Languages: English ‏سۆرانی‎

Şoreşa Rojava 7.Salvegera Xwe de Bi Awayeke Serkevtî Berdewam Dike!

19.07.2012 an, gava pêşî li Kobanê hate avêhtin, bajarê Kobanê hate azadkirin, bi azadkirina Dêrik û Efrîn ê pêngav berfireh bû, gav bi gav li seranserê Rojavayê Kurdistanê bilav bû. Ew pêşveçûn û Şoreşa Rojava berdewam e. Pêşîyê sê kanton (Cizîr, Kobanê, Efrîn) hatin damezrandin, gora wê rêveberîya xweser hate avakirin. Bi azadkirina Girêspî û bi hevegirêdana kantona Cizîr û Kobanê şoreş kete merhelekî din. Piştre jî deverên dagirkirî Hasekê, Hol, Şedadê, Minbic, Tebqa, Reqa, bakur û rojhilata Dêrezorê yek bi yek hatin azadkirin. Herweha sîstema xweser gav bi gav tê rûniştandin. Niha jî rêveberîya Bakur û Rojhilatê Sûrîyê ji nûve tê sazkirin, meclisa giştî û meclisên herêman têne rûniştandin.

Serkeftinek mezin ya Şoreja Rojava jî, di bihara vê salê de pêkhat. Di dawîya meha adarê de, li gundê Baxozê yê li rojhilatê Dêrezor ê, şervanên azadîyê noqteyên dawî yên di destê DAIŞê de rizgarkirin û hakîmîyeta DAIŞê ya li ser herêmê hate dawîkirin. Ev serkevtinek dîrokî ya şervanên Kurdistanê bû. Vê serkevtinê gel û hêzên me zêdetir bi Cihanê dane naskirin, riya azadî, aştî û çareserîyê xweşkir. Bi munasebeta vê serkevtina mezin û dîrokî, em carek din YPG-YPJ-QSDê pîroz dikin û serkevtinên mezintir ji wan re dixwazin. Me di van şeran de gelek bedel dan. Ev serkevtin bi xwîna hezaran şehîd û brîndaran pêkhat. Em hemî deyndarên wana ne. Bi vê munasebetê em carek din di şexsîyata şehîdên Rojava de, hemî şehîdên Kurdistanê bîr tînin û li hember bîranîna wan rêz digrin û bejna xwe di tewînin.

Li gel vê yekê jî, êrîşên li ser Rojava û bi giştî bakura Sûrîye yê, êrîşên têkbirina sîstema xweser, heta niha jî berdewamin. Dewleta Tirk, bi erêkirina Rusya û çavlêgirtina hêzên din yên navneteweyî, di serê sala 2018an de êrîşê Efrînê kir û dagîr kir. Li herêma Efrînê gel û şervanên azadîyê, berxwedane ke bê hempa meşandin. Ev berxwedan heta niha jî berdewam e. Dewleta Tirk û hevkarên wê, êrîş û tehdîtên xwe yên li ser Rojava berdewam dikin. Dijminên gelê me û hevkarên wan li ser karin. Bi hemî tiwana xwe êrîşên xwe yên hovane berdewam dikin. Li hember van êrîşan jî, şerê azadîyê, şerê têkbirina dgirkerîyê, bi qehremanî û bi dilsozî berdewam e

Şoreşa Rojava, bi fedakarî, bi qehremanî û bi xwîna pakrewanan hate pêşxistin. Ji bo şoreş pêşkevi, ji bo gel û welat azad bibi, bedelên gelek mezin hetin dayîn. Berxwedana bê hempa ya keç û xortên Kurd, li seranserê Cihanê deng veda. Teybetî berxwedan û parastina Kobanê, bû sembol û bû destanek navneteweyî.

Şoreşa Rojava, ne tenê di warê parastin û qehremanîyê da, herwîha bi avakirina sîstema xwe ya xweser, bi nîzingbûna xwe ya bo gelan û bawerîyan, bi nîzingbûna xwe ya demokratîk, bi avakirina civakek rêxistî jî, li herêmê bûye mînakek. Bi teybetî li hember sîtemên herêmê yên kevin û desthildar, avakirina civak û sîstema alternatîf, di vê civak û sîstemê da rola jina azad, bûye mînakek cihanî û bala hemî Cihanê dikişîne ser xwe. Rola jina Kurd di Şoreşa Rojava da, kete rojeva Dinyayê û bi baldarî tê şopandin.

Şoreşa Rojava, bi avakirina civaka demokratîk û bi sîstema xwe ya alternatîf ve, heftemîn salvegera xwe da jî, bi serkeftî berdewam dike. Bi vê munasebetê em weke KNK, heftemîn salvegera Şoreşa Rojava, sêrîde li şervanên azadîyê û hemî gelên Kurdistanê pîroz dikin, di şexsîyata şehîdên Rojava da hemî şehîdên Kurdistanê bîr tînin û li hember bîranîna wan rêz digrin û bejna xwe di tewînin.

Konseya Rêvebir ya KNK ê