Languages: English ‏سۆرانی‎

Silav li riha pakrewanên jînge parêzên Kurdistanê

Roja yekşemî 28. 07. 2020 an li navçeya bajarê Pawe ya rojhelatê Kurdistanê sê cewanên çalak û berniysên jîngehparêz bi navên: Yasîn Kerîmî, Muxtar Xendanî û Bîlal Emînî di demê agir vemirandinê da şewitîn û giyanê xwe ji dest dan, navên wanên pîroz şû di nav karwanê pakrewanên jîngehparêzîyê da. Ew karwanê ku li çend salên bûrî da li deverên cuda yên rojhelatê welat û ji bona parêzvaniya xwezayê Kurdistanê giyanê xwe fîdayê ax û pîroziya Kurdistanê kirî.

Rêjîma paşveroya komara Îslamî ya Îranê. Bi pilan û zanîn û mebest bi piyadekirina siyaseta Xaka şewitî agir li jînge, daristan û çîyayên Kurdistanê ber dide. Li gor raporên çalakvanên jîngeparêzan, hemû fakta û dîvçûn û zaniyarîyê hûrên wan rasstîya wê siyaseta rêjîma Îranê derdikin.

Gelê me, li hemberî vê siyaseê jî roj bo rojê hewa parastina jîngeh – xwezayê Kurdistanê bilin û xurt kirine. Mixabin ku di encamê wan hewl û çalakiyan de qurbaniyên giyanî û xwezayî çêdibin.

Komisyona xweza – jingehê ya KNKê siyaseta Axşewitandinn û xerabkirina xwezayê Kurdistanê ya dewleta dagîrkera Îranê bi tundî mehkûm û şermeza dike.

Hemdem bang li hemû çalakvanên sivîl û yên taybet bi parêzvanên xwezayê dikin ku bi yekgirtî û hevdengîya zêdetir ve ji pakrewanên jingeparêzîyê bikin. Ew çeleng û qehremanên gelê me ne û hêmaya tekoşîna tevaya bizava azadîxwaza Kurdistanê ne.

KNK, sesaxiyê li gelê xwe û herweha bo malbatên van sê pakrewanan radigehîne, Silav li giyanê wan ê rwan bin

Komisyona Xweza û Jingehê
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê