Languages: English ‏سۆرانی‎

Yan azadî, yan azadî

Daxûyanîya Çapemenî 25.11.2010 – Di demeke ku gelê Kurd dinava agirê engizisyona dagirkerên Kurdistanê de diheliya û dîroka jiyanê ketibû tara bêjingê de; çend ciwanên Kurd gaveke dîrokî avêtin û li dijî hêzên dagirkerên cografya Kurdistanê, têkosîna azadiyê dane dest pê kirin. Ew gava dîrokî, ku li gundekî biçûk yê Kurdistanê hate avêtin, bû bingeha netewbûna gelê Kurd û îro, li çar parçeyên Kurdistanê, li Rojhilata Navîn û li tevahiya cîhanê bûye hebûna nasnameya gelê Kurd.

Berî 32 salan, li dijî tofana têkçûna  mirin û di gora betonî de gomkirinê; Partiya Karkerên Kurdistanê PKKê hate damezrandin û bi slogan û rêbaza “yan azadî, yan azadî” dest bi têkosînê kirin. Di nava 30 salên serê dijwar de, engizisyon û agirê tofanî ji holê rakirin û çarenûsa gelê Kurd herka dîrokê guhertin.

Haraketa PKKê, li dijî zihniyeta red û inkarê, li dijî siyaseta kujerî ya asimilasyon  û qirkirinê, di hunandin û rêxistiniyeke îdeolojiya li gorî cografya Kurdistanê û li gorî rastiya sosyolojiya gelê Kurd, baweriyek mezin derxiste holê. Di nava demê de, sîstema demokratîk ku çavkaniya xwe, ji deh hezar sal tevger û qerqeþûnên civakî distîne sazkar kir. Sîstema li gorî cografya Kurdistanê û li gorî rastiya gelê Kurd, wek alternatîfa netew-dewletê derkete holê û bû hêviya gelên li herêmê teva.

PKKe, di nava 30 salên dijwar yên ser de, di nava xwe de jî gelek guhertinên bingehîn pêkanîn, wek Haraketa Kurd ya Azadiya Kurd li çar parçeyên Kurdistanê derkete holê û bû hêviya paserojên jiyana azad.  Vê  hêviya ku, bi his û ramanê hemdemî û felsefeya civakî û zanistî hate xwedî kirin, kesayetiya Kurd guhert, îradeyeke eskerî, siyasî û civakek rêxistinîkîr ya têkoser jî derxiste holê.

Haraketa Azadiya Kurd, çiqasî di aliyê eskerî de destanên Xwedawendî nivîsin, di azadiya jinê de û  di xwedî derketina li pîrozî û nirxan de jî, qonaxên giring zemt kirin. Ev serketineke  bi hêvî bû û  li çar parçeyên Kurdistanê bilav bû.

Êdî mirov bi hêsanî dikare bêje ku Gelê Kurd, ji têkçûn û mirinê xelas bûne û wek neteweyeke xwedî nirx û pîrozî li tevahiya cîhanê tê qebûl kirin.

Bi vê pêwanê, em weke KNK, ciwanên ku gava yekemîn li gundê biçûk yê Kurdistanê avêtin û Partiya Karkerên Kurdistanê PKK damezrandin bi dilsozî silav dikin; li hemberî cengawerên ku di nava 30 salên serê dijwar de, singa xwe kirin mertal û  li dijî artês û çeteyên dewletên dagirker, bi canfedayî û cengawerî ser kirin û canê xwe feda kirin bi dilsozî yad dikin.Malbatên wan pakrewanan jî bi dilsozî silav dikin.

Em weke KNK, sehîdên azadiyê wek Nemirên Kurdistanê, wek pîrozî û nirxên herî ginranbiha yên gelê Kurd dibînin û dibêjin; gelê ku xwedî li nirx û pîroziyên xwe dernekevê, nikare kesayetiya xwe, xaka xwe û hebûna xwe jî biparêze. Nemirên Kurdistanê û gerilayên Kurd ku îro, mîna cengawerên Xwedawendî li serê Çiyayên Kurdistanê li dijî hêzên dagirker ser dikin, garantiya gelê Kurd û jiyana azad ya paserojan ne.

Bi vê mebestê em weke KNK, bibîrtînin ku, qonaxa îro ya nîqaskirin û hevdîtinên ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd re, bi serokê Haraketa Azadiya Kurd Abdullah Ocalan re têne kirin, giring û dîrokî dibînin û dibêjin; pêwiste  Birêz Abdullah Ocalan serbest were berdan û gelê Kurd jî, bi dijwarî û bê rawestandin têkosîna vê yekê bike.

Dîsa, ji bo ku gelê Kurd di pêvajoya nîqasên çareseriya pirsgirêka Kurd de, hêza xwe û serketina xwe winda neke, pêwiste  gerilayên xwe garantiya xwe û paserojên azad bibîne û li wan xwedî derkeve. Di heman demê de,  rêxistiniya xwe bi hêz bike û îradeya siyasî jî, di heman çarçovê de biparêze  û hêz bike.

KNK, di 32mîn salvegera damezrandina PKKê, ku wek Haraketa Azadiya Kurd û garantiya paserojên Azad derketiye holê, balê dikisîne ser tehlokeya cerdevanên bi krawat û cemaetên olî, ku li Kurdistanê bûne hêza sêyemîn ya li dijî azadiya Kurd.

Pêwiste were zanîn ku di encama serê 30 salan û gihistina qonaxa îro de, giringiya Yekîtiya Neteweyî jî derketiye holê û pêdiviya çar parçeyên Kurdistanê jî bi Yekîtiya Neteweyî heye.

KNKe  destnîsan dike ku PKK, ne tenê haraketeke eskerî ye. Di heman demê de, haraketeke siyasî, civakî û rewsenbîrî ye. Pêwiste rewsenbîrên Kurd jî di vê çarçovê de li gel Haraketa Azadiya Kurd cih bigirin û binbarî û berpirsiyariyên xwe bînin cih.

KNK, damezrandina salvegera 32mîn ya Partiya Karkerên Kurdistanê, li tevahiya gelê Kurd pîroz dike û bi hêviya ku di paserojan de, gelê Kurd vê roja ku wek cejna vejînê derketiye holê, li Kurdistana azad pîroz bike

Konseya Revebir ya KNK
25.11.2010