Languages: English ‏سۆرانی‎

Şoreşa rojava di heştemîn salvegera xwe da bi serkeftî berdewam dike

19ê Tîrmeha 2012an, li Kobanê pêngava pêşî hate avêtin, Kobanê azad bû. Bi azadkirina Dêrik û Afrînê coşa şoreşê xurt û germtir bû. Gav bi gav li seranserê rojavayê Kurdistanê berdewam bû. Ev pêşveçon di berdewam in. Di serî de sê kanton ( Cizîr, Kobanê û Afrîn ) hatin damezrandin. Gorî wê rêveberîya xweser hate avakirin. Bi azadkirina Girêsipî û bi hevgirêdana kantona Cizîr û Kobanê şoreşa rojava kete qonaxeka din ê. Piştre jî deverên dagîrkirî Heseke, Hol, Şedad, Minbic, Tebqe, Reqa, bakûr û rojhelatê Dêrezûrê hatin azadkirin. Herweha sîstema xweser gav bi gav cihê xwe girt. Niha jî rêveberiya bakur û rojhelatê Sûriyayê ji nû ve tê sazkirin, meclîsên herêman têne avakirin.

Șoreșa rojavayê Kurdistanê her tenê șoreșeka çekdarî ye l hember dagîrkarî û desthelata hegemonîya rêjîma Sûriyayê nebû. Belku proje û modêleke xwe birěveberîyêye li ser binemayê azadî, demokrasî, wekhevîya cenderîyê û pêkve jîyana gelan û jîngeparêzîyê htîye damezirandin. Ev proje bala gelek dostên Kurdistanê kêșa. li seraserê Cîhanê bi dehandost û hevkaran qesta rojavajê Kurdistanê kirin. Hejmarek ji wan ji bona vê modêlê giyanê xwe fîda kirin. Nemirî û serbilindî ji bo hemû wan lehengan yên gîyanê xwe ji bona azadî û parastina rojava pêșkeș kirî.

Bê guman bi çêbûna modêleka bi vî awayî û bi destveanîna wan armancan karekê weha sana û bê arîşe nabe. Bi taybetî di deverekê da ku berdewam di bin gefa êrîșên dijminan û di bin dorpêça aborî ya dedor da be.

Serkeftineke din ya herî mezin têkșkandina hêz û desthelata tarî û hovaneya DAIȘê bû. DAIȘê ku zêdetir ji nîva cografiyaya Sûriyeyê girtibû bin kontrola xwe û xwedî hêzeka leșkerî ya mezin û dewletek li navçeyê damezirandibû. Li ser destê azadîxwazên Kurdistan û hevkarên wan hate tekbirin û helweșiya.. Ev serkevtinek dîrokî ya şervanên Kurdistanê bû. Vê serkevtinê gel û hêzên me zêdetir bi Cihanê dane naskirin, rîya azadî, aştî û çareserîyê xweşkir. Bi helkefta vê serkevtina mezin û dîrokî, em carek din YPG-YPJ-QSDê pîroz dikin û serkevtinên mezintir ji wan re dixwazin. Me di van şeran de gelek bedel dan. Ev serkevtin bi xwîna hezaran şehîd û brîndaran pêkhat. Em hemî deyndarên wana ne. Bi vê helkeftê em carek din di kesayetîya şehîdên rojavayê Kurdistanê de, hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr tînin û li hember bîranîna wan rêz digrin û bejna xwe di tewînin.

Li gel vê yekê jî, êrîşên li ser Rojava û bi giştî bakûrê Sûrîye yê, êrîşên têkbirina sîstema xweser, heta niha jî berdewamin.
Dewleta Tirk, bi erêkirina Rûsya û çavlêgirtina hêzên din yên navneteweyî, di serê sala 2018an de êrîşê Efrînê kir û dagîr kir. Li herêma Efrînê gel û şervanên azadîyê, berxwedaneke bê hempa meşandin. Ev berxwedan heta niha jî berdewam e. Dewleta Tirk û hevkarên wê, êrîş û gefên xwe yên li ser rojava berdewam dikin. Dijminên gelê me û hevkarên wan li ser karin. Bi hemî şîyanên xwe êrîşên hovane berdewam dikin. Li hember van êrîşan jî, şerê azadîyê, şerê têkbirina dagirkerîyê, bi qehremanî û bi dilsozî berdewam e.

Şoreşa rojava, bi fedakarî, bi lehengî û bi xwîna pakrewanan hate pêşxistin. Ji bo şoreş pêşkeve, ji bona gel û welat azad bibe, bedelên gelek mezin hetin dayîn. Berxwedana bê hempa ya keç û xortên kurd, li seranserê Cihanê deng veda. Teybetî berxwedan û parastina Kobanê, ew bû sembol û bû dastanek navneteweyî.

Şoreşa Rojava, ne tenê di warê parastin û qehremanîyê da, herwîha bi avakirina sîstema xwe ya xweser, bi nêzîkbûna xwe ya bo gelan û bawerîyan, bi nêzîkbûna xwe ya demokratîk, bi avakirina civakek rêxistî jî, li herêmê bûye mînakek. Bi teybetî li hember sîstemên herêmê yên kevin û desthildar, avakirina civak û sîstema alternatîv, di vê civak û sîstemê da rola jina azad, bûye mînakek Cihanî û bala hemî Cihanê dikişîne ser xwe. Rola jina kurd di şoreşa rojava da, kete rojeva Dinyayê û bi baldarî tê şopandin.

Herweha ji alîyê yekîtîya neteweyî ve gavên cîddî hatine avêtin. Çendîn civîn bi partî û rêxstiyên cuda yên siyasîyên rojavayê Kurdistanê hatine encamdan û gehiștine derencam û hevgehiștinên baș.

Şoreşa rojava, bi avakirina civaka demokratîk û bi sîstema xwe ya alternatîv ve, heştemin salvegera xwe da jî, bi serkeftî berdewam dike.

Bi vê helkeftê em weke KNK, salvegera heştemîn a şoreşa rojava, sêrîde li şervanên azadîyê û hemî gelên Kurdistanê pîroz dikin, di şexsîyata şehîdên rojava da, hemî şehîdên Kurdistanê bîr tînin û li hember bîranîna wan rêz digrin û bejna xwe di tewînin.

Konseya Rêvebir ya KNK