Languages: English ‏سۆرانی‎

ZIMANÊ ME HEBÛN Û NASNAMEYA ME YE CEJNA ZIMANÊ KURDÎ PÎROZ BE

Bi sedan sal in ji bo domandina hebûna xwe, gelê kurd têkosîneke xurt dike. Di vê prosesa têkoşînê da çeperê parastina ziman her dem li pêş bûye. Dagîrkeran ji bo têkbirin û helandina gelê kurd, ji bişavtina zimanî dest pê kirin û pilanên asîmîlasyonê wekî makîneya herî dijwar bi kar anîn. Lê dewlet serê bizava rizgarîxwaza Kurdistanê û cangoriyên wê, pêşengên kurdan, Dayikên perwerdekarên nifşan, dilsojên ziman û wêjeya kurdî, hewlên helandin dijminan sernegirtin. Zimanê şirînê Kurdî di nava şert û mercên pir zehmet da li ber xwe da û li ser lingan ma û hîna jî jiyan dike.

Bi bizav û xebatên parastina zimanê xwe, gelê Kurd di serî da hebûna xwe parast û xwe jînde hişt û xwe gihande roja îro.

Em li ser navê Kongreya Neteweyî ya Kurdistan – KNK ê, bi giyanê berxwedan û berdewamîdana xebatên vejandina zimanê zikmakî, Cejna Zimanê kurdî li gelê xwe pîroz dikin.

Fere ji bîr nekin, ku metirsiya asîmîlasyonê bi taybetî li bakûr, rojava û rojhilatê welat hîna jî didome, raste tirsa mirandina zimanî bi têkoşîn û qurbaniyên bizava rizgarîxwaz, li paş maye. Lê ji ber ku hebûna zimanê Kurdî neketiye warê statûyeke fermî û ji hêla zagonên dewleta Tirk, Îran û Sûriyê ve nehatiye qebûl kirin û parastin, wê gef û givaş û metirsî li van perçeyên Kurdistanê berdewam bikin. Bona vê jî pêwîste gelê me bi hestiyarî û bi berpirsiyarî tev bigere. Dagîrker rê bi de yan na, pêdiviye gelê me zimanê xwe li malan, li kolan û kûçeyan, di nav danûstandina rojane û di hemû warên jiyanê da bikarbîne.

Ji bo ku kurdî di nav sîstema perwerdeyê yê dewletên Tirkîye, Îran û Sûrîyeyê da fermîyetê werbigire, di rojên Cejna Zimanê Kurdî da [14-15-16ê Gulanê] daxwazên ji bo perwerdeya kurdî û li jêr dirûşmeya “Zimanê me hebûn û nasnameya me ye“ divêt bêne bilindtir kirin.

Li başûr statûya fermî ya zimanê Kurdî heye û qanûna bingehîn ya dewleta Îraqê, li kêleka zimanê Erebî zimanê Kurdî, weke zimanê duyem yê dewletê qebûl kiriye, zimanê kurdî ji pêş dibistanan heya bi zanîngehan tê xwendin û nivêsîn. Li ser temamî sazîyên dewletê û dinava danûstandinên fermî û nefermî da, zimanê kurdî heye û tê qebûl kirin, li ser nasname û pasportan û piraniya dekomentan bi kurdî û Erebî hatiye nivêsîn. serbarê hemû kêmasiyan re jî, ev yek cihê dilxweşî û şabûn û pêzanînê ye.

Cejna zimanê Kurdî di sala 2006an de ji aliyê Kongreya Neteweyî ya Kurdistan (KNK)ê ve, her sal li rojên [14-15-16ê Gulanê] wek Rojên Zimanê Kurdî hat ragihandin û ji aliyê hemû sazî û rêxistinên Kurdan û Gelê kurd ve jî hat pejirandin.

Ji milekê ve dorpêça li ser bi karînana zimanî didome, li milê dî kurd bi xwe hêj jî pûteyê pêdivî nadine zimanê xwe û derfetên bi karînana zimanê xwe berteng digirin. Bi zimanekî vekirî asîmîlasyona dewletên dagîrker bi metod û teknîkên nû didomin û herwisa otoasîmîlasyona navxweyî jî bi rengekê berçav berdewam e.

Serederîya dewletên dagîrker tête têgihiştin, çinku derdê wan ev e! çend ji destê wan bê meydan û derfetên bi karînana kurdî dorpêç bikin û rê li ber asîmîlasyonê xweş bikin. Eve îş û karê wan e û armanca wan e.

Başe Kurd boçi xemsarîya li hemberî zimanê xwe bi israr didomînin?

Pêwîste Em rê nedin ku kiriyarên bişavtina zimanê kurdî serbikevin, di vî warî da gereke em kurd yek deng, yek dil û yek helwest bin.

Komîsyona Ziman, Çand û Perwerdê ya KNKê
15 Gulan 2020