Languages: English ‏سۆرانی‎

Weke tê zanîn li Tirkiyeyê, di 29ê Adara 2009´an de hilbijartinên herêmî çêdibin.

Daxûyanî bo Çapemenî 28.03.2009 – Hemû partî ji bo ku biserkevin ketine nava xebata piralî û dijwar. Hema hema hemû sîroveger û rayedarên siyasî qebul dikin ku nakokî û pêsbirka mezin û balkês di navbêna AKP û DTP de dimese.

Bi taybetî jî li Kurdistanê mirov dikare bibêje, hilbijartin bi tenê di navbera du partiyan de dê bîbe. Heta ne bi tenê di navbêna du partiyan (AKP û DTP) de, di navbêna DTP û dewletê de derbas dibe. Ji ber ku li Kurdistanê hemû partiyên sîstema dewletê jî pistgriya AKPê dikin.

Bi giranî di serî de artes û hemû saziyên fermî yên dewletê, yên çekdar û yên ne çekdar eskere, ji bo serkeftina AKP dixebitin. Li gel van sazî û dezgehên fermî yên dewletê, bi piranî saziyên din yên qaso ne fermî bi dewletê re nin û medya gist alikariya AKP dikin.

Li gel vê eniya dijber a mezin û berfireh jî, dîsa amadekarî û xebata DTPê gelekî hêja ye û xurt e. Ji xwe li bajar û navçeyên Kurdistanê DTP gelekî li pês ve tê xuyakirin. Belê li hinek bajar û bajarokên Tirkiyeyê jî gûman heye ku DTP biserbikeve.

Eger bi vî awayî berdewam bike, DTP di hilbijartinan da dibe xwedanê destkeftiyên hêja. Ev jî tê wateya têkçûna siyaseta xerabkar a dewletê ya ku 85 sal e, li ser Kurdan tê mesandin.

Li beramberî vê xurtbûna bi rêxistinbûyîn û peskevftina siyaseta gelê Kurdistanê, AKP û bi gistî Dewleta Tirkiyeyê gelekî nerihet e.

Lewma ji bo di hilbijartinan da DTP bisernekeve, çi lîstok, fêlbazî, hîlekarî û heta kotekî hebe, dikin. Hêz û hebûna dewletê hemî bi kar tînin. Heta ji bo ku di asta bilintirîn de viyana gelê Kurdistanê bixe destê xwe, ji bo bi navê hemû Kurdan konferansekê li dar bixin, di nava amedakeriyeke berfireh de ne. Di vê demê de hevditinên Mam Celal û Abdullah Gul jî parçeyek ji vê siyaseta bêxêr e.

Em weke KNK, di vê pêvajoya giring û nazik de, eskere li dijî vê siyasta xerabkar in û pir zelal parastina siyaseta ku berjewendiyên gelê me têdeye, dikin. Li ser vê bingehê di hilbijartinan de, em pistgiriya DTP dikin. Herwiha em hêvîdar in ku dostên gelê me jî, di pistgiriyê de, wê xemsariyê nekin.

Em bang li raya gistî ya cîhanê jî dikin, da ku pistgiriya siyaseta dewletên dagirkerên Kurdistanê û bi taybetî jî ya Dewleta Tirkiyeyê nekin.

Bi taybetî em bang li gelê xwe yê derveyî welat dikin ku di alikariya têkosîna gelê me yê welêt de, xwe sist nekin, ji hemû teknolojiya pêsketî sûd bigrin û bi kar bînin, alikariya xwe xurtir bikin. Heta deqiqeya dawî jî bixebitin û heta pistî hilbijartinan jî ne rawestin. Her destek û alikariya xwe bidomînin.

Dubare be jî, dîsa em daxwaziyek(bîranînek) biçûk lê giring jî ji gelê me û DTPyiyên li welat jî dikin, ew jî ev e; divê parastina sindoqan pir xurt were kirin.

Em dîsa bawerî û pistgiriya xwe ya bi DTPê re dubare dikin. Em hêvî û bawer dikin ku ev viyana hêja û birûmet a gelê me bidest xistiye êdî nema têk diçe.

Li beramberî hemî xerabkariyan jî, dîsa her gelê me dê di hilbijartinan da biserkeve!

Navenda Çapemeniya KNK
28.03.2009