Languages: English ‏سۆرانی‎

TERORKIRINA ÎQBAL MURADÎ BI TUNDÎ MEHKÛM Û ŞERMEZAR DIKÎN

Çalakvanê berniyasê kurd, Îqbal Muradî li bajarokê Pêncuwîn ya ser bi Silêmanîyê, bû armanca destê reşê teroristên dewlet û bikirêgirtiyên wan. Mixabin di encamda giyenê xwe winda kir.
Îqbql Muradî yê xebatker û çalakvanê mafê mirovan, bi dirajahiya jiyê xwe bê navber di qada tekoşînê de bû. Ji bo desteberkirina mafên zeftkiririyên gelê kurd û Kurdistanê her dem bi coş kar dikir. mixabin di şeva 17/18 ê vê mehê li Pêncuwên bi destê xedr û terora dijminan hate terror kirin.

Di demekî de li başûrê Kurdistanê ev ne cara yekemîne, çalakvan û welatparêzên parçeyên dî yên Kurdistanê têne terror kirin yan hewlên kuştinê lê têne kirin. Ya herî dawî terorkirina Îqbal Muradî bû. Bê gumane ev buyerên han di encama berbelavbûna dezgayên sîxurî yên dewletên dagîrkarên Kurdistanê ne li başûr û ev jî kêmxemî ya dezgayên ewlewî yên hikumeta herêmê ne derheq neparastina hevwelatiyên parçeyên dî yên Kurdistanê. Lew pêwîste li ser dezgayên ewlehîyê rê li ber van kiryaran bigrin û tometbaran eşkere û dadgayî biken.

Muradî, her ji jiyê cewaniya xwe da, wek pêşmergeyekî beşdariya şoreşa gelên Îranê kir. Piştî komara îslamî kete ser desolate, li sala 1982an tête destgîrkirin û di zindana merîwan bo heyama 2 salan dimîne. Piştî azadbûnê jî dîsan li ser xebata xwe ya sivîl û azadixwazîye her berdewam dibe û di çalakiyên mafê mirovan da têkoşînê dike. Loma berdewan ji alî hêzên îtila´ata komara îslamî ya Îranê ve çavdêrîyê û gefan lê dikin. Encam de li sala 2005 an rojhelat bi cih dihêle û qesta başûrê Kurdistanê li bajarê Pêncwênê akincî dibît.

Îqbal Muradî endamê desteya rêveber ya komeleya mafê mirovî ya Kurdistanê bû. Berdewam binpêxistin û sûç û tawanên dewletên dagîrkerên Kurdistanê yên li dijî gelê kurd û Kurdistanê radikehand û bi ser raya giştî de belav dikir. Her wê jî wa kirk u li sala 2008 an de hewla terorkirna wî dan û birîndar kirin.

Îqbal Muradî, bavê Zanyar Muradî û apê Luqman Muradî ye. Zanyar û Luqman ji sala 2009 an were di zîndanên zulm û terora dewletê de zîndanîyên siyasî ne û sizaya îdamê li ser wan hatîye dan.
Em wek Kongreya Neteweyî ya Kurdistan KNKê, dîsan bi tundî terorkirina Îqbal Muradî mehkûm û şermezar dikin.

Daxwaz li hikûmeta herêma Kurdistanê û hiûmete navendiya bexda yê dikin ku bi lez tawanbarên kuştina Muradî eşkere kin û dadgayî bikin.
Silav li giyanê pakrewanê Îqbal Muradî û hemû xwebextkerên rêya azadî û rizgariya Kurdistanê.
Nefret li terror û dagîrkeriyê bin.

Teror kirna Iqbal Muradi. sorani
Komîteya mafê mirovan
Kongreya Neteweyî ya Kurdistan – KNK
19 ê Tîrmeh, 2018