pirs û pirsgirêkên Kurdên Xuresanê bikevin rojeva hemî rêxistinên Kurdistanî.

Di civînê de rewşa bawermendên Yarsan jî, hate rojevê û li ser pirsgirêkên wan jî hate rawestan. Bawermendên Yarsan, li rojhilata Kurdistanê hem weke Kurd hem jî weke bawerî di bin zextekî giran de ne. Dînê Yarsan, bawerîyeke kevnare ya Kurdistanê ye û divê weke xwe, weke ku heyî bête parastin. Di heman demê de peyama pîrozbahîyê ya rêberîkî dînî yê Yarsanan jî ji rojhilata Kurdistanê, gihişte Civata Giştî û ji teref endamekî Yarsan ve hate pêşkêşkirin û peyam ji teref Civata Giştî ve bi dixweşî hate pêşwazîkirin.

Di civînê de rewşa Kurdên Anatolîya Navîn jî hate rojevê. Nûnerên Platforma Kurdên Anatolîya Navîn (PKAN) ku di KNKê de endamin, rewşa gelê me yê herêmê anîn ziman û agahdarî dane civînê.
Di civînê de, rewşa Kurdên li welatên ESENGê (Welatên Sovyeta Berê) jî, hate rojevê û li ser hate rawestan. Ev demeke, li welatên nava Asya yê Qazaxistan û Kirgizistan ê, êrîş li ser Kurdan çêdibin. Kurd, ne tenê li Kurdistanê di bin êrîşan de ne, her weha li seranserê Cihanê jî di bin tehdît û êrîşan de ne. Heta welatekî azad ji Kurdan re neyê avakirin, ev tehdît û êrîş wê berdewam bin. KNK, li her cih û deverê, mafê gelê Kurd tîne rojevê û diparêze.

Di civê de rewşa gelê Asûrî-Suryanî-Kildanî jî hate rojevê. Asûrî-Suryanî-Kiladanî, miletekî qedîm yên herêma me ne. Di dîrokê de gelek qetlîam û jenosîd li hember vî gelî pêkhatine. Ev gel ne tenê bi alê etnîkî ve têne hedefgirtin, di heman demê de di alê bawerî de jî di bin êrîşek giran de ne. Bi hatina DAIŞê, hedefek yekem jî, gelê Asûrî-Suryanî-Kiladanî bûn û li ser wan jî qetlîam pêkhatin. Jiber van sedaman li herêmê de nufûsek kêm maye û hingî diçi kêmtir dibin. Parastina vî gelê qedîm wezîfeyek mezin ya KNKê û hemî hêzên Kurdistanî ye. Emê li ser vê erka xwe her dem rawestin. Qeder û rizgarîya gelê Kurd û ya gelê Asûrî-Suryanî-Kiladanî, bi hev re girêdayî ye û serkevtin jî wê bi hev re be.

Rewşa Birêz Abdullah Ocalan û kampanya azadîya Birêz Ocalan ya ku di asta cihanê de tê meşandin jî hate rojeva Civata Giştî. Kampanya azadîya Birêz Ocalan, hingî diçe berfirehtir dibe û dikeve rojeva reya giştî ya Cihanê. Eve ji 20 mehan zêdetire agahdarîyek ji Birêz Ocalan nehatîye standin. Herî dawî parêzerên Birêz Ocalan gohtin “me bihîstîye ku dema CPT çûyî Îmralîyê, Birêz Ocalan derneketîye hevdîtinê.” Ev rewşeke nû û xeternak e. Em weke KNK, li hember tecrîda girankirî ya ku li ser Birêz Abdullah Ocalan tê meşandin, helwest digerin û qebûl nakin û dewleta Tirk şemezar dikin. Di heman demê de em bêdengîya CPT û Konseya Ewropa qebûl nakin û bang li van sazîyan dikin ku bi awayeke lezgîn berpisyarîya xwe pêk bînin. Herweha em Kampaya Azadîya Birêz Ocalan destek dikin û bang li hemî kurdistanîyan û dostên Kurdan dikin ku tevlî vê kampanyayê bibin û vê kampayayê xurttir bikin.
Rewşa jinan jî di rojeva civênê de bû. Nûnerên rêxistinên jinan bi awayekî xurt beşdarî Civata Giştî bûn û bi nirxandin û analîzên xwe, civîn dewlêmend kirin. Her çiqas tevgera jinê, li Kurdistanê pêşketibe jî û di asta jor de di nava sazî û dezgehên Kurdistanî de cihê xwe digre jî, weke welatên din yên Cihanê lê li welatê me jî, pirsgirêka azadîya jinê nehatîye çareserkirin. Pêşketina tevgera jinê li Kurdistanê, cihê şanazîyê ye û di asta Cihanê de deng vedaye. Lê mesele mezine, rê û rêbazekî kûr û dirêje. Divê zihnîyeta hezaran salan bê guhertin. Her weha jinên endamên KNKê, daxwaz kirin ku di partî û rexistinên sîyasî de hêjmara jinan bête zedêkirin. Jinan, li ser tegîhîştîna baviksalarîyê di sîyaseta Kurdî de, rexne li partîyên siyasî kirin. Bi taybetî, ji partîyên sîyasî hate xwestin ku di karên yekîtîya neteweyî de, astengîyên ji bo beşdarîya jinan bêne rakirin, da ku nîqaş û çareserîyên derbarê yekîtîya neteweyî bi beşdarîya jinan xurttir bibin.

Rewşa li Kurdistan û li herêmê, krîtîke û ne zelale. Li gel tehlîkeyan eger em bikarin karbînin derfet jî hene. Çar dewletên dagîrker di nav qeyranên mezin de ne. Rewşa Êraqê ne diyare û bê istiqrarî zêde ye. Rewşa Surîya, li ber çava ye û heta demeke dirêj wê nekare xwe komî serhev bike. Îran weke li jor jî hatî behskirin, ber bi guhertînekî mezin ve diçe. Turkîya, her çend xwe xurt dibîni û derfetên weke şerê Ukrayna – Rusya û nakoyên navneteweyî jibo berjewendîyên xwe kartîne jî, lê ew jî di nava qeyranê de ye û paşeroja wê jî nediyar e.
Li hember vê rewşê eger em bikarin xwe baştir rêkbixin û yekîtîya xwe xurttir bikin, emê bikarin statuyek mayînde ji hemî Kurdistanê re çêkin. Jibo vê yekê divê hemî hêz, partî, sazî û rêxistinên me, herweha hemî gelê me li çaralîyê welêt û li her derê lê dijîn, baştir hevbigirin, sekna xwe ya neteweyî û niştimanî xurttir û mezintir bikin. Bi vî rengî emê bikarin hemî plan û projeyên dewletên dagîrker yên dijê Kurdistanê pûç bikin.

Rewşa Kurdistanê û Cihanê ya ku li jor hatî analîzkirin, erk û wezîfeyên me jî derdixe holê. Analîz û diyarkirina kêm û kurîyan, têra me nake. Jibo ew kêm û kurî bêne çaresrkirin, xebatek xurt ji me tê xwestin. Sêrî de jibo yekîtîya neteweyî ku karê me yê bingehîne, divê bê navber em bixebitin. Di vî warî de îmkan û derfet hene. Herweha em dikarin di asta Cihanê de, xebatek xurt ya dîplomatîk bikin û divê em bikin jî.

Bi kurtî; dem dema yekîtîyê ye. Dem dema berxwedana li hember dagirkera ye. Dem dema azadîyê ye. Dem dema xebatê ye.

Encamên Hîlbijartinên Organên KNKê:

Hevserok:
Zeyneb Morad & Ahmed Karamus

Konseya Rêvebir:
1-Ekrem Heso
2-Emîne Rad
3-Faruq Cemîl
4-Hêvî Mustafa
5-Îbrahîm Alîpor
6-Kamuran Berwarî
7-Kurde Omer
8-Mecîd Heso
9-Nîlûfer Koç
10-Numan Ugur
11-Refîq Xefûr
12-Sabrîya Sevgat
13-Salar Mehmod
14-Seîd Senendecî
15-Şehla Hefîd
16-Şêrko Mihemed Emîn
17-Tahir Kemalîzade
18-Zeyneb Mustafa
19-Zubeyir Aydar

Civata Giştî ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê
08.12.2022