Languages: English ‏سۆرانی‎

Terora Dewleta Tirk ya Li Ser Gel û Zarokên Şingalê Berdewame

Îro li Şingalê li Navçeya Sinûnê, hêzên dewleta Tirk bi frokeyên bê mirov, êrîşê navenda bajêr kirin. Di êrşê de, avahîya Meclis Gel ya Sinûnê û dikanek ya kirtasîyê (kêtêp, defter firoş) hatin amanc girtin. Di encama êrîşê de xwedîyê dikana kirtasîyê Xidir Şivan Naso û nevîyê wî Salih Xidir Naso ku zarokek 10 salîye, hatin kuştin û rojnamevan Salih Berces jî di navde 6 kes jî birîndarbûn. Bi vê munasebetê em sêrîde dewleta Tirk û hevkarên wê şermezar dikin, ji malbata Naso û ji gelê Kurdistanê re sersaxîyê û ji birîndaran re şifayaya lezgîn dixwazin.

Kesên jiyana xwe ji dest dayîn û kesên birîndar, hemî jî kesên sivîlin û xelkê Sinûnê ne. Navçeya Sinûnê girêdayî Şingalê ye û xelkê wê Êzidî ne. Ev dever 2014an ji alê DAIŞê ve hate dagirkirin û li vê deverê jî weke deverên din qetlîam û sucên dijê mirovahîyê pêkhatin. Piştî têkçûna DAIŞê û ji vir ve hêzên dewleta Tirk eve serê salane bi dehan caran êrîşê Şingalê dikin, bawermendên Êzidî û zarokên Şingalê amanc digrin. Êrîşên dewleta Tirk berdewamê êrîşên DAIŞê ne û bi amanca qirkirinê pêktên.

Niha şerê Ukrayna – Rusya di rojevê de ye. Herweha mijara firehkirina NATOyê jî di rojevê de ye. Tûrkîye di vê demê de dixwazi van mijaran ji xwe re karbîni û dijê gelê Kurd êrîşên xwe zêdetir biki. Dewleta Tirk eve ji du mehan zmdetire bi hemî hêza xwe bi çekên kîmyewî, êrîşê Hêzên Azadîya Kurdistanê diki. Li alê din Rojava tehdît diki û dem dem jî êrîş diki. Niha jî êrîşê Şingalê diki û zarokan dikuji. Teybetî di mijara firehkirina NATOyê de, sêrîde rayedarên NATO û nûnerên gelek welatan dibêjin “em metirsîyên Tirkiyî yên ewlekarîyê fêhmdikin”. Ev rewş jî cesaret û firsetê didi Erdogan û hukumeta wî ku êrîşên xwe yên li ser gelê Kurd zêdetir bikin.

Ew kesên dibêjin “em metirsîyên Tirkîyê yên ewlekarîyê fêhmdikin” gelo ew metirsîyên zarokên Şingalê jî fêhmdikin an fêhmnakin? Gelo ew kes qetilkirina Xidir Şivan Naso û nevîyê wî Salih Xidir Naso yê 10 salî, dibînin an nabînin? Ew kes li ser vê qetlîamê çi dikin çi dibêjin? Em dixwazin di vî warî de jî, dengê wan bibhîsin.

Pêwîstîya gelê Şingalê bi alikarîya humanîter heye. Divê Şingal, teybetî zarokên Şingalê û bawermendên Êzidî bêne parastin. Li ser vê, em bang li Cihana humanîter û demokrat, em bang li hemî kesên xwedî wijdan dikin ku li hember êrîşên dewleta Tirk derkevin, gelê Şingalê û zarokên Şingalê biparêzin û cihê xwe li gel Gelê Kurdistanê bigrin.

Em li gel gelê Şingalê ne, emê gelê xwe biparêzin û emê heta dawîyê vê dozê bişopînin. Bi vê mebestê em carek din dewleta Tirk û hevkarên wê şermezar dikin, ji malbata Naso û ji gelê Kurdistanê re sersaxîyê û ji birîndaran re şifayê dixwazin.

Konseya Rêvebir ya KNKê