Languages: English ‏سۆرانی‎

Şoreşa Rojava 6. Salvegera Xwe da Bi Awayeke Serkeftî Berdewam Dike!

19.07.2012 an, gava pêşî li Kobanê hate avêhtin, bajarê Kobanê hate azadkirin, bi azadkirina Dêrik û Efrîn ê pêngav berfireh bû, gav bi gav li seranserê Rojavayê Kurdistanê bilav bû. Ew pêşveçûn û Şoreşa Rojava berdewam e. Pêşîyê sê kanton (Cizîr, Kobanê, Efrîn) hatin damezrandin, gora wê rêveberîya xweser hate avakirin. Bi azadkirina Girêspî û bi hevegirêdana kantona Cizîr û Kobanê şoreş kete merhelekî din. Piştre jî deverên dagirkirî Hasekê, Hol, Şedadê, Minbic, Tebqa, Reqa, bakur û rojhilata Dêrezorê yek bi yek hatin azadkirin. Herwiha sîstema xweser gav bi gav tê rûniştandin.

Li gel vê yekê jî, êrîşên li ser Rojava û bi giştî bakura Sûrîye yê, êrîşên têkbirina sîstema xweser, heta niha jî berdewamin. Dewleta Tirk, bi erêkirina Rusya û çavlêgirtina hêzên din yên navneteweyî, serê vê salê êrîşê Efrînê kir û dagîr kir. Li herêma Efrînê gel û şervanên azadîyê, berxwedane ke bê hempa meşandin. Ev berxwedan heta niha jî berdewam e. Dewleta Tirk û hevkarên wê, êrîş û tehdîtên berdewam dikin. Dijminên gelê me û hevkarên wan li ser karin. Bi hemî tiwana xwe êrîşên xwe yên hovane berdewam dikin. Li hember van êrîşan jî, şerê azadîyê, şerê têkbirina dgirkerîyê, bi qehremanî û bi dilsozî berdewam e.

Şoreşa Rojava, bi fedakarî, bi qehremanî û bi xwîna pakrewanan hate pêşxistin. Ji bo şoreş pêşkevi, ji bo gel û welat azad bibi, bedelên gelek mezin hetin dayîn. Berxwedana bê hempa ya keç û xortên Kurd, li seranserê Cihanê deng veda. Teybetî berxwedan û parastina Kobanê, bû sembol û bû destanek navneteweyî.

Şoreşa Rojava, ne tenê di warê parastin û qehremanîyê da, herwîha bi avakirina sîstema xwe ya xweser, bi nîzingbûna xwe ya bo gelan û bawerîyan, bi nîzingbûna xwe ya demokratîk, bi avakirina civakek rêxistî jî, li herêmê bûye mînakek. Bi teybetî li hember sîtemên herêmê yên kevin û desthildar, avakirina civak û sîstema alternatîf, di vê civak û sîstemê da rola jina azad, bûye mînakek cihanî û bala hemî Cihanê dikişîne ser xwe. Rola jina Kurd di Şoreşa Rojava da, kete rojeva Dinyayê û bi baldarî tê şopandin.

Şoreşa Rojava, bi avakirina civaka demokratîk û bi sîstema xwe ya alternatîf ve, şeşemîn salvegera xwe da jî, bi serkeftî berdewam dike. Bi vê munasebetê em weke KNK, şeşemîn salvegera Şoreşa Rojava, sêrîde li şervanên azadîyê û hemî gelên Kurdistanê pîroz dikin, şexsîyata şehîdên Rojava da hemî şehîdên Kurdistanê bîr tînin û li hember bîranîna wan rêz digrin û bejna xwe di tewînin.

6. Salvegera Şoreşa Rojava. Sorani
Konseya Rêvebir ya KNK ê
18.07.2018